Leşkerên Çînê li ser sînorên Ewrûpayê ne

Çîn û Belarûs ji dûşemê û vir ve tetbîqatekê li dar dixin.

Ciyê minawreyên leşkerî 3 km dûrî sînorê Polonyayê ye.

Polonya endamekî NATO û Yekîtîya Ewrûpayê ye û loma jî tetbîqat dibe sebeba aloziyê.

Belarûs tetbîqata li ser erdên xwe ji roja duşemê û vir ve dewam dike.

Alîyê herî balkêş ê vê tetbîqatê beşdarîya leşkerên Çînê û ciyê tetbîqatê ye.

Minawreyên leşkerî nêzîkî bajarê Brestê tê lidarxistin ku bi tenê 3 km nêzîkî sînorê Polonyayê ye.

Polonya endamekî NATO û Yekîtîya Ewrûpayê ye û loma jî tetbîqat dibe sebeba aloziyê.

NATO di daxuyanîya piştî civîna Washingtonê de “fikarên kûr” ên ji bo Çînê îfade kiribû.

Herçi Belarûs e, vê mehê bûbû endamê Rêxistina Hevkarîyê yê yê Şangayê.

Ev rêxistin di bin rêberîya Rûsya û Çînê de ye û armanca wê xurtkirina têkiliyên sîyasî, aborî û parastinê yên di navbera welatên endam de ye.

Hegemonyaya Rûsyayê

Belarûs ji her alî ve di bin hegemonyaya Rûsyayê de ye û ji % 70yê bazirganîya xwe bi vî welatî re dike.

Ji % 10ê bazirganîya Belarûsê jî bi Çînê re tê kirin.

Belarûs welatekî li rojhilatê Ewrûpayê ye û di bin bandora sîyasî, aborî û leşkerî ya Rûsyayê de ye. /Nexşe:Wikipedia

Pisporên mijarê radigihînin, Rûsya wê tu carî nexwaze hegemonyaya wê ya li ser vî welatî qels bibe.

Loma jî bawerî ev e, tevî NATO û Yekîtîya Ewrûpayê, dibe ku tetbîqata dawî li Moskowê jî dibe sebeba fikaran.

———————————————-

Foto: Dîmeneke leşkerên Çînê yên tevlî tetbîqata li Belarûsê bûne/X.com 

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 19. a Kurdistanê hat weşandin

Manşeta sereke ya vê hejmarê peymana Rojava-hikumeta HTŞê ye. Nîqaşên li ser banga Abdulah Ocalan …