Helbestên kurdî bi îspanyolî hatin weşandin

5 helbestên Celal Melekşa yê ji rojhilatê Kurdistanê li Costa Ricayê hatin weşandin.

Ev helbest ji kurdî ji bo îspanyolî hatin wergerandin û di kovara Quimera Magazinê de cî girtin.

Cara ewil li Costa Ricayê berhemên ji wêjeya kurdî hatin weşandin.

5 helbestên kurdî yên hatin weşandin yên helbestvanê ji rojhilatê Kurdistanê Celal Melekşa ye.

Ev helbest ji kurdî ji bo îspanyolî hatin wergerandin û di kovara Quimera Magazinê de cî girtin.

Wergera helbestan ji aliyê Jiyar Homer û Isabel Lopezê ve hate kirin.

Jiyar Homer werger û edîtorê kurdî yê Zanîngeha Amerîkayê ya li Silêmaniyê ye.

Isabel Lopez jî bi eslê xwe ji Venezûelayê ye û niha li Amerîkayê ligel xwendekariya zanîngehê, wergêrî û edîtoriyê dike.

Kî ye Celal Melekşa?

Melekşa ji bilî nivîsîna helbestan, berhemên Şêrko Bêkes, Ebdilah Pêşew û Letîf Helmet jî wergerand zimanê farisî.

Li aliyekî din jî, berhemên Melekşa li îngilîzî, fransî, rûsî, erebî, swêdî û farisî hatin wergerandin.

Melekşa yek ji pêşengê helbesta modern a kurdî tê qebûlkirin.

Ew,  di 1952’an de li bajarê Senendej ê li rojhilatê Kurdistanê hate dinyê.

Celal Melekşa (1952-2020)

Wî cara ewil di 1966’an de dest bi nivîsandina helbestên bi farisî kir.

Lê ji ber berhemên xwe di 1969’an de hate girtin û îşkenceyê hat.

Wî di 12 salên di girtîgehê de xebata xwe domand û helbestên wî di kovaran de hatin weşandin.

Piştî 1978’an Melekşa helbestên xwe bi kurdî nivisî û di 2004’an de pirtûkeke helbestan weşand.

Celal Melekşa di dema rejîma Humeynî de jî rastî zilmê hat û xebatên wî hatin qedexekirin.

Melekşa ji bilî nivîsîna helbestan, berhemên Şêrko Bêkes, Ebdilah Pêşew û Letîf Helmet jî wergerand zimanê farisî.

Li aliyekî din jî, berhemên Melekşa li îngilîzî, fransî, rûsî, erebî, swêdî û farisî hatin wergerandin.

Celal Melekşa di 31ê cotmehê ya 2020’an de jiyana xwe ji dest da.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Vietnam di 1954an de bû welatekî serbixwe

Di 7ê gulana 1954an de şervanên vietnamî artêşa fransî têk birin. Serkeftina leşkerî derî li …