Tirkiye ket riyeke ne bi xêr

Ji ber manîpulasyona AKP’ê ya di dema jimartina dengan de, encamên hilbijartinê bi derengî hatin eşkerekirin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ragihand, Recep Tayyîp Erdogan % 49.51 û Kemal Kiliçdaroglu % 44.88’ê dengan wergirtine.

Lewma jî hat ragihandin, di 28’ê Gulanê de tûra duyemîn a hilbijartina serokatiyê bê lidarxistin.

Hilbijartina Giştî û serokomariyê ya Tirkiyeyê di 14’ê Gulanê de hate lidarxistin.

Di hilbijartinê de du bloqên siyaseta tirk, Tifaqa Komarê ya AKP-MHP û Tifaqa Milet a di bin pêşengiya CHP’de hatin pêşberî hev.

Xetereya mayindebûna rejîma Erdogan bû sebeb, çavên herkesî li ser encamên dengdana ji bo serokatiyê be.

Ji ber manîpulasyona AKP’ê ya di dema jimartina dengan de, encamên zelal bi derengî hatin eşkerekirin.

Kurdistan û herêmên Marmara, Ege û Derya Spî ya Tirkiyeyê ji serokatiya T.Erdogan re gotin “na”. (Bianet) 

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ragihand, Recep Tayyîp Erdogan % 49.51 û Kemal Kiliçdaroglu % 44.88’ê dengan wergirtine.

Lewma jî hat ragihandin, di 28’ê Gulanê de tûra duyemîn a hilbijartina serokatiyê bê lidarxistin.

Divê di dengdana duyemîn de yek ji namzetan 50 ji % dengan bi dest bixe û bibe serokomar.

Arîtmetîka Parlamentoya Tirkiyeyê

AKP’ya ku ev 20 sal in li ser kar e, di hilbijartina ji bo parlamentoyê de dengên xwe kêm kir û 35 ji % dengan wergirt.

266 parlamenter bûn para vê partiyê û bi vî awayî AKP di parlamentoyê de piraniyê winda kir.

Partiya Komarê ya Gel (CHP) li gorî hilbijartina dawî, dengên xwe zêde kir.

Kurdistan dengê xwe da Partiya Çep a Kesk (YSP). Piraniya dengên peravên rojava û başûr ên Tirkiyeyê tevlî paytext Enqereyê çûn ji CHP’Ê re. (Bianet) 

Ev partiya Kemalîst bi rêjeya 25 ji % dengan bû xwediyê 168 kursiyên di parlemenê de.

Partiya Çepên Kesk YSP ya ji Kurdan desteka xwe girt, li derdora 9 ji % dengan wergirt û bû xwediyê 62 kursiyên di Parlamentoya Tirkiyeyê de.

Tifaqa Ked û Azadiyê ya di bin pêşengiya YSP’ê de li gorî encaman 66 wekîl bi dest xistin

Herçiqas YSP’ê li 13 bajarên Kurdistanê bû yekemîn jî, li gorî hilbijartina berê dengên partiyê kêm bûn.

Dı hilbijartinên Tirkiyeyê de du partiyên netewperest û rasîst ên Tirkiyeyê jî bi performansa xwe balê kişandin.

Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) 51 û IYI Partî jî 44 wekîl şandin parlamentoyê.

Infowelat

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Konferansa Parlamentoya Ewrûpayê ya li ser girtîyên siyasî

Endamê Parlamentoya Ewrûpayê Massîmîlîano Smerîglîo, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Mafên Mirovan a …