10ê îlonê roja rizgarîya Gîne-Bîssaûyê ya ji kolonyalîzma Portûgalê ye.
Rizgarîya Gîne-Bîssaûyê bi rêya şerê gerîla û Şoreşa Qerenfîlê ya Portûgalê pêk hat.
Hêzên Portûgalî li bajaran asê man û gerîla herêmên gundewar bi dest xistin.
10ê îlonê roja rizgarîya Gîne-Bîssaûyê ya ji kolonyalîzma Portûgalê ye.
Portûgal di 10ê îlona 1974an de serwebûna vî welatê li rojavayê Afrîkayê naskir.
Şerê rizgarîyê li cîhanê wekî Şerê Serxwebûna Gîne Bîssaûyê tê naskirin.
Şerê di 1963an de dest pê kir, bi qasî 11 sal dom kir.
Aktorê şerê rizgarîya Gîne-Bîssaûyê PAIGC (Partîya Afrîkî ya ji bo Serxwebûna Gîne û Cabo Verde) e.
PAIGH di 1956an de ji alîyê Rafael Barbosa û Amilcar Cabral ve hat damezrandin.
Partîyê di sê salên ewil de xwest bi rêya xebata legal Gîne-Bîssaûyê rizgar bike.
Ji bo vê jî di nava karkerên veguheztina deryayî de xwe birêxistin kir.
Di 3ê tebaxa 1959an de li Bendera Bîssaûyê greveke giştî pêk hat.
Rêveberîya kolonyal a Portûgalê midaxaleyê çalakîyê kir û pêncî karker hatin kuştin.
Şerê gerîla
Piştî vê komkujîyê, PAIGH berê xwe da herêmên gundewar û dest bi amadekarîyên şerê gerîla kir.
Gîne û paytexta wê Conacry wekî ciyên hîndekarîyê û lojîstêkê hatin bikaranîn.
Yekîtîya Sovyetê, Kuba û çend endamên sîstema sosyalîst destekê dan PAIGHê.
Gerîla di demeke kurt de serfiraz bû û bandora xwe li qadên derveyî bajaran xurt kir.
Piştî demekê, li herêmên gundewar “qadên rizgarkirî” derketin holê û gerîla di şer de bi Artêşa Portûgalê re gihîşt hevsengîyekê.
“Vîetnama Portûgalê”
Êdî li seranserê cîhanê Gîne-Bîssaû wekî “Vîetnama Portûgalê” dihat pênasekirin.
Hêzên Portûgalî li bajaran asê man û gerîla herêmên gundewar bi dest xistin.
Ji vê nuqteyê şûn ve şer ber bi xitimandinekê ve çû; her du alî jî nekarîbûn hevûdû têk bibin.
Tevî ku Gîne-Bîssaû kolonîya herî biçûk bû û ne xwedî erdeke bi ber û çavkanîyên giring bûn, Portûgal nedixwest terka welêt bike.
Tirsa Portûgalê ev bû, rizgarîya vî welatî wê bandorê li kolonîyên Angola û Mozambîkê bike.
Di 1973an de lîderê şoreşê Amilcar Cabral bi sûîkastekê hat kuştin.
Lêbelê ev yek bandorê li pêşketina şoreşê nekir.
Serxwebûna Gîne-Bîssaûyê
Di îlona 1973an de Meclîsa Neteweyî ya Gel a di bin pêşengîya PAIGHê de serxwebûna welêt ragihand.
Çend welatên sosyalîst serxwebûna Gîne-Bîssaûyê nas kirin.
Di vê qonaxê de Portûgal ji ber şerê rizgarîya li kolonîyan ket nava alozîyeke kûr.
Artêşa Portûgalê di 1974an de bi derbeyekê dawî li dîktatorîya Salazar anî û ev jî derî li demokratîkbûna Portûgalê vekir.
Rêveberîya nû ya Portûgalê biryara vekişîna ji hemû kolonîyan da.
Hikumeta nû, di îlona 1974an de serxwebûna Gîne-Bîssaûyê naskir.
Saleke bi şûn ve jî serxwebûna Cabo Verdeyê ji alîyê Portûgalê ve hat naskirin.
——————————————
Foto: Ala Gîne-Bîssaûyê
Infowelat