Bakurê Makedonyayê hukumeta xwe ava kir

Hristijan Mickoski yê ji partîya VMRO-DPMNE bû serokwezîrê nû yê welêt.

Partîya Mickoski di hilbijartinên gulanê de ji % 43ê dengan girtibû û bûbû xwedîyê 58 kursîyên parlamentoyê.

Bakurê Makedonyayê hukumeta xwe dîyar  kir.

Hristijan Mickoski yê ji partîya VMRO-DPMNE bû serokwezîrê nû yê welêt.

Partîya Mickoski di hilbijartinên gulanê de ji % 43ê dengan girtibû û bûbû xwedîyê 58 kursîyên parlamentoyê.

Ji ber ku tu partî du parlamentoyê de nebûbûn xwedî piraniyê, hukumeteka koalîsyonê hatibû damezrandin.

Tifaqa albanî VLEN û partîya lîberal ZNAM di vê koalîsyonê de cî digirin.

Serokwezîr û “Makedonya”

Serokwezîrê nû xwedî xeteke rastgir û netewperest e û di axaftinên xwe de herdem navê “Makedonya” bi kar tîne.

Ev jî li Yûnanistana ku cîranê vî welatî ye, dibe sebeba fikaran.

Ji ber ku li bakurê Yûnanistanê bi navê “Makedonyayê” herêmekê heye.

Krîza bikaranîna navê Makedonyayê bi peymaneke Yûnanistan-Makedonyayê di 2018‘an de hatibû çareserkirin.

Ji wê demê û vir ve welat navê Makedonyaya Bakur bi kar tîne.

Serokwezîrê nû yê Makedonyayê Hristijan Mickoski./X.com

Piştî çareserkirina krîzê Bakurê Makedonyayê bûbû endamê NATOyê û bûbû namzetê endamtîyê ya ji bo Yekîtîya Ewrûpayê.

——————————————————

Foto: Ala Makedonyayê

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Beledîyeyên Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê hatin desteser kirin

Dewleta tirk îro Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredarîya Batmanê û Şaredarîya Xelfetîyê ku navçeyeke …