Holanda di 1621’an de bi riya hêza xwe ya deryayî, li başûrê Asyayê û li hin deverên li dora Deryaya Karayîbê dest bi bazirganiya koleyan kir.
Di navbera 300 salan de li derdora milyonekî Afrîkî ji aliyê Holandiyan wekî kole hatin firotan û hin ji wan jî ji bo çandiniya şekir di zeviyan de hatin xebitandin.
Dîrokzanên zanîngeha Leyden a li Holandayê, derxistin holê ku, 16 damezrînerên De Nederlandsche Bank (Bankeya Holandayê –DNB) rasterast bi bazirganiya koledariyê serweta xwe bi dest xistiye.
Hin ji damezrîneran, xwediyê plantasyonên şekir bûne û hin ji wan jî fînansor û bazirganên çekan bûne.
Ev agahiyên balkêş ku rûyê reş ê dîroka bankeyê nîşan dide, di encama vekolînekê de hatin bidestxistin.
Li gorî detayên vekolînê, 40 %’ê sermiyana bankeya holendî, rasterast ji keda koleyên li Sûrînam û giravên Deryaya Karayîbê hatiye bidestxistin.
Holanda di 1621’an de bi riya hêza xwe ya deryayî, li başûrê Asyayê û li hin deverên li dora Deryaya Karayîbê dest bi bazirganiya koleyan kir.
Di navbera 300 salan de li derdora milyonekî Afrîkî ji aliyê Holandiyan wekî kole hatin firotan û hin ji wan jî ji bo çandiniya şekir di zeviyan de hatin xebitandin.
Mukurhatina Bankeya Îngilistanê
Mijara rola bankeyên ewrûpî ya di bazirganiya koledariyê de cara pêşî di 2020’an de Bank of England (Bankeya Îngilistanê) ketibû rojevê.
Di 19yê hezîranê vê salê de bankeya navenda wê li Londonê ye ji ber vê yekê lêborîna xwe xwestibû.
Li gorî binkeyê agahiyan a Zanîngeha Koleja Londonê, di sedsala 18 û 19.de 25 rêvebirên vê bankeyê xwediyê koleyan bûne û hin ji wan bazirganiya koleyan kirine.