Greenland li ser rêya serxwebûnê ye

Girava herî mezin a cîhanê Greenland di 1814an de ji aliyê Denmarkê hat dagirkirin. Denmarkî heta 1953an vî welatê fireh lê nifûsa wê pir kêm bû, wekî kolonî bi rê ve birin. Paşê, di 1953an de Greenland wekî parçeyeke erdên Denmarkê hat qebûlkirin. Denmarkê di 1979an de mafê otonomiyê da giravê û gelek erkên xwerêvebirinê transfer kir.

Profîl

Nifûs: 55,877 (2018)

Berfirehbûn: 2,166,086 km2

Paytext: Nuuk

Zimanê fermî: Grondlandî

Destpêka xweseriyê: 1979

Kurtedîrok

Greenland bi erda xwe ya di ser 2 milyon  km2 girava herî mezin a cîhanê ye. Li ser vê erda berfireh miletek otokton ê bi navê inuit dijî. Inuit ji bilî Greenlandê, li herêmên li bakurê Kanadayê jî xwedî hebûneke berbiçav in.

Ev girava ku di navbera Okyanûsa Atlantîk û Arktîkê de cî digire, di 1814an de ketiye destên Denmarkê. Di sala 1953an de Denmark dawî li statuya kolonîbûna Greenlandê anî û wê rasterast kir parêzghek girêdayê xwe. Di  salên 1960-70an de siyaseta giravê derketiye holê û daxwaza xweseriyê ketiye rojevê.

Di sala 1974’an de Partiya Inuit ku doza berfirehkirina mafên giraviyan dikir, hat damezrandin. Lê heta 1979an destûr nehatiye dayîn ku namzetên partiyên giravê li ser navê partiyên xwe beşdarê hilbijartina ji bo meclîsa şêwirmandiyê ya giravê bibin. Di 1979’an de Denmark statuya otonomiyê ya giravê qebûl kiriye û hêzên nû transferê Parlamentoya Greenlandê kiriye.

Greenland û herêma Arktîkê/Research.com

Referandûm û otonomî

Ev referandûm ji bo berfirehkirina erkên di destên rêvebiriya herêmî de hatiye lidarxistin û ji çaran sêyên welatiyên li giravê ji xweseriya berfireh re gotine ‘erê’.

Di encama vê referandûmê de nasnemeya xwerû ya welatiyên giravê û mafê self-determînasyona Greenlandê hatiye naskirin. Di heman demê de zimanê greendlandî li ser erda giravê bûye tekane zimanê fermî.

Bi dûv referandûmê re, ji bilî têkiliyên derve, parastina welat, welatîbûn û pereyê giravê, di 32 qadên nû de hêzên nû ji Kopenhagê transferê Greenlandê hatine kirin. Hêjayî gotinê ye, bi transferên nû berpirsiya çavkaniyên xwezayî bi tevahî ji rêvebiriya herêmî re hatiye hiştin.

Di çarçoveya her du qanûnên 1979 û 2009an de Greenland dikare parlamento û hikumeta xwe hilbijêre. Perwerde, tenduristî, masîgirî, çavkaniyên xwezayê û parastina xwezayê qadên di destên rêvebiriya herêmî de ne.

Otonomî, parlamento û hikumet

Erkên rêvebiriya herêmî cara pêşiyê bi Qanûna Xwerêvebirinê ya 1979an a Parlamentoya Denmarkê hatine diyarkirin. Paşê, bi Qanûna Otonomiyê ya 2009an erkên rêvebiriya Greenlandê hatine berfirehkirin.

Di çarçoveya her du qanûnan de Greenland dikare parlamento û hikumeta xwe hilbijêre. Perwerde, tenduristî, masîgirî, çavkaniyên xwezayê û parastina xwezayê qadên di destên rêvebiriya herêmî de ne.

Otonomiya Greenlandê di Destûra Bingehîn a Denmarkê de de cî nagire. Erkên xweseriyê di du qanûnên li ser xweseriya Greenlandê hatine qebûlkirin. Ev her du qanûn di nava sîstema destûra bingehîn de cî nagirin lê xwedî ciyekî taybet in. Di çarçoveya modela xweseriya Denmarkê de ku ji bo Giravên Faro jî tê bikaranîn, berfirehkirina otonomiyê bi hevdîtînên dualî pêk tê. Destûra Bingehîn bi tenê qala mafên Giravên Faro û Greenlandê ya ji bo temsîlkirina wan a di Parlamentoya Denmarkê de (Xala 42.8) dike. Li gorî vê, Greenland dikare du nûnerên xwe bişîne parlamentoya li Kopenhagê.

Parlamentoya Greenlandê ya bi navê “Inatsisartut” ji 31 endamên ku ji çar salan carekê tên hilbijartin, pêk tê. Parlamento salê du caran, di payiz û biharê de dicive û li ser meseleyên bi Greenlandê re eleqeder in biryaran dide. Hikumeta giravê “Naalakkersuisut” ku ji aliyê serokwezîr ve tê birêvebirin, ji aliyê parlamentoyê tê hilbijartin. Di bin banê hikumetê de gelek departmanên wekî wezîrtiyan tevdigerin, hatine damezrandin.

Di encamên civînên Komîsyona Denmark-Greenlandê de li hev hatiye kirin, di warê têkiliyên derve de mafên hikumeta herêmî bê zêdekirin. Di çarçoveya lihevhatina her du aliyan de, nûnerên Greenlandê dikarin beşdarê civînên navneteweyî bibin ku rasterast bandorê li berjewendiyên giravê dikin. Greenland di heman demê de endamê Konseya Nordîk e ku ji Denmark û welatên Îskandînavyayê pêk hatiye.

Meseleya serxwebûnê

Di sala 2023an de pêşnûmaya destûra bingehîn a welatekî serbixwe hate rojeva Parlamentoya Greenlandê. Belgeya pêşnûmayê ji aliyê komîteyeke parlamentoyê ve hat amadekirin.

Di sala 2023an de pêşnûmaya destûra bingehîn a welatekî serbixwe hate rojeva Parlamentoya Greenlandê. Belgeya pêşnûmayê ji aliyê komîteyeke parlamentoyê ve hat amadekirin.

Pêşnûmaya ku ev çar sal in bi baldarî tê amadekirin, ji 49 paragrafan pêk tê ku bi zimanê greenlandî hatine nivîsandin.

Yek ji xala di belgeyê de cî digire têkiliya azad a Greenlandê ya bi Denmarkê re ye. Li gorî vê, Greenland wê bi Denmarkê re xwedî peymaneke azad be ku di çarçoveya vê de wê statuya xwe bi serbestî diyar bike. Ev xal, ji aliyê pisporên mijarê ve wekî gaveke ber bi serxwebûnê ve tê qebûlkirin.

Tevî ku naveroka pêşnûmayê bi giştî bi perspektîfa serxwebûnê hatiye nivîsandin, mijarên wekî dayina pasaportan û rêvebiriya edaletê cî nagirin.

Di vê belgeyê de zimanê greenlandî wekî tekane zimanê fermî yê welêt tê diyarkirin.

Ji bo muzakereyan 10 sal

Nûnerên siyasî yên Greenlandê di wê baweriyê de ne, piştî qebûlkirina destûra bingehîn a nû, wê di nava 10 salan de hukumeta giravê bi Denmarkê re dest bi muzakereyên serxwebûnê bike.

Di belgeya destûra bingejîn de nayê diyarkirin ka şefê siyasî yê Greenlandê wê wekî berê qral/qralîçeya Denmarkê be an na.

Herwiha di pêşnûmayê de agahiyên derbarê şêweyê hukumetê û serxwebûna welêt de gotinên teqez cî nagirin.

Di pêşekê pêşnûmaya destûra bingehîn de qala “dewleteke serdest” û di Xala 1. de jî peyva “dewleta xwedî mafê serdestiyê” cî digirin.

Tiştekî balkêş jî ev e, di pêşnûmayê de qala “transferkirina hin erkan ji bo dewletên din an rêxistinên navneteweyî tê kirin. Ev jî wekî îşareta ku Greenland hîn ji serxwebûnê re ne amade ye tê şîrovekirin. Dibe ku yek ji sebeban ev be, welêt salane 500 milyon Euro pere ji Denmarkê werdigire û dema bibe serbixwe wê vê alîkariyê bê sekinandin.

Nûnerên siyasî yên Greenlandê di wê baweriyê de ne, piştî qebûlkirina destûra bingehîn a nû, wê di nava 10 salan de hukumeta giravê bi Denmarkê re dest bi muzakereyên serxwebûnê bike.

Fotoyê sereke: Civîneke Parlamentoya Greenlandê ya di 2017an de /Highnorthnews.com

Infowelat

 

 

 

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …