10 Nîsanê salvegera peymana aştiyê ya li Îrlandaya Bakur e ku wekî Peymana Îna Bi Xêr tê pênasekirin.
Ev peyman ji bir 25 sal berê di navbera nûnerên civaka Katolîk û Protestan ên Îrlandaya Bakur û hukumeta Brîtanyayê de hate îmzekirin.
10 Nîsanê salvegera peymana aştiyê ya li Îrlandaya Bakur e ku wekî Peymana Îna Bi Xêr tê pênasekirin.
Ev peyman ji bir 25 sal berê di navbera nûnerên civaka Katolîk û Protestan ên Îrlandaya Bakur û hukumeta Brîtanyayê de hate îmzekirin.
Bi peymana aştiyê, dawî li şerê navxweyî ya li Îrlandaya Bakur hate anîn ku bi dehan salan dom kiribû.
Di encama êrişên IRA’yê (Artêşa Komarger a Îrlandayê) û komên paramîlîter ên Protestan de zêdetirî 3,500 kes hatin kuştin.
Di proseya aloziyê de Katolîkên li herêmê rastî cudaxwaziya sîstematîk a Brîtanyayê û rêvebiriya herêmî hatin.
Mafên bingehîn ên Katolîkên komarger hatin înkarkirin û lêpirsîn, girtîgeh, îşkence û xizanî bû para Katolîkan.
Kurtedîroka aloziyê
Aloziya li Îrlandaya Bakur di 1968’an de bi bûyereke li bajarê Derryê dest pê kir.
Çalakiyeke tevgera sivîl a Katolîkan a li vî bajarî rastî êrişa polêsan hat.
Ev jî bû çirûska destpêka aloziyê û bûyerên şîdetê di 1969’an de belavî seranserê herêmê bû.
Bi dûv vê re, 1970’an de IRA li dijî kolonyalîzma Brîtanî û alîgirên wê yên Protestan dest bi êrişên çekdarî kir.
Hêzên Brîtanî û komên paramîlîter ên Protestan bersiveke tund dan IRA’yê û wan jî êriş birin ser tevgera siyasî ya Katolîkan.
Şîdeta her du aliyan di nava demê de derket asta herî bilind û Brîtanya di 1972’an de otonomiya Îrlandaya Bakur betal kir.
Bobby Sands û êrişên IRA’yê
Li Îrlandaya Bakur, ji bilî kolanan girtîgeh jî bûn qada berxwedana girtiyên siyasî yên Katolîkan.
1981’an de Bobby Sands tevlî 9 endamên IRA’yê di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan.
Bi vê bûyerê re, di qada navneteweyî de sempatiyeke mezin a ji bo doza wekheviyê ya Katolîkan derket holê.
Di salên li dûv vê grevê de, partiya siyasî ya Katolîkan hêza xwe bilind kir û ket Parlamentoya Îrlandaya Bakur.
IRA di van salan de êrişên li dijî serokwezîrên Brîtanyayê jî tê de, li nava Brîtanyayê dest bi çalakiyan kir.
Ev jî zirareke mezin a siyasî û aborî da dewleta Brîtanî û cara ewil London rêya muzakereyên aştiyê vekir.
Peymana aştiyê
Di 1997’an de bi serokwezîriya Tony Blair, Brîtanya bi tevgera polîtîk a Katolîkan Sinn Feinê re dest bi hevdîtinan kir.
Di vê proseyê de IRA agirbestê ragihand û Brîtanya û alîgirên wê êrişên li dijî Katolîkan sekinandin.
Hevdîtin di salêkê de gihîştin encamekê û di 10 Nîsan 1998’an de Peymana Îna Bi Xêr hate îmzekirin.
Jı bilî Brîtanya, Protestan û Katolîkan, Îrlandaya serbixwe jî wekî yek ji garantorê aştiyê îmzeya xwe avêt binê vê peymanê.
Qanûna Îrlandaya Bakur
Bi peymana aştiyê, Qanûna Îrlandaya Bakur kete meriyetê û herêmeke xweser hate damezrandin.
Qanûn, ji bo girtina hin biryarên girîng desteka wekîlên her du komên civakê (katolîk û protestan) ferz kir.
Parlamentoya Îrlandaya Bakur ku ji 108 wekîlan pêk dihat li Belfastê dest bi kar kir û ji bo biryarên girîng Rizaya Paralel bû prensîbên dengdanê.
Bi gotineke din, ji bo biryaran wê ji bilî 60 ji % dengên Parlamentoyê, herî kêm 40 ji % parlamenterên yekitîparêz û neteweperestên Katolîk jî hate ferzkirin.
Wekheviya her du aliyan bû prensîba ji bo damezrandina hukumeta herêmî de jî.
Wezîrê Edaletê wê bi dengên her du komên wekîlan bihatana hilbijartin.
Serokwezîr ku wekî Wezîrê Yekemîn dihat binavkirin û cîgirê serokwezîr jî, divê ji aliyê rizaya paralel a Protestan û Katolîkan ve bihatana hilbijartin.