Samî Tan: “Tunekirina ziman di encama polîtîkayên qirkirina zimanî de pêk tê. Rewşa nemana ziman û axêveran ji ber polîtîkayên qirkirinê ye. Ji bo ku hêzê bi dest bixin, ne bi tenê bajaran bi dest dixin, di heman demê de zimanê wî gelê jî tê tunekirin. Çarenûsa qedera zimanê me di destên me de ye.”
Bi pêşengiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Wanê û bi hevkariya Weqfa Mezopotamyayê û Komîsyona Ziman a Baroya Wanê li ser “Polîtîka, plansazî, perwerde û statûya hiqûqî” 1. Sempozyûma Zimanê Kurdî hat lidarxistin. Sempozyûma ku dê du rojan derdewam bike îro li Baroya Wanê dest pê kir. Ji parçeyê Kurdistanê nivîskar, lêkolîner, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, hevşaredarên navçeyan û gelek kes tevlî sempozyûmê bûn.
Piştî axaftina destpêkê bi navê Polîtîka û Ziman rûniştinek hat lidarxistin. Di sempozyûmê de Mazlûm Kanîwa wek moderator, lêkolîner Dr. Nadire Guntaş Aldatmaz, ziman Samî Tan û akademîsyen Dr Mikaîl Bulbul jî wek axaftvan cih girtin.
Destpêkê rêveberê Egîtîm Sen a Şaxa Wanê Lokman Babat axivî û ewilî bal kişand ser Doza Kobanê ku cezayê giran li siyasetmedaran hatine birîn û biryarê şermezar kir. Lokman, diyar kir ku di salên 90’î de gelê kurd têkoşîna zimanê xwe dida û wiha domand: “Di sedsala 21’ê de em ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em têkoşîna xwe didomînin. Zimanê kurdî mafê Gelê Kurd e. Divê em xwedî zimanê xwe derbikevin.”
Ji Lijneya Amadekar Salîh Hêzil jî da zanîn ku ew hewl didin ku bi perspektîfek berfireh vê bernameyê dewlemend bikin û ev tişt anî ziman: “Ev hêviyê dide me ji bo xebatên pêşerojê. Zimanê kurdî bi tenê di rojên diyar te tê rojevê. Lê ji bilî girîngiya vê divê her tim bê axaftin. Ji ber ku ziman pêşeroja me ye. Berpirsyar li ser milên hemû kesî ye. Divê hemû sazî bi perspektîfek berfireh tevbigerin. Ev bername ji bo pêşerojê jî nîmûneyek e.”
Nivîskar Îbrahîm Sungur jî diyar kir ku civakek bi zimanê xwe neaxive nikare xwebûna xwe pêk bîne be û wiha axivî: “Divê em girîngiya zimanê xwe û zimanan bizanibin. Arîsto di pirtûka xwe ya mantiqê de dibêje ‘mirov zindiyên axivir e.’ Ev taybetî cur bi cur her qewmek bi zimanê xwe biaxive. Kesê ku bi zimanê xwe nizanibe, zimanê hemberê xwe jî nizanibe. Divê civak xwedî zimanê xwe derbikeve. Zimanê dayikê bibe zimanê siyasetê. Dema ku me ziman ji bîr kir, em ê jî bên ji bîr kirin û tune kirin. Em hêviya xwe ji têkoşîna xwe nebirin. Em ê bi gav bi gav bi ser kevin.”
Piştî axaftinan rûniştina yekem a sempozyûmê, bi lêkolîner Nadîre Guntaş Aldatmaz, zimanzan Samî Tan û Akademîsyen Mîkaîl Bulbul ve dom kir. Destpêkê de Samî Tan li ser “Xebatên vejandina zimanî û rewşa zimanê kurdî” axivî û wiha got: “Tunekirina ziman di encama polîtîkayên qirkirina zimanî de pêk tê. Rewşa nemana ziman û axêveran ji ber polîtîkayên qirkirinê ye. Ji bo ku hêzê bi dest bixin, ne bi tenê bajaran bi dest dixin, di heman demê de zimanê wî gelê jî tê tunekirin. Çarenûsa qedera zimanê me di destên me de ye.”
Mîkaîl Bulbul jî li ser “Xebatên standardîzasyona kurdiya kurmancî” axivî destnîşan kir ku rewşa kurdî û rewşa welat heman tişt e. Mîkaîl, wiha dom kir: “Weke Kamûran Bedirxan gotiye; ‘çi were serê ziman tê serê welatan jî.’ Rewşa zimanê me ku standardîzasyon bûye bi rewşa welatê me ve girêdayî ye. Têgeha standardîzasyonê binêrin. Netewe xwe tişteke çêkiriye. Piştî şoreşa fransayê netewe dewlet ava bûne. Bi vê yekê re nasnakemeyek çêkirina kolektîf dest pê kir. Ev nasname li gor modernê hatiye çêkirin.”
Herî dawî lêkoler Nadîre Guntaş Aldatmaz jî bi kirmanckî li ser “Xebatên derbarê standartiya kirmanckî” axivî û wê jî ev tiştan anî ziman: “Ji bilî kurmancî, kurmancî jî pêdivî bi standardîzekirinê heye. Di hemû zimanan de pirsgirêka standardîzasyonê heye. Îmkan û rewşa ziman çi dibe bila bibe, ew ziman çiqasî standardîze dibe. Dibistan û perwerde ji bo standardkirina zimanekî girîng in. Lê mixabin zazakî nikare ji van hemû derfetan sûd werbigire. Di van şert û mercan de li Tirkiyeyê şensê Zazakî nîne ku xwe bide jiyîn. Di dibistan û zanîngehên bi zimanê perwerdehiya Tirkiyeyê de jî ev rewş heye. Helbet ji bo standardîzasyona zimanekî kanalên televizyonê pir girîng in, lê mixabin di vê mijarê de zazakî hema bêje tune ye.”
‘DIXWAZIN KURDÊN QAFQASAN ASÎMÎLE BIKIN’
Di rûniştîna roja duyemîn del sempozyumê de mijara “Di perwerdeya zimanê dayikê de derfet û pirsgirêk” hatin nîqaşkirin. Moderatoriya rûniştinê ji hêla nivîskar Kenan Soylemez ve hate kilrin. Endama Komeleya Ronahiyê û nivîskar Xaylaza Reşîd, Şiwan Ertîsî ku li Herêma Federe ya Kurdistanê li ser ziman lêkolînan dike û endamê Egîtîm Senê Ahmet Yaşar di rûniştinê de axivîn.
Xaylaza Reşîd bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê yên li Kafkasyayê û wiha got: “Gelekî ku hînî zimanê xwe yê dayikê nebe, dê tune bibe. Gelê kurd ev 300 sal in li Kafkasyayê dijîn. Xeyala kurdan ew e ku zimanê wan bê parastin. Ji bo vê jî kedê didin. Di serdema Yekitiya Sovyetan de 25 nivîskarên kurd ên gewre gihan. Ereb Şemo û Heciyê Cindî çendek ji wan in. Berhemên van nivîskarên me hêj di malên me de ye. Xizmetê ji zimanê kurdî re dikin. Piştî Sovyet ji hev belav bûyî, mixabin koçberî li van helbestvan û nivîskarên me kirin. Hêj îro jî hewldan heye ku kurdên li Kafkasyayê bên asîmîlekirin. Yên herî zêde ji vê pişaftinê bibandor bûyîn jî kurdên li Azerbaycanê ne. Li Ermenistanê jî heman rewş heye. Li dibistanekî Ermenistanê dersên bi kurdî tên dayîn. Li Gurcistanê polîtîkayên pişaftinê mîna li Ermenistan û Azerbaycanê didomin. Divê kurd malên xwe ji bo ziman veguherînin dibistanê. Divê her kes ji bo axaftin û belavkirina zimanê kurdî bikeve nava hewldanan.”
LI BAŞÛR GEFA INGILIZÎ YA LI SER KURDÎ
Şiwan Ertîsî jî pergala perwedeya bi kurdî ya li başûrê Kurdistanê vegot. Ertîsî, anî ziman ku li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî kurdî polîtîkayên pişaftinê di meriyetê de ne. Ertîsî, wiha domand: “Li Herêma Federe ya Kurdistanê bi du zaravayan tê axaftin. Behdînî û soranî. Di pergala perwerdeyê de her kes bi zimanê xwe perwerde dibe. Her wiha perwerdeya bi zimanê ingilîzî tê dayîn. Li bakurê Kurdistanê çawa ku kurd li dijî tirkî kurdî hînî zarokên xwe bike, malbatên Başûr jî li dijî ingilîzî kurdî hînî zarokên xwe dikin. Di demên berê de dema li Başûr kurd di jiyana rojane de bi kurdî diaxaftin hinek peyvên erebî di nava axaftina wan de hebûn. Yên wiha dikirin jî weke kesayetên zana dihatin hesibandin. Lê bi demê re ferq kirin ku ev xelete û ev helwest terikandin. Divê kurdî bi awayekî giştî li her çar parçeyên Kurdistanê bê parastin. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêkeke herêmekê ye.”
‘PERWERDEYA ZIMANÊ KURDÎ YA DERSA BIJARTE QAÇAX E’
Lêkolînerê zimanê kurdî û endamê Egîtîm Senê Ahmet Yaşar jî wiha got: “Ev sed sal in zimanê kurdan tê înkarkirin. Bi Islehkirina Şerqê re ji bo kurdî ji holê rakin bi hezaran polîtîkayên pişaftinê xistin meriyetê. Ev polîtîka hêj didomin. Wezareta Perwerdeyê di sala 2013’an di bin navê zimanên dijîn de biryar da ku kurdî weke dersa bijarte bê dayîn. Heke dewlet bixwaze dikare niha vê dersê ji holê rake. Ji ber ku derheqê vê de qanûnek tune ye. Heta em dikarin bibêjin ku perwerdeya bi zimanê kurdî ya li dibistanan tê dayîn qaçax e. Haya malbatan jê tune ye ku derseke wiha heye. Ji ber ku di kaxiza dersên bijarte de kurdî nayê nivîsandin. Li şûna wê dibêje zimanên dijîn.”
Yaşar, got ku dersa bijarte ya kurdî destkeftiyeke mezin nîne û got ku ji bo mezinkirina vê destkeftiyê divê kurd tişta ji dest tê bikin.
————————–
Jêder: Ji ANFê û Ajansa Mezopotamyayê hatîye wergirtin.