Jura ji alîyê nifûsê ve kantona herî biçûk a Swîsreya Romand e ku piranîya erdên wê ji çîyayan pêk tê. Kanton, wekî çend kantonên din ên li welêt bi navê “komar” tê pênasekirin. Kanton navê xwe ji Çîyayayên Jura girtîye ku piranîya sînorên Swîsre û Fransayê pêk tînin.
Profîl
Nifûs: 75.000
Berfirehbûn: 838.55 km²
Paytext: Delemont
Zimanê fermî: Fransî
Bidestxistina statuya kantonê: 1979
Jura ji alîyê nifûsê ve kantona herî biçûk a Swîsreya Romand e ku piranîya erdên wê ji çîyayan pêk tê. Kanton, wekî çend kantonên din ên li welêt bi navê “komar” tê pênasekirin. Kanton navê xwe ji Çîyayayên Jura girtîye ku piranîya sînorên Swîsre û Fransayê pêk tînin. Tekane cîranê kantona fransîaxêf a Jurayê Kantona Neuchatelê ku sînorên wê re bi tenê çend kîlomêtro ne. Hemû cîranên mayî yên Juran kantonên almanîaxêf in. Ev jî Jurayê dike kantoneke taybet a ji alîyê kantonên bi zimanê almanî diaxivin hatîye dorpêçkirin. Li aliyê rojhilat, Solothurn, Basel-Landschaft û li alîyê başûr Bern cîranên Jurayê ne. Her wiha, devereke Kantona Bielê ya di nava erdên Solothurnê de cîranê Jurayê ye. Fransa li seranserê bakur û bakurêrojavayê Jurayê dirêj dibe û sînorên herî dirêj ên Kantona Jurayê pêk tîne.

Nêzîkî nîvê herêma Çiyayên Jura xwedî daristanan e û bi tenê li % 43yê vê herêmê çandinî dikare bê kirin. Di nava vê cografyaya ji çiya û daristanan pêk tê, bi tenê ji % 8ê erdê ji wargehên niştecîyan pêk tên. Mont Raimeux bi bilindahîya xwe ya 1302 mêtroyî, çiyayê herî bilind ê kantonê ye.
Kurtedîrok
Jura wekî kantonên Swîsreya Romand di destpêka dîroka xwe ya polîtîk de ketîye bin serdestîya Mîrektîya Bûrgonyayê. Di destpêka sedsala 11an de Prensîya Baselê ya di bin banê Împaratorîya Roman-Cermen de bûye xwedîyê herêmê. Bi serdestîya Baselê dîrokeke dirêj a di bin kontrola polîtîk a Swîsreya alman de dest pê kirîye. Fransaya komarger di 1792an de dawî li serdestîya Baselê anî û Jurayê xist bin kontrola xwe. Lêbelê bi Kongreya Vîyanayê ku piştî têkçûna Fransayê hat lidarxistin, herêma Jurayê ji Kantona Bernê re hat hiştin.
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, tevgereke ku veqetîna Jurayê ji Bernê daxwaz dikir derket holê. Beşeke vê tevgerê elîta wêjeyê bû ku bi fransî dinivîsîn û Jurayê wekî parçeyeke Swîsreya Fransî bi nav dikirin. Daxwazên polîtîk ku li ser stûna nasnameya herêmî bilind dibû,
rêveberîya Bernê xist nava hereketê. Kantona Bernê di 1950an de bi reforma Destûra Bingehîn nasnameya cuda ya Jurayê qebûl kir. Bernê di 1970an de jî mafê referandûma ji bo dîyarkirina statuyê da heft deverên Jurayê. Piştî çend referendûmên deverî û referandûma federal a 1978an, Jura ji Bernê veqetîya. Kantona Jurayê bi fermî di 1ê kanûna paşîn 1979an de hat damezrandin.
Paşê, dor hat ser dîyarkirina statuya polîtîk a Jûraya Bernê ku herêmeke Bernê ya fransîaxêf bû û li ser sînorên Jurayê cî digirt. Piranîya nifûsa vê herêmê di referandûma 2013an de biryarê dan, di nava sînorên Kantona Bernê de bimînin. Gelek kes di wê bawerîyê de bûn wê ziman di dengdanyînê de roleke sereke bilîze. Encamên referandûmê nîşan da cûdabûna dîn hîn zêdetir bandorê dengdanê kirîye. Piranîya niştecîyên Juraya Bernê wekî niştecîyên Kantona Bernê protestan in. Bi tenê bajarê Moutierê ku katolîk lê zêde ne, di referandûmê de ji bo yekitiya bi Jurayê re dengê erênî da. Ev jî nîşan dide, Juraya Bernê nexwestîye tevlî Kantona Jurayê bibe ku hejmara katolîkan lê zêdetir e.
Demografî û ziman
Jura ji alîyê nifûsê ve ne tenê li herêma Swîsreya bi fransî diaxive lê li hemû welat jî kantona herî biçûk e. Beşa herî mezin a welatîyên vê kantonê bi fransî diaxivin (% 92) û ji ber alozîya berê ya bi Berna almanîaxêv re, parastina ziman meseleyeke giring a civakî ye. Loma jî di xala 42 a Destûra Bingehîn a Jurayê de zimanê fransî wekî beşek ji mîrateya çandî ya Jurayê hatîye pênasekirin. Almanî bi rêjeya % 7an zimanê duyemîn ê kantonê ye û li dûv wê jî bi rêjeya ji
% 3.2 îtalyanî tê. Qismeke mezin a koçberan jî bi zimanên xwe diaxivin ku tev bi hev re ji % 10.6ê nifûsê kantonê pêk tînin.
Tevî ku fransîya standard zimanê serdest ê kantonê ye, hîn jî patois jurasienne (patoisa jurayê) hebûna xwe di nava beşeke biçûk a nifûsê de didomîne. Patois jurasienne berîya fransî zimanê serdest ê Jurayê bû, li hin deverên li başûrê Jurayê tê axaftin. Ev zarava, parçeyeke franko-provençal e û hin li hin deverên herêma Franche-Compte jî tê axaftin.

Ji % 16yê nifûsa Kantona Jurayê koçber û penaberan pêk tê. Ji ber nifûsa xwe ya biçûk, kanton ji bo xebata di sektorên cuda yên aborîyê de koçberîyê teşwîq dike. Li aliyekî din, rojane hejmareke zêde karker ji bo xebatê ji Fransayê tên Jurayê. Ev jî dibe faktorek ku nifûsa bi roj a Jurayê hîn zêdetir be û bajarvanî hîn geştir dibe. Koçberî wekî çareserîyeke ji bo kêmbûna rêjeya zayînê jî tê dîtin û wekî faktoreke erênî ku nifûsê zêde dike tê qebûlkirin.
Ji alîyê dîn ve, nêzîkî ji % 70yî niştecîyên kantonê katolîk in. Rêjeya protestanan ji % 12 ye û kesên ku ne xwedî girêdaneke olî ne ji % 12yê nifûsê pêk tînin.
Aborî
Çêkirina saetan, mîkroteknolojî, makîneyên sofîstîke, xwedîkirina heywanan û tûrîzm û xizmet sektorên girîng ên Jurayê ne. Sektora herî giring bi rêjeya ji % 52 sektora xizmetê ye. Tevî ku Jura wekî kantoneke gundewar tê hesibandin jî, ciyê xwedîkirina heywanan di aborîyê de bi tenê ji % 2 ye. Jura ji mêj ve ye herî zêde bi pîşesazîya çêkirina saetan tê naskirin û ev sektor ji % 18yê aborîya kantonê pêk tîne. Di sektora teknolojiyên Agahdarî û Ragihandinê (ICT) de û di çêkirina amûrên ji bo sektora tenduristîyê de Jura kantoneke li pêş e. Hilberîna alavên mîkro-mekanîk ên ji bo vê sektorê her ku diçe zêde dibe û ciyê wê sektorê di aborîyê de mezin dibe.
Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya Kantona Jurayê bi qasî 4,747 milyar frank e û di nava 40 salên dawî de sê qat zêde bûye. Tevî vê jî kanton ji alîyê wekhevîya fînansî ve li Swîsreyê kantona herî xizan e. Bacên giran ên li Jurayê sebebeke sereke ya vê rewşê tê qebûlkirin. Armanca reformekê ku niha di rojeva parlamentoyê de ye, çareserkirina meseleya bacê ye. Eger reform bê qebûlkirin, wê rêya kêmkirin û betalkirina hin bacan aborîya kantonê bê geşkirin. Armanceke din a reformê kêmkirina bacên ji bo lêçûyînên lêkolînên zanistî ne. Tê hêvîkirin, bi vê hemleya aborîyê Jura di sivikirina meseleya bacê de tê keve nava 10 kantonên Swîsreyê.
Erkên kantonê
Parlamento û hikumeta Jurayê otorîteya polîtîk a herî bilind a kantonê ye. Parlamentoya Jurayê (Parliament jurasien) ji 60 wekîlan pêk tê ku ji bo 5 salan tên hilbijartin. Parlamento ji nava hikumeteke ji 5 endaman pêk tê hildibijêre. Piranîya parlamentoyê ji kursîyên Partîya Demokratîk a Xrîstîyan (PDC), Partîya Sosyalîst (PS) û partîya Radîkalên-Lîberak pêk tê. Kantona Jura di her hilbijartina federal de du endaman dişîne Parlamentoya Federal û wekî her kantonê, du wekîlan dişîne Konseya Dewletan.
Kantona Jura ji 50 şaredariyan pêk tê ku li sê navçeyan belav bûne. 19 ji van şaredarîyan li dora paytext Delémontê, 19 ji wan li Porrentruyê û 12 jî li Franches-Montagnesê ne. Erkên Jurayê di navbera kanton û şaredarîyan de hatine parvekirin û ji şaredarîyan re erkên gelek ji bo xizmetên civakî hatine hiştin.
Di çarçoveya destûra xwe ya bingehîn de Kantona Jura xwedî erkên berfireh in. Erkên sereke yên kantonê ev in:
- Erkên polîtîk
- Perwerde
- Polîs
- Tenduristî
- Bac
- Plansazîya ziman
Amadekar: Necat Ayaz – Fatoş Demirtaş
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat