Erdheja sîyasî ya li Fransayê

Li Fransayê rasta radîkal a Meşa Neteweyî (RN) ji % 32ê dengan girt û bû hêza yekemîn.

Serokê Fransayê Macron têkçûnê qebûl kir biryara hilbijartinên pêşwext da.

Hilbijartinên ji bo Parlamentoya Ewrûpayê li Fransayê bû sebeba edhejeka sîyasî.

Serokê Fransayê Macron piştî têkçûna partîya xwe ya li hemberê rasta radîkal, biryara hibijartinên pêşwext da.

Partîya rasta radîkal Meşa Neteweyî (RN) di hilbijartinê de bû hêza yekemîn.

RN di hilbijartina roja yekşemê de  ji % 32ê dengên Fransayê bi dest xistin.

Tevlî partîyên din ên, rêjeya dengan a rasta radîkal digihîje ji % 40ê dengan.

Partîya Emanuel Macron Ronesans encax dikarîbû ji 15.2ê dengan werbigire.

Sosyalîstên ku di hukumeta Macron de cî digirin, ji % 14ê dengan wergirtin.

Macron piştî vê encamê, biryara xwe ya hilbijartinê ya ji nişkave wiha îzeh kir:“Ez nikarim wekî ku tiştekî nebûbe tevbigerim. Min biryar da mafê tercîhekê bidim we…Loma jî ez ê îşev parlamentoyê ji hev de bixim.”

Analîstên polîtîk di wê bawerîyê de ne, Macron bi vê biryara xwe qumarê dilîze ku di encam de dikare îktîdarê winda bike.

Hin kes jî didin zanîn, tevlîbûna hilbijartina dawî ji % 52 bû û Macron hêvî dike, zêdebûna tevlîbûnê ya di hilbijartina pêşwext de wê di lehê partîya wî de be.

Hilbijartinên giştî yên Fransayê wê di 30ê hezîranê de bên lidarxistin.

——————————–

Foto: Emanuel Macron/Ji axaftina Youtube hatîye girtin.

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …