Neteweyên Yekbûyî agirbesta Xezayê qebûl kir

Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî dawîya dawî li ser agirbesta Xezayê li hev kir.

14 welatên endam ên konseyê dengên erê dan pêşnûmeyê lê Rûsya deng bi kar neanî û bêalî ma.

Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî dawîya dawî li ser agirbesta Xezayê li hev kir.

Endamên konseyê di dengdana duh de pêşnûmeya agirbestê qebûl kirin.

14 welatên endam ên konseyê dengên erê dan pêşnûmeyê lê Rûsya deng bi kar neanî û bêalî ma.

Îsraîl vê carê agirbesta ku dixwaze aramîyê li herêmê serdest bike, qebûl kir.

Hamasê jî bi daxuyanîyekê got, ew ê agirbesta konseyê qebêl bike.

Di pêşnûmayê de agirbest ji sê qonaxan pêk tê.

Di qonaxa yekemîn de tê plankirin, agirbestek demkurt kesên di şer de dîl hatine girtin bên pevguherandin.

Qonaxa duyemîn, bi rawestandina şer bi temamî û vekişîna hêzên Îsraîlî ji Xezayê pêk tê.

Qonaxa sêyemîn  jî ji jinûveavakirina Xezeyê pêk tê.

Şerê li Xezayê ev 8 meh in dewam dike û di şer de herî kêm 35,000 filistînî û 1,400 îsraîlî hatin kuştin.

—————————————————–

Foto: Dengdana Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …