Vêca ew “dê”ya ku hebûna wê nebîna xweş û nebûna wê jî ew çend daxbar, bi sedê salan e bûye temaya bi sedan û hezaran tekstan, helbestan. Li dinyayê, di wêjeya civak û civatan de, nexasim jî di helbesta welatan de dê yek ji temayên herî sermed, şên û şênber bûye her.
LEWerger bi hejmara xwe ya 11. gihîşt ber destên xwînerên kurd.
Vê hejmara kovara wergerê li ser temaya “dê” hatîye amadekirin.
Loma jî hemû helbestên di vê hejmarê de di derbarê dê de ye.
Sebeba ka çima kovar ji xwe re temayeke wiha hilbijartî ye, wiha hatîye îzehkirin:
Vêca ew “dê”ya ku hebûna wê nebîna xweş û nebûna wê jî ew çend daxbar, bi sedê salan e bûye temaya bi sedan û hezaran tekstan, helbestan. Li dinyayê, di wêjeya civak û civatan de, nexasim jî di helbesta welatan de dê yek ji temayên herî sermed, şên û şênber bûye her. Loma jî nedibû me temayeke wiha bi kok asas tevneda û hejmareke mişt bi helbestên li ser dê jê amade nekira û pêşkêşî hişê kurdî nekira.
Di vê hejmarê de wergerên ji zimanên îngilîzî, fransî, îspanyolî, farisî, erebî û hin zimanên din cî digirin.
Kovara LEWergerê ji sala 2022an û vir ve weşana xwe didomîne. Zimanên kovarê kurmancî, zazakî û soranî ye lê herî zêde werger bi kurmancî tên weşandin.
LEWerger dikare ji pirtûkfiroşan li ser înternetê bê bidestxistin.

Infowelat
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat