Li ser sînorê Tirkiyeyê şerma mirovahiyê

Rêvebiriya  yûnan diyar kir, 92 penaberên tazî ku hemû jî mêr bûn, li ber Çemê Evrosê hatin dîtin.

Atina got, penaber ji aliyê wesayitên artêşa tirk neqlê ber sînorê Yûnanistanê hatine kirin.

Trajediya penaberan a li ser sînorê Tirkiye û Yûnanistanê bi bûyerên nû berdewam dike.

Bi dehan penaberên ku kincên wan ji wan hatibûn kirin, li ser sînorê her du welatan hatin dîtin.

Daxuyaniya derbarê mijarê de ji aliyê Yûnanistanê ve hate kirin.

Rêvebiriya  yûnan diyar kir, 92 penaberên tazî ku hemû jî mêr bûn, li ber Çemê Evrosê  hatin dîtin.

Wezîrê Parastina Sivîl ê Yûnan Takis Teodorakis di daxuyaniya li ser mijarê de xwe spart rapora Frontexê û got, penaber ji aliyê wesayitên artêşa tirk neqlê ber sînorê Yûnanistanê hatine kirin.

Çemê Evrosê ya di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de.

Saziya penaberan Frontex jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got, kesên li ber çem hatine dîtin welatiyên Sûriye û Afganistanê ne.

Frontex da zanîn, bi darê zorê ji penaberan hatiye xwestin Çemê Evrosê derbas bikin û derbasî aliyê Yûnanistanê bibin.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) jî bûyera dawî wekî kiryarake zalimane a li dijî pîvanên mirovajiyê pênase kir û daxwaza vekolînê kir.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …