Julian Assange hat berdan

Damezrînerê Wikileaksê Julian Assange li Brîtanyayê hat berdan.

Assange ji bo bê berdan bi Wezareta Edaletê ya Amerîkayê re li hev kir.

Rojnamevanê ji Awustralyayê qebûl kir ku wî bi weşandina belgeyên veşartî, qanûna sîxuriyê ya DYAyê binpê kirîye.

Damezrînerê Wikileaksê Julian Assange li Brîtanyayê hat berdan.

Assange ji bo bê berdan bi Wezareta Edaletê ya Amerîkayê re li hev kir.

Rojnamevan Assange, di çarçoveya lihevkirinê de qebûl kir ku wî bi weşandina belgeyên veşartî qanûna sîxuriyê ya DYAyê binpê kirîye.

Herçî Amerîka ye, wê ji bo vî sûcî 5 sal cezayê girtîgehê li Assange bibire.

Ji ber ku Assange 5 sal in li Brîtanyayê di girtîgehê de ye, ew ê careke din nekeve girtîgehê.

Bi dûv vê peymanê re, Assange ji bo tevlî doza xwe ya li dadgeha amerîkî bibe, berê xwe da Giravên North Marianayê.

Piştî dadgehê wê Assange biçe welatê xwe Awustralyayê.

Serokwezîrê Awustralyayê Anthony Albanese nûçeyên derbarê vegera Assange a welêt bi kêfxweşî pêşwazî kirin.

Albanese got, “Tu feydeya girtina wî tu kesî re tune ye û em dixwazin ew vegere mala xwe Awustralyayê.”

Wikileaks û têkoşîna Assange

Julian Assange di 2016an de malepera Wikileaksê damezrand.

Malper bi sedhezaran belgeyên veşartî yên artêşa Amerîkayê weşandin.

Ev belge piranî di derbarê şerên li Afganistan û Iraqê de bûn.

Di nava wan de gelek belgeyên yên dîplomatîk jî hebûn û rastîyên hatibûn veşartin nîşan dida.

Amerîka ji bo girtina Assange ket nava tevgerê û Swêd di 2010an de bi sûcdarîya destdirêjîya jinekê ew girt.

Paşê Assange çû Brîtanyayê û li vir di navbera 2012-2019an de di balyozxaneya Ekwadorê de ma.

Piştî ji wir hat qewirandin, Assange hat girtin û û heta bê vê demê di girtîgehê de ma.

———————————————————-

Foto: Julian Assange/X.com 

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa reaksîyon nîşanî Tirkîyeyê da

Konseya Ewrûpayê girtina Şaredarê Stenbolê wekî “êrîşa li hemberê demokrasiyê” pênase kir. Almanyayê got, girtina …