Lula de Silva bû serokê Brazîlê

Lula de Silva ku di hilbijartina dawî de Bolsonaro têk biribû, duh bû serokê Brazîlê.

Tam 300 hezar welatiyên Brazîlê ligel nûnerên 19 dewletan tevlî merasîma sondê bûn.

Welatê herî mezin ê Amerîkaya Latîn Brazîl bi rêvebiriya Lula de Silva ket sala 2023’an.

Luiz Inacio Lula de Silva piştî 10 salan careke din bû serokê vî welatî.

Namzetê çepgir ku di hilbijartina dawî de Bolsonaro têk biribû, duh bi sonda serokatiyê dest bi kar kir.

Tam 300 hezar welatiyên Brazîlê ligel nûnerên 19 dewletan tevlî merasîmê bûn.

Ligel lîderên Amerîkaya Latîn, serokê Almanya û Portûgalê û qralê Îspanyayê jî di merasîmê de ciyê xwe girtin.

Lula da Silva piştî sondê, axaftineke hestiyar kir û nuqteyên girîng ên bernameya xwe ya xebatê eşkere kir.

Serokê nû got, ew ê para xizmetên tenduristiyê, perwerdeyê û xebatên zanistî yên di butçeya welêt de zêde bike.

Herwiha Lula, îşaret bi pêdiviya wekheviya etnîk û zayendî kir û soza dawîlêanîna talana daristanên Amazonê da cîhanê.

Serokê têkçûyî Jair Bolsonaro ku qîma xwe bi encamên hilbijartinê nayne, ji bo tevlî merasîmê nebe çû Amerîkayê.

Li gorî prosedurên fermî, divê qurdeleya zer û kesk a serokatiyê Bolsonaro teslîmî Lula de Silva bikira.

Bolsonaro çû derveyî welêt

Serokê têkçûyî Jair Bolsonaro ku qîma xwe bi encamên hilbijartinê nayne, ji bo tevlî merasîmê nebe çû Amerîkayê.

Li gorî prosedurên fermî, divê qurdeleya zer û kesk a serokatiyê Bolsonaro teslîmî Lula de Silva bikira.

Lewma jî piştî dema dîktatoriyê ya 1965-1985’an û vir ve, ev cara ewilî ye  bûyereke bi rengî di asta serokatiyê de pêk tê.

Lula de Silvayê 77 salî di navbera 2003-2010’an de serokatiya Brazîlê kiribû.

Piştî serokatiyê Lula de Silva rastî lêpirsîneke gendeliyê hat û di 2017’an de hat cezakirin.

Lula de Silva di 2019’an de bi biryara Dadgeha Bilind a Brazîlê hate berdan.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …