Hêza global a Çînê mezin dibe

Lêkolînekê nîşan dide, Çînê di 22 salên dawî de  ji trilyonekê dolar zêdetir li projeyên cîhanî xerc kiriye.

Çînê ji sala 2000î û heta niha 20,985 projeyên li 165 welatan fînanse kiriye.

Çîn hêza we ya fînansekirina projeyan a li seranserê cîhanê zêde dike.

Lêkolînekê nîşan dide, Çînê di 22 salên dawî de  ji trilyonekê dolar zêdetir li projeyên cîhanî xerc kiriye.

Ev jî Çînê di vî warî de dixe nava çend welatên herî zêde projeyên cîhanê fînanse dikin.

Çînê ji sala 2000î û heta niha 20,985 projeyên li 165 welatan fînanse kiriye.

Ev agahiyên balkêş ji aliyê Zanîngeha William & Mary a li Virginiayê ve hat ragihandin.

Li gorî lêkolîna laboratûwara AidData ya zanîngeha amerîkî, Çînê 1.84 trilyon dolar mesref li hemû projeyên pêşketinê kiriye.

Lêkolîn nîşan dide, di destpêka projeya xwe ya global a Korîdora Rê de, Çîn ji Amerîka û welatên din ên halxweş du qat zêdetir projeyan fînanse kiriye.

Projeya Korîdora Rê 

Projeya Korîdora Rê ku ji riyên bejahî, riyên hesinî, balafirgeh, bender, tunel û ji tesîsên enerjiyê pêk tê, di 2013’an de dest pê kiribû.

Projeya Korîdora Rê ku ji riyên bejahî, riyên hesinî, balafirgeh, bender, tunel û ji tesîsên enerjiyê pêk tê, di 2013’an de dest pê kiribû.

Çînê bi vê projeya ku li derdora 150 welatan digire nava xwe, hebûna xwe ya global xurtir kiribû.

Lêkolîna zanîngeha amerîkî diyar dike, Amerîka û welatên din li hemberê pozîsyona Çînê ketine nava tevgerê û zêdetir pere li projeyên cîhanî xerc kirine.

Reqabeta Amerîka û Çînê

Lêkolîner dibêjin, ji niha ve ne zelal e, “ka wê hêza fînansî ya Amerîka û dostên wê ya ji bo reqabeta bi Çînê re” ya di dema dirêj de wê têr bike an na.

Lîsteya projeyên Çînê li gorî parzemînên cîhanê

Lêkolîn bi daneyan nîşan dide, niha heft welatên dewlemend ên cîhanê 84 milyar dolar zêdetir pere ji bo projeyên cîhanî xerc dikin.

Tevî vê jî, lêkolînerên zanîngeha Virginiayê ji bo paşeroja hêza fînansî ya van heft welatan de bi guman in.

Lêkolîner dibêjin, ji niha ve ne zelal e, “ka wê hêza fînansî ya Amerîka û dostên wê ya ji bo reqabeta bi Çînê re” ya di dema dirêj de wê têr bike an na.

Infowelat

Foto: Harîteya AidData a li ser projeyên global a Çînê. 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …