ICJ: Dagirkirina Filistînê ne legal e

ICJ di biryara xwe de Îsraîlê li Şerîaya Rojava û Xezayê wekî “dagirker” pênase kir.

Bi belgeya 83 rûpelan de bang li Îsraîlê hat kirin ku dawî li avakirina wargehên nû bîne.

Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) got, hebûna Îsraîlê li Erdên Filistînê ne qanûnî ye.

Biryara dawî ya Dadgehê Neteweyên Yekbûyî li hember Îsraîlê bû derbeyeke hiqûqî.

ICJ di biryarê de Îsraîlê li Şerîaya Rojava û Xezayê wekî “dagirker” pênase kir.

Dadgehê di nava biryarê de lîsteyeke dirêj a polîtîkayên Îsraîlê yên li Filistînê bi cî kir.

Di lîsteyê de bi taybetî çêkirina wargehên cihûyan yên li erdên Filistînê derket pêş.

Bi belgeya 83 rûpelan bang li Îsraîlê hat kirin ku dawî li avakirina wargehên nû bîne.

100 wargehên û 500,000 cihû

Îsraîl li Şerîaya Rojava zêdetêrî 100 wargehan ji bo cihûyan ava kiribû.

Bi vê polîtîkaya îskanê, di pênc salên dawî de hejmara îsraîlîyên li Şerîaya Rojava bû 500,000.

Îsraîl di Şerê 1967an de Rojhilatê Qudsê, Şerîaya Rojava û Xezayê dagir kiribû.

Filistinî dixwazin her sê herêman bikin yek û dewleteke serbixwe damezrînin.

Hêjayî gotinê ye cotmehê de li ICJyê doza “jenosîda Xezayê” hatibû vekirin.

Doz bi gilînameya Afrîkaya Başûr ya li hember Îsraîlê dest pê kiribû.

—————————————-

Foto: Avahîya Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî ya li bajarê Den Haagê yê li Holandayê/Malpera ICJ 

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Serhildan û “Turkiyelileşme” bi hev re nabin

Siyaseta wekî temsîlkarê kurdan tê qebûlkirin, hemû derfetên gelê kurd ji bo serkeftina hilbijartinan bi …