Alozîya di navbera Yekîtîya Ewrûpayê û Hûngaryayê de (Macaristan) kûr dibe.
Wezîra Karên Derve ya Belçîkayê Hadja Lahbib jî duh di heman meseleyê de reaksîyon nîşanî hikumeta Orban da.
Alozîya di navbera Yekîtîya Ewrûpayê û Hûngaryayê de (Macaristan) kûr dibe.
Mijara sereke ya vê alozîyê polîtîkaya penaxwazan a Hûngaryayê.
Hûngarya çendekî berê cezayê lê hatibû birîn hincet nîşan da û bi şandina penaberan bo Brukselê gef li Yekitîya Ewrûpayê xwar.
Di daxuyanîyê de hatibû ragihandin, eger cezayê Yekîtîya Ewrûpayê neyê betalkirin wê Hûngarya bi otobusan penaberan bişîne Brukselê.
Reaksîyona ewil li hember vê gefê ji Şaredarîya Brukselê hat.
Şaredarê Brukselê Philippe Close bi parvekirineke xwe Hûngaryayê bi kirina “provokasyonê” sûcdar kir.
Herwiha, şaredar ji Belçîkayê daxwaz kir, otobusên ji Hûngaryayê tên li ser sînor bên astengkirin.
Wezîra Karên Derve ya Belçîkayê Hadja Lahbib jî duh di heman meseleyê de reaksîyon nîşanî hukumeta Hûngaryayê da.
Lahbib got, “polîtîkaya penaberîyê meseleyeke giran a hevpar e û divê bi rêya piştgirîya hemê dewletên endam bi rêk û pêk bê meşandin.”
200 milyon euro ceza
Dadgeha Edaletê ya Ewrûpayê (ECJ) ji ber binpêkirina mafên penaxwazan di hezîrana îsal de 200 milyon euro ceza li Hûngaryayê birîbû.
Dadgeha li Luxembourgê tevlî vê, biryar dabû ku Hûngarya rojane 1 milyon euro ceza bide.
Ev ceza heta hikumeta Budapeşteyê dawî li polîtîkaya xwe ya penaberîyê neyne wê dom bike.
—————————————
Foto: Wezîra Karên Derve ya Belçîkayê Hadja Lahbib/X.com
Infowelat