Afrîkaya xizan ji Tirkiyeyê çekan dikire

Di 2020’an de Enqere 82.9 milyon dolar çekan firotiye welatên Afrîkayê.

Lê belê ev hejmar di sala 2021’an de derketiye 460.6 milyon dolarî.

Tirkiye bazirganiya xwe ya leşkerî ya bi Afrîkayê re pêş de dibe.

Enstîtuya Alman a Meseleyên Navneteweyî û Ewlekariyê (SWP) li ser mijarê lêkolînekê weşand.

Lêkolîn nîşan dide, di salên dawî de Tirkiye firotina xwe ya çekan a ji bo welatên rojavayê Afrîkayê zêde kiriye.

Di 2020’an de Enqere 82.9 milyon dolar çekan firotiye welatên Afrîkayê.

Lê belê ev hejmar di sala 2021’an de derketiye 460.6 milyon dolarî.

Lêkolîn dide zanîn, Tirkiye hem çekan erzan difroşe û hem jî di demeke kurt de teslîmata wan dike.

Ev jî dibe dewleta tirk dike yek ji alternatîfeke bazara çekan a Afrîkayê.

Welatên Afrîkayê herî zêde wesayitên bi zirx, ekîpmanên keştiyan, çekên piyadeyan û dronan ji Tirkiyeyê dikirin.

Harîteya 1. Welatên wesayitên bi zirx ên Tirkiyeyê dikirin. Harîteya 2. Welatên dronên Tirkiyeyê dikirin.

Li Afrîkayê welatê ku herî zêde çekên Tirkiyeyê dikirin Tunis, Nîjerya û Lîbya ye.

Misir, Rûanda û Burkina Faso li dûv van welatan tên.

Detayeke balkêş a lêkolînê derbarê hejmara şîrketên çekan ên Tirkiyeyê de ye.

Li gorî vê, di 2002’an de li Tirkiyeyê bi tenê 56 şîrketên çekan hebû ye.

Ev hejmar di 2020’an de gelek zêde bûye û derketiye 1500’î.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Konseya Cornwallê: Zimanê kernewek biparêzin

Konseya Cornwallê di 10. salvegera naskirina ziman a di bin Peymana Çarçove ya Parastina Kêmarên …