Çîroka salên 90î çîroka zemanê burokrat, mamoste û midûrên birûyên wan wekî M.Kemal bûn ku nav û hebûna min red dikirin.
Zemanê em tê de ne zemanê ketina maskeyan û xuyabûna zemîna mirov lê sekinî ye. Di vî zemanî de em fam dikin, hemû tiştên ku me digot belkî me bi dest xistine qasî pelekê darê sivik in û li ber bayê difirin.
Salên 90’î ji nava geremola mejiyê min ber bi hemû şaneyên bedena min a êdî giran bûye belav bû. Vaye ez ji nava hebûnên ku roj bi roj siya wan winda dibin rizgar dibim û dibim kesekî xwedî hebûn. Dema ku maskeyên rûyên mirovan vedişêrin dikevin û ciyê mirov lê disekine diyar dibe, ez têdigihîjim ku tiştên hatine avakirin û dixwazin bên avakirin eynî wekî pelekî darê sivik in û çawa bi bayekî sivik re ber bi valahiyekê difirin. Û ez bi vê re jî fam dikim, li vî welatî tu kesên heqîqetê red dikin nikarin tiştekî watedar ava bikin. Wate, ne tiştekî ku bikaribe ji aliyê mirovên di navbera îktîdar û mixalefetê de veguheriye seradê, bê zelalkirin. Lê rastî ev e, “mirovên modern” ji bo hebûna xwe deyndarê fikrên xwe ne ku bi israr parastina wan dike. Ew ne deyndarê stûxwariya xwe ne ku bi riya wan ji bo piçek din jî nan û konfor bi dest bixin. Qet nebe dîroka mirovahiyê vê ji me re dibêje. Meseleya me demeke dirêj bi daxwaza azadiyê re eleqeder bû. Yanî mesele bi têrkirina zikê xwe û domandina jiyana xwe eleqeder nebû. Car caran dikarin vê heqîqetê bidin jibîrkirin lê bi ya min, heta li rûyê cîhanê bêedaletî bi dawî nebin ew ê ev daxwaz jî tune nebe.
Divê kesên di bin perdeya “Kemalîst-Kurd bi hev re” tevlî manîpulasyona îktîdarê dibin û xwe bêrûmet dikin, baş fam bikin ku Kemalîst wê dawiya dawî ji wan daxwaza terka nasnameya wan a psîko-sosyal bikin.
Siyaseta îktîdarê dema bi pêlên civakî yên şovenîst xwe nîşan dide, hebûn heta dawiyê neheqiyê hîs dike û dixwaze gavek bavêje. Lewma jî ez pêla şovenîst a ku di demên dawî de hunermendên kurd rû bi rû dimînin, ji bo vegera kurdan a ji konforê ber bi daxwaza azadiyê ve girîng dibînim. Divê kesên di bin perdeya “Kemalîst-Kurd bi hev re” tevlî manîpulasyona îktîdarê dibin û xwe bêrûmet dikin, baş fam bikin ku Kemalîst wê dawiya dawî ji wan daxwaza terka nasnameya wan a psîko-sosyal bikin. Niha hemû tevlî lînca li hemberê Aynûr Dogan dibin ku di Twitterê de tê pêşxistin. Tev bi hev re ji kurdan daxwaz dikin heqîqeta xwe red bikin.
Mentalîteya ku dibêje “kurd jî dikarin wekî me xwe xwediyê vî welatî hîs bikin lê ji bo vê şertekî me heye” xwe dixe dirûvê rastgir, çepgir an îslamîstan û li hember kurdan hemûyan dike yek.
Mentalîteya ku dibêje “kurd jî dikarin wekî me xwe xwediyê vî welatî hîs bikin lê ji bo vê şertekî me heye” xwe dixe dirûvê rastgir, çepgir an îslamîstan û li hember kurdan hemûyan dike yek. Ji ber vê yekê, divê pêşiyê hûn fam bikin, li vî welatî guherînên polîtîk mimkûn in lê guherînên ji bin ve pir dijwar in. Mixalefet û îktîdar hem dikarin mentalîteya xwe biparêzin û hem jî dîmeneke ku herwekî ku ew û kurd di nava hevkariyê de ne nîşan bidin. Di bin sosa demokrasiyê ya pir zêde de hişmendiya wan a yek tîpî û rasîst ku nikarin dev jê berdin veşartî ye. Hem îslamîst hem jî sosyal-demokratên li vî welatî dawiya dawiyê silava leşkerî didin Kemalîzmê û bêyî mentalîteya xwe biguherînin, meşa xwe berdewam dikin. Di nava vê silavê de îbadeta ji dewletê re û îdela yek-netewe ku dikin nakin nikarin têxin meriyetê, cî digirin. Heta vê îdeolojiya di bingeha dewletê de cî digire ji holê ranebe, guherîneke pêwîst pêk nayê. Li hember vê paşxaneyê jî wê herdem kesên herwekî sempatiya wan ji çand û komên din re heye tevbigerin û hewl didin xwe wekî kesên ku bi wan re dostaniyê ava dikin nîşan bidin. Lêbelê wê tu carî bingeha heyî meseleya em qal dikin neguherîne.
Min tecrûbeyên xwe yên bi mirovê post-truth re ewqas zêde kom kirin ku ez hîs dikim bûyerên ev çend roj in diqewimin ruhekî raperînê bi min re peyde dike.
Çîroka salên 90î çîroka zemanê burokrat, mamoste û midûrên birûyên wan wekî M.Kemal bûn ku nav û hebûna min red dikirin. Ev çîrok li gorî aniha pir li ber çavan bû û zelal bû. Mixabin van rojên ku bi heqîqetê tê lîstin û hebûn bê parastin tê hiştin, mirov ji bo zemîneke bikaribe lê bisekine bibîne pir zêde dikeve nava zehmetê. Ez vê yekê di her aliyê jiyana xwe de bi dijwarî hîs dikim. Min tecrûbeyên xwe yên bi mirovê post-truth re ewqas zêde kom kirin ku ez hîs dikim bûyerên ev çend roj in diqewimin ruhekî raperînê bi min re peyde dike. Wekî ku min got, zemanê em tê de ne zemanê ketina maskeyan û xuyabûna zemîna mirov lê sekinî ye. Di vî zemanî de em fam dikin, hemû tiştên ku me digot belkî me bi dest xistine qasî pelekê darê sivik in û li ber bayê difirin.
Ev nivîs di 27 gulan 2022’an de di Kolektif Mendebur de bi tirkî hatiye weşandin.
—————-
Kî ye Ciwan Ayaz?
Ayaz di 1983’an de li Amedê hat dinyê. Li Amedê perwerdeya seretayî, li Stenbolê jî perwerdeya navîn bi dawî kir. Paşê ji beşa Konservatûarê ya Zanîngeha Teknîkê (ITU) derçû.
Ayaz di gelek komên muzîkê de karê ensrûmanîstiyê kir. Herwiha wî derhêneriya gelek albûmên muzîkê kir. Di 2016’an de tevî çend hevalên xwe koma muzîkê Babetnayê damezrand. Ji bilî karê wê yê muzîkê, Ayaz wêneyan jî xêz dike û çîrok û ceribandinan dinivîse.