Îsland giravake li bakurê Okyanûsa Atlantîkê ye

Bruksel “sembolîzma faşîst” şermezar kir

Meseleya bikaranîna sembolên faşîst bi vîdyoyeke baskê ciwanan a Fratelli d’Italia ket rojevê.

Komîsyona Ewrûpayê bi daxuyanîyekê bikaranîna sembolên faşîst şermezar kir.

Berdevkê Komîsyona Ewrûpayê Eric Mamer bikaranîna sembolên faşîst şermezar kir.

Mamer di daxuyanîya xwe ya duh de vê bersivê da pirsa li ser mijarê:

“Sekna Komîsyona Ewrûpayê û seroka wê Ursula von der Leyen a li ser sembolîzma faşîst pir zelale: em bawer dikin ev ne tiştekî baş e. Em vê şermezar dikin û bi ya me ji alîyê ehlaqî ve jî tiştekî şaş e.”

Meseleya bikaranîna sembolên faşîst bi vîdyoyeke baskê ciwanan a Fratelli d’Italia ketibû rojevê.

Endamên Gioventu Nazionale ku baskê ciwanên a vê partîyê ye, di vîdyoyeke Fanpage de  lîderê faşîst ê berê yê Îtalyayê Benito Mussolini silav kiribûn.

Fanpage piştî vê bûyerê lêpirsînekê dabû destpêkirin û bi vî awayî mijar ketibû rojevê.

Fratelli d’Italia di 2022an de ji % 26ê dengan girtibû û  bi serokwezîrîya Giorgia Meloni hukumeta Îtalyayê ava kiribû.

Meloni li Îtalya û derveyê welat ji ber sempatîya wê ya ji bo Mussolini û polîtîkayên li dijî penaberan û Yekîtîya Ewrûpayê rastî sûcdarîyan hatibû.

Tevî ku Meloni li ser xeta rasta radîkal e jî, wê di rêveberîya xwe de heta niha bi Yekîtîya Ewrûpayê re li hev kir û alîyê xwe yê îdeolojîk zêde dernexist pêş.

….……………………………………………..

Foto: Logoya partîya Giorgia Meloni ya li ser kar 

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Zanîngehên Amerîkayê di ber xwe didin

Zanîngehên Amerîkayê li hemberê midaxaleyên Donald Trump di ber xwe didin. Zêdetirî 100 zanîngehan li …