Korsîka ji bo otonomiyê bi hukumeta Fransayê re li hev kir.
Otonomiya girava li Derya Spî wê di Destûra Bingehîn a Fransayê de bê nivîsandin.
Serokê Korsîkayê Gilles Simeoni diyar kir, Parlamentoya Korsîkayê wê bibe xwedî mafê qanûnçêkirinê.
Korsîka ji bo otonomiyê bi hukumeta Fransayê re li hev kir.
Otonomiya girava li Derya Spî wê di Destûra Bingehîn a Fransayê de bê nivîsandin.
Serfiraziya muzakereyên ji bo xweserîya Korsîkayê ji aliyê hukumeta Parîsê ve hat ragihandin.
Serokê Korsîkayê Gilles Simeoni jî diyar kir, Parlamentoya Korsîkayê wê bibe xwedî mafê qanûnçêkirinê.
Di paragrafa pêşî ya peymanê de Korsîka wekî giraveke Derya Spî ya xwedî taybetiyên “dîrokî, zimanî û çandî” tê pênasekirin.
Prosedûra hiqûqî ya meseleya otonomiyê wê bi amadekirina pêşniyazqanûneke ji aliyê hukumeta Fransayê ve bidome.
Ev belge bi mebesta guherîna Destûra Bingehîn a Fransayê wê bê amadekirin.
Paşê, wê pêşniyazqanûn ji bo erêkirinê biçe ber destên senato û parlamentoyê.
Ji bo guherandina Destûra Bingehîn a Fransayê, pêdivî bi dengên sêyan pêncê senato û parlamentoyê heye.
Rastgirên mihefezekar piranîya Senatoya Fransayê pêk tînin.
Lewma erêkirina belgeya reforma destûra bingehîn mijareke dijwar xuya dike.
Korsîka çi daxwaz kiribû?
Fermîbûna korsîkî yek ji daxwazên sereke yê hukumeta Korsîkayê bû.
Daxwazeke din a Korsîkayê, nivîsandina otonomiya giravê ya di Destûra Bingehîn a Fransayê de bû.
Fermîbûna korsîkî yek ji daxwazên sereke yê hukumeta Korsîkayê bû.
Lêbelê, di statuya otonomiyê de fermîbûna zimanê korsîkî cî nagire.
Daxwazeke din a hukumeta Korsîkayê, nivîsandina otonomiya giravê ya di Destûra Bingehîn a Fransayê de bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye, xweseriya Kaledonyaya Nû û çend giravên din di destûra bingehîn de hatine nivîsandin.
Ji bilî vê, hukumeta giravê dixwest daxwaza erka mafê welatîbûnê dikir.
Wezîrê Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin di axaftina xwe ya derbarê statuyê de got, di statuya giravê de wê erkeke bi vî rengî cî negire.
Muzakereyên Fransa-Korsîkayê
Piştî serhildana 2022an a li Korsîkayê, Fransa bi hukumeta Korsîkayê re dest bi muzakereyên otonomiyê kiribû.
Di 2022an de mîlîtanê doza Korsîkayê Yvan Colonna di girtîgeheke Fransayê de hatibû kuştin.
Welatparêzên Korsîkayê ji ber vê cînayetê Fransayê sûcdar kiribûn û paşê li Korsîkayê serhildaneke civakî dest pê kiribû.

Bi berfirehbûna bêaramiyê re, Fransa bi hukumeta Korsîkayê re dest bi muzakereyên otonomiyê kiribû.
Serokomarê Fransayê Emanuel Macron di civîna sibata 2023an de otonomiyeke qels pêşniyazê Korsîkayê kiribû.
Otonomiya Fransayê li ser li ser bingeha desentralîzasyonê ya li giravên Derya Spî yên wekî Balear, Sîcîlya û Sardînyayê hatibû amadekirin.
Infowelat
Foto: Ala Korsîkayê