Le Pen beşeke manîfestoya xwe betal kir

Rasta radîkal a Fransayê berîya hilbijartina giştî beşeke manîfestoya xwe ji înternetê vekişand.

Di belgeya hat vekişandin de soza “tifaqa” bi Rûsyayê re û sekinandina hevkarîyê ya bi baskê leşkerî ya NATOyê re hatibû dayîn.

Rasta radîkal a Fransayê berîya hilbijartina giştî beşeke manîfestoya xwe ji înternetê vekişand.

Di vê belgeyê de nuqteyên herî nîqaşbar têkiliyên bi Rûsyayê re û endamtîya NATOyê bûn.

RN di belgeyê de soza “tifaqa” bi Rûsyayê re û sekinandina hevkarîyê ya bi baskê leşkerî ya NATOyê re dabû.

Partîyê di manîfestoyê de sekneke dûrî Amerîkayê jî pêşnîyaz kiribû û diyar kiribû “Amerîka her dem wekî hevalbendeke Fransayê tevnagere.”

RN (Meşa Neteweyî) ya pêşengîya rasta radîkal dike di 2022an de manîfestoyekê amade kiribû.

17 kitêbokên derbarê hemû qadên polîtîkayê yên RNyê de bûn, di malpera partîyê de hatibûn weşandin.

RN yek ji van pirtûkan vekişand û tê de qala têkiliyên bi Rûsyayê û NATOyê re dihat kirin.

RN di hilbijartinên ji bo Parlamentoya Ewrûpayê de ji % 32yê dengan wergirtibû û bûbû partîya herî mezin a Fransayê.

Tevlî partîyên din, dengê enîya rasta radîkal gihiştibû ji % 40û hemû dengan.

Serokê Fransayê Macron piştî van encaman, biryara hilbijartinên pêşwext dabû.

Hilbijartinên pêşwext ên Fransayê wê di 30yê hezîranê û 7ê tîrmehê de bên lidarxistin.

….………………………………………

Foto: Serokê RNyê Marine Le Pen/X.com

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Serhildan û “Turkiyelileşme” bi hev re nabin

Siyaseta wekî temsîlkarê kurdan tê qebûlkirin, hemû derfetên gelê kurd ji bo serkeftina hilbijartinan bi …