Trump ji bo Greenlandê nûnerekî taybet peywirdar kir

Nuqteyên giring:

Trump nûnerekî taybet ji bo vê girava herî mezin a cîhanê peywirdar kir

Nûnerê taybet got ew ê hewl bide Greenlad bibe parçeyeke Amerîkayê

Denmark reaksîyon nîşan da û ji Amerîkayê xwest rêzê li yekitîya axa Denmarkê re bigire

 Trump bi biryareke dawî, nûnereke taybet a DYAyê ji bo Greenlandê peywirdar kir. Navê nûnerê taybet Jeff Landry e û ew bi tevahî polîtîkaya êrişkar a Trump a ji bo Greenlandê dipejirîne.

Landry piştî peywirdarkirinê di Xê de wiha nivîsand: “Ji bo min şeref e ku ez di vê pozîsyona dilxwaz de ji welatê xwe re xizmetê bikim da ku Greenland bibe beşek ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.”

Biryara Trump û gotinên Jeff Landry li Denmarkê bû reaksîyonan. Wezîrê Derve Lars Løkke Rasmussen bi daxuyaniyekê da zanîn ku peywirdarkirina Landry, eleqeya berdewam a amerîkî ji bo Greenlandê piştrast dike.

Rasmussen gotinên xwe wiha dom kirin: “Lêbelê, em israr dikin ku divê her kes ku di nava wan de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî heye, rêzê li yekitîya axa Denmarkê re nîşan bide.

Amerîka çav berdaye Greebnlandê 

Trump ji dema ku cara ewil hat ser kar û vir ve dixwaze Greenland bibe parçeyeke Amerîkayê. Di meha adarê de, Cîgirê Trump JD Vance  serdana baregehek leşkerî ya Amerîkayê ya li Greenlandê kiribû. Denmark piştî vê bûyerê, gazî balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kiribû û ew hişyar kiribû. Kopenhag helwesta Amerîkayê qebûl nake û dixwaze Washington rêzê ji serwerîya wê ya li ser Greenlandê bigire.

Bilindbûna tansîyona di navbera Amerîka û Denmarkê de Ewrûpayê jî xist nava hereketê. Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewrûpayê Antonio Costa di daxuyanîyên xwe de destekê dan Denmarkê.

Her du lîderan pozîsyona Yekitîya Ewrûpayê ya di vê meseleyê de piştrast kirin û ji Amerîkayê xwestin rêzê li “prensîbên bingehîn ên qanûna navneteweyî ne” re bigire.

Infowelat

Foto: Wargeheke li girava Greenlandê

Serxwebûnxwaz li Greenlandê bi ser ketin

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

The Jerusalem Post: Bila Îsraîl derîyên Xezayê ji Tirkîyeyê re veneke

Tirkîye dixwaze di meseleya Xezayê de bibe aktorekî sereke lê Îsraîl ji vê yekê aciz …