Peymana stratejîk a Yekîtîya Ewrûpa û Misrê

Bruksel wê 7.4 milyar euro bide Misirê ku di nava krîza aborîyê de ye.

Armanca peymana nû, zêdekirina bazirganîya gazê ya bi Misrê re û pêşîgirtinina pêla penaberan a ji herêmê ye.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) bi daxuyanîyekê peymana Yekîtîya Ewrûpa û Misrê kir.

Yekitiya Ewrûpayê bi Misirê re peymaneke alîkarîya mor kir.

Bi vê peymanê, Bruksel wê 7.4 milyar euro pere bide Misirê ku di nava krîza aborîyê de ye.

Bi mexseda peymanê, serokê Komîsyona Ewrûpayê Ursula Von der Leyen çû paytexta Misrê Kahîreyê.

Lîderên Îtalya, Yûnanîstan, Belçîka û Kibrisê jî tevlî serdana Leyenê bûn.

Bi bê peymanê têkiliyên her du alîyan digihîje asteke stratejîk.

Ev jî nîşan dide, Misir li Rojhilata Navîn ji bo Ewrûpayê yek ji welatê herî giring e.

Armanca peymana nû, zêdekirina bazirganîya gazê ya bi Misrê re û pêşîgirtinina pêla penaberan a ji herêmê ye.

Bi vê peymanê, Misir wê 5 milyar euro wekî deyn ji Yekitîya Ewrûpayê bigire.

1.8 milyar euro ji bo projeyên din ên aboriyê û bi sedan milyon euro jî bi armanca pêşîgirtina penaberiya kaçax a dikeve destên Misrê.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) bi daxuyanîyekê peymana Yekîtîya Ewrûpa û Misrê rexne dike.

HRW diyar kir, bêyî reformên cidî yên mafên mirovan, alîkarîya Yekitiya YEyê wê nikaribe pêşî li krîza aborîyê ya Misrê bigire.

Krîza aborîyê ya Misrê

Misir di navbera Lîbyaya bi şerê navxweyî bûye du parçe, şerê navxweyî ya Sûdanê û Şerê Îsraîl-Hamasê de asê maye.

Deynê derve yê Misrê gihîştîye 165 milyar dolarê û îsal divê 42 milyarê vî deynî bê dayîn.

Misira li herêmeke ne îstikrar de cî digire, di nava krîzeka aborîyê de ye.

Misir di navbera Lîbyaya bi şerê navxweyî bûye du parçe, şerê navxweyî ya Sudanê û Şerê Îsraîl-Hamasê de asê maye.

Jı bilî vê, alozîya li Derya Sor dibe sebeb dahata Misrê ya ji Qenala Suweyşê kêm bibe.

Ligel vê, Misir 4 milyon jê sûdanî û 1.5 milyon jê sûrîyeyî 9 milyon penaberan dihewîne.

Krîza aborîyê bandorê li projeyên mega yên Misrê  dikin û çavkanîyên Kahîreyê têrî meşandina van projeyan nakin.

Deynê derve yê Misrê gihîştîye 165 milyar dolarê û îsal divê 42 milyarê vî deynî bê dayîn.

Infowelat

————————————

Foto: Ursula Von der Leyen û serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …