Lîderên ewrûpî di civîna Brukselê de ji bo serokatîya Ursula von der Leyenê biryarekê nedan.
Partîya Leyenê EPP (Partîya Gel a Ewrûpayê) dixwaze careke din ew bibe serokê Komîsyona Ewrûpayê.
Gelo ew ê Ursula von der Leyen careka din bibe serokê Komîsyona Ewrûpayê?
Ev pirs piştî hilbijartina ji bo Parlamentoya Ewrûpayê û vir ve di rojeveyê de ye.
Partîya Leyenê EPP (Partîya Gel a Ewrûpayê) di hilbijartinê de piranîya parlamentoyê bi dest xistibû.
Loma jî şensê Leyenê ya ji bo careka din bibe serokê komîsyonê zêde bû.
Tevî vê jî, lîderên ewrûpî di civîna êvara duşemê de li ser namzetîya wê biryarekê nedan.
Ev jî nîşan dide, di vê mijarê de muzakereyên dijwar tên meşandin.
Leyen namzeta CDU (Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan) e û serokatîyê wê di nava Yekîtîya Ewrûpayê rastî rexneyan tê.
Tê ragihandin, Leyen di qada polîtîkaya derve de zêdetir xwe derdixe pêş û bi vî awayî jî Parlamentoya Ewrûpayê bêqîmet dike.
Ji bilî serokatîya komîsyonê, divê welatên Yekîtîya Ewrûpayê li ser rêveberên nû yên Konseya Ewrûpayê, Parlamentoya Ewrûpayê û şefê/a polîtîkaya derve jî lihev bikin.
EPP ji bo serokatîya Parlamentoya Ewrûpayê seroka heyî Roberta Metsolayê pêşnîyaz dike.
Ji bo serokatîya Konseya Ewrûpayê, li ser navê serokê Portûgalê Antonio Costa û ji bo polîtîkaya derve jî li ser navê serokwezîra Estonyayê Kaja Kallas hatîye lihevkirin.
Lîderên Yekîtîya Ewrûpayê wê li Brukselê di 27-28ê hezîranê de careke din bicivin û ji bo çar pozîsyonên herî giring ên Yekîtîya Ewrûpayê li ser navan li hev bikin.
….………………………………………………
Foto: Ursula von der Leyen
Infowelat