Îsland di 17ê hezîrana 1944an de bû welatekî serbixwe.
Li giravê di 20ê gulana 1944an de referandûma serxwebûnê li dar xist.
Serxwebûna welêt bi rêjeya ji % 95ê welatîyan hat qebûlkirin.
Îsland di 17ê hezîrana 1944an de bû welatekî serbixwe.
Îsland dema serxwebûna xwe ragihand, ji alîyê hiqûqa navneteweyî ve parçeyeke Denmarkê bû.
Girav di 1262an de ketibû bin kontrola Norwêcê û di 1380an de jî bûbû parçeyeke Kralîyeta Denmarkê.

Elîtên xwende yên Îslandî ji sala 1814an û şûn ve fikra serxwebûnê li giravê belav kirin.
Tevgera serxwebûnxwaz di salên 1850an de di bin lîderîya Jón Sigurðsson de hêza xwe xurt kir.
Denmark di 1874an de destûreke bingehîn û otonomîyeke dorteng a Îslandê qebûl kirin.
Di sala 1918an de her du alî Qanûna Yekîtîya Denmark-Îslandê mor kirin.
Ev qanûna her du welat dianî cem heb, wê heta 25 salan hebûna xwe bidomanda.
Îsland bi vê qanûnê dibû wekî dewletokeke di bin kontrolele sist a Taca Denmarkê de.
Di 1940î de Denmark ji alîyê Almanyayê ve hat dagirkirin û parlamentoya Îslandê Althing erkên parastina welêt û têkiliyên navneteweyî xist bin kontrola xwe.
Di heman salê de Brîtanyayê bi mebesta li Atlantîkê rê li Almanyaya Nazî bigire, Îslandê dagir kir.
Îsland ber bi bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve, di 20ê gulana 1944an de referandûma serxwebûnê li dar xist.
Serxwebûna welêt bi rêjeya ji % 95ê welatîyan hat qebûlkirin.
Di 17yê hezîrana heman salê de Îsland wekî komarekê serxwebûna xwe ragihand û Sveinn Björnsson bû serokê welêt.
……………………………….…………………..
Foto: Ala Îslandê
Infowelat