Endeksa Aştiyê ya Cîhanê hate weşandin

Endeksa Aştiyê ya Cîhanê ya ji bo sala 2023’an hate weşandin.

Tirkiye îsal di endeksê de di nava 163 welatan de di rêza 147’an de cih digre.

Îranê ku ew jî tevlî Tirkiyeyê dagirkerekî gewre ya Kurdistanê ye, bi Tirkiyeyê re di heman rêzê de cî girt.

Endeksa Aştiya Cîhanê ya ji bo sala 2023’an hate weşandin.

Tirkiye îsal di endeksê de di nava 163 welatan de di rêza 147’an de cih digre.

Dewleta Tirk di kategoriya Ewropayê de ya ji 36 welatan pêk tê, hate bicîkirin.

Îranê ku ew jî tevlî Tirkiyeyê dagirkerekî gewre ya Kurdistanê ye, bi Tirkiyeyê re di heman rêzê de cî girt.

Koreya Bakur di endeksê de li dûv Tirkiye û Îranê bû welatê sêyemîn.

Island welatê herî aram e

Endeksa Aştiyê ya Cîhanê Island wekî “welatê herî aram” nîşan da.

Îslandê Denmark, Îrlanda, Zelandaya Nû, Awusturya, Sîngapor, Portugal, Slovenya, Japonya û Swîsre dişopîne.

Almanya îsal di di rêza 15. a endeksê de cih digre.

Ciyê Amerîkayê bû 131. û Rûsya jî di rêza 158.ê

Lêçûyinên leşkerî

Li gorî endeksê, cîhan ev 9 sal in hinek aram bûye lê di sala 2022’an de alozî bilind bûye.

Di 2022’an de hejmara kesên ku di şer de mirîn 238 hezar derbas kiriye.

Di endeksa aştiyê de lêçûnên aborî yên şerên çekdarî jî têne hesibandin.

Mesrefa ji bo şer di sala 2022 de gihîştiye 17,5 trîlyon dolarî.

Ev jî ji 13 ji % yê hilberîna navxwe ya welatên cîhanê ye.

Endeks Aştiyê ya Cîhanê her sal ji aliyê Enstîtuya Aborî û Aştiyê (IEP) tê amadekirin.

Hate ragihandin, ji sala 1994’an û vir ve herî zêde mirinên di şer de di sala 2022’an de pêk hatine

Li gorî endeksê, cîhan ev 9 sal in hinek aram bûye lê di sala 2022’an de alozî bilind bûye.

Di 2022’an de hejmara kesên ku di şer de mirîn 238 hezar derbas kiriye.

IEP’ê diyar kir, ev hejmar ji 1994’an û vir ve hejmara herî zêde ye.

Endeks Aştiya Cîhanê her sal ji aliyê Enstîtuya Aborî û Aştiyê (IEP) ku navenda wê li Awisturalya ye, tê amadekirin.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …