350 pirtûk bi kurdî hatin weşandin

Kurdan sala 2022’yan bi 350 pirtûkan weşandî ye.

Par 377 pirtûk ketibûn nava lîsteya me, loma em dikarin bêjin li gor salek berê dor sedî dehan kêmbûneke çêbûye.

Bila ev nûçe bi vî awayî dest pê bike: Bi serbilindî me îsal jî lîsteya pirtûkên bi kurdî amade kir. Ma nûçe bi hevokek wisa dest pê dike? Li gor rêgeza rojnamegerî belkî na, lê carinan mirov tiştan tevlihev bike jî belkî bi kêr bê. Erê bi hemû xêr û gunehên xwe lîste temam bû.

HEJMARA 2022’YAN 350 YE

Kurdan sala 2022’yan bi 350 pirtûkan temam kiriye. Par 377 pirtûk ketibûn nava lîsteya me, loma em dikarin bêjin li gor salek berê dor sedî dehan kêmbûneke çêbûye. Dîsa jî ligel hemû zehmetiyan weşanxaneyên kurdan ber xwe dane.

WEŞANXANEYA YEKEMÎN PEYWEND E

Îsal 27 weşanxaneyan di lîsteyê de cih girtine. Ji nav herî zêde Weşanxaneya Peywendê pirtûk çap kirine. Peywendê bi 57 pirtûkan di rêza yekemîn de cih girtiye. Peywendê pirtûkên Omer Dilsoz ji nû ve çap kirine ku 8 ên nû, 6 yên berê bûn. Yên berê me ne xistine lîstiye. Li aliyê din Peywendê îsal gelek tezên gelek kesan çap kirine. Bi tem temamî 57 pirtûkên wan ên çapa yekemîn ketine nava lîsteya me. Paşê J&J bi 42 pirtûkan, Nûbihar û Sîtav jî her yek bi 41 pirtûkên xwe yên nû di rêzê de cih girtine.

HELBEST YEKEMÎN E

Par li ser textê cureyê herî zêde hatine çapkirin de roman hebûn, îsal helbestê text jê girtiye. Bi 71 helbestan lîste temam bûye. Paşê roman 65 heb, çîrok bi 32 heban cihê xwe girtiye.

AKYOL Û DILSOZ LI PÊŞ IN

Di beşa nivîskarê herî berhemdar de îsal dîsa Hîlmî Akyol li pêş e. Akyol berhevkariya xwe didomîne ku îsal 12 pirtûkên wî yên berhevkariyê li J&J’yê hatine çapkirin.

Dûre nivîskarê Diyarnameyê Omer Dilsoz tê. Peywendê pirtûkên Dilsoz çap kirine ku ji yên nû 8 hebin, ji yên kevn jî 6 heb in. Bi 8 heman Dilsoz di rêza diduyan de cih girtiye.

Dilawer Zeraq ligel pirtûkeke xwe ya rexneyî, îsal gelek pirtûkên wergerê jî pêşkêşî qada kurdî kirine. Bi temamî 6 Pirtûkên Zeraq ji Lîsê derketine ku Dîsal Bîlal Zîlan (Nûbihar) jî bi 6 pirtûkan cih girtiye ku Zeraq û Zîlan rêza sêyemînî girtine.

Ji bilî van hinên din ên ku zêde ked dane jî hene. Rêdî Seîd (Wardoz) bi 5 pirtûkên berhevkariyê, Omer Faruk Feyat (Nûbihar) û Mustafa Acar (Peywend) her yek bi 4 pirtûkan, dîsa Mehmet Oncu (Sîtav) bi 4 pirtûkan di lîsteyê de cih girtiye.

WERGER GELEK IN

Îsal wergerê bal kişandiye. Gelek pirtûk hatine wergerandin. Bi temamî 48 heb in. Ku hinan ev yek wekî set belav kirine. Di vî warî de Nûbiharê 17 pirtûkên wergerê, Lîsê 10, Aram û Avestayê jî her yekê 7 pirtûkên wergerê belav kirine.

NÎQAŞA LI SER ‘YEKEMÎNÎ’YÊ

Me îsal jî kir ku “tenê pirtûkên ku YEKEM CAR hatine çap kirin bixin lîsteyê. Gelek pirtûkên di nav lîsteya weşanxaneyan de hebûn ku berê li weşanxaneyeke din çap bûbûn hebûn, me ew jê derxistin. Heta ji me hat me kir ku dubare çênebin. Armanc ew e ku 20 sal, 50 sal paşê gava kesek lê vegere bibîne ku îsal tam bi temamî çi derketine. Ger di vî warî de kêmasî hebin û em ferq bikin emê rast bikin.

Ji bo lîsteya pirtûkan hûn dikarin vê lînkê bitiqînin

—————

Ev gotara ji aliyê Cemil Oguz ve hatiye nivîsandin, cara ewil di malpera Diyarname.comê de hatiye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Konseya Cornwallê: Zimanê kernewek biparêzin

Konseya Cornwallê di 10. salvegera naskirina ziman a di bin Peymana Çarçove ya Parastina Kêmarên …