Ji bo weşanên kurdan çend gotin

Em van pirsan jî bikin: Çapemeniya me çima wisa dike? Bi rastî dizane çi dike, yan nizane, ji nezaniya xwe dike? Mesela Rûdawê nûçeya Meral Akşener neda dê çi biqewimiya? Hîç! Dê kesî biçûya bigota “Çima we nûçeya Akşener neda?” Na!. Wê çaxê çima?

Di vê nivîsê de emê berê xwe bidin çand weşanên kurdî/an. Min zû de nivîsîbû, erdhej ket navberê min dest jê berda. Lê wê rojê piştî nûçeya li ser Nêçîrvan Barzanî ez dîsa lê vegeriyam.

Werin yek bi yek, em bi ser mînakan re binêrin. Paşê belkî tiştin lê zêde bikin.

K24-Seroka Navçeyeke Amedê

K24 li Amedê bi Seroka Rêxistina AKP’ê ya Yenîşehîra Amedê Nûpel Kaya re axiviye û nûçe bi ser navê “Rêvebereke AK Partiyê: Mafê zimanê zikmakî dê di Destûra Bingehîn de cih bigre” (1) weşandiye.

Dema mirov ji dûr ve li vê sernavê binêre, dê çi tiştek xweşik bê ber çavên mirov ne? Lê ne wisa ye. Çima? Çimaya vê ev e: Partiyeke muxalefetê vê bêje tuyê bejî wele xweş dibêje, lê partiyeke ku 21 sal in desthilatdar e û hê jî di vî warî de gav neavêtibe vê bêje tuyê çawa bawer bikî?

Helbet ger mirov hay jê hebe ku AKP 21 sal in desthilatdar e mirov bawer nake, lê K24 ji me re nabêje ku AKP ev 21 sal in desthilatdar e û heta niha tiştek wisa nekeriye; ji niha û pêde dê çawa bike? Dîsa di nûçeyê ji xanimê jî napirsîne, ku “Ev 24 sal in we çima nekir?”

Ev aliyek meseleyê, aliyê din jî, em bibêjin ji hikumeta 21 salî be jî ger cîgerê serokwezîr/serokomar vê yekê bibêje, yan jî em bibêjin cîgerê serokê giştî vê bibêje qîmetek wê heye, lê li bajarekî û li wir jî seroka navçeyek ku tu giranî û qîmeta wê li asta jor nîn e vê dibêje.

Helbet ger mirov hay jê hebe ku AKP 21 sal in desthilatdar e mirov bawer nake, lê K24 ji me re nabêje ku AKP ev 21 sal in desthilatdar e û heta niha tiştek wisa nekeriye; ji niha û pêde dê çawa bike?

Ma ev dibe nûçe? Li gor K24 nûçe ye, lê li gor me, na. Tiştê hatiye kirin tenê rêya propagandaya partiyek e. Ha, ger pirsên li jor me rêz kirin jî bipirsiya, bersiva wan jî bida, wê çaxê dibû nûçe. Lê niha, ne nûçe ye.

Rûdaw-Meral Akşener

Rûdawê (2) bi sernavê “Meral Akşener Diyarbasir’da: İyi Partiyi Kurtler ve Turkler kurdu!” (Akşener li Amedê: Kurdan û Tirkan Îyî Partî avakiriye) nûçe weşandiye.

Nûçe ji serî heta binî gotinên Akşener in. Tu dibêjî qey ne nûçe, lê bultena partiya wan e. Bultenê bigirin raste rast biweşînin wê ew qas ne xweşik be. Kesê Akşenerê nas neke û bixwîne dê bêje çi xanimek hêja ye, binêr qala kurd û tirkan dike, lê nûçe qet xwendevanan nabe paşeroja wê, qala Akşenera berê nake û Akşenerek xweşik nîşanî xwendevanên xwe dide.

Ji bilî vê Akşener gotiye, “Kurdan, tirkan, zazayan”. Yanê kurd jî parçe kirine, lê di nûçeyê de rastkirina vê jî nîn e. Loma Rûdaw di vê nûçeyê de bûye bultena İyi Partî û pîroz be.

Botan Times û Wezîrê Tirk

Kesek dema vê nûçeya Botan Timesê bixwîne dê bêje “Her bijî wezîrê me, bi kurdî jî axiviye”. Lê Botan Timesê negotiye bi saya vî wezîrê gelek şaredariyên kurd niha bi kayûman têne birêvebirin.

Helbet kêfa min hat malpereke din li malperên kurdî zêde bû. Tam di nav vê kêfê de malperê twitek belav kir, “Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê got ‘ser çavan’.”

Ev çi ye? Çi zanim Botan Timesê belav kiriye. Em ditikînin, nûçeyê dixwînin, mesele fêm dibe: Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê beşdarî bernameya TRTKurdî bûye (jixwe hûn  dizanin ev kanal jî kanalê propagandayê ye) û berî dest bi axaftinê bike bi kurdî gotiye “Ser çavan”. Tenê ev. Ne zêde, ne kêm. Û Botan Timesê jî ev wekî nûçeyeke flash belav kiriye, û twit kiriye. (Piştî çend rojan Botan Timesê twita xwe jêbir).

Kesek dema vê nûçeya Botan Timesê bixwîne dê bêje “Her bijî wezîrê me, bi kurdî jî axiviye”. Lê Botan Timesê negotiye bi saya vî wezîrê gelek şaredariyên kurd niha bi kayûman têne birêvebirin. Mesela negotiye li Şaredariya Batmanê piştî ku kayûm hat tayînkirin (ku sûcê şaredar jî nîn e û şaredarê ji peywirê hatiye girtin niha li mala xwe ye) hemû xebatên kurdî hatin rawestandin.

Ger malper di nûçeya xwe de vê, yan jî paşagahiyan bide emê fêm bikin ku nûçeyeke rast saz kiriye, lê bêyî van paşagahiyan em bi rehetî dikarin bibêjin ev tiştê ku wan kiriye ne nûçe ye, belkî propaganda be. Kîjan edîtorî, çima tiştek wisa kiriye em nizanin, ne hewce ye em bizanibin jî. Axir kirin û gotin li holê ne.

Aborî-Bursa-Amedspor-Eker

Nûçeyeke me ya din ji Aborî ye. Aborî li Amedê malpereke bi tirkî ye. Nûçeyên li ser aboriyê belav dike lê nûçeya niha mijara me ye, meseleya êrîşa li hemberî Amed Sporê ya li Bursayê ye. Mebûsê AKP’ê yê Amedê Mehdi Eker gotiye, “Dema provokasyona li Bursayê gelek bi wate ye” (yan jî “gelek balkêş e”)

Aborî nûçe ji malpereke din girtiye û belav kiriye. Eker gotiye, “Em van dîmenan (Qest jê dîmenên êrîşê yên li Bursayê yên li dijî Amed Sporê derketine holê ne) qebûl nakin û bi şîdet şermazar dikin.”

Rojek Eker, yan jî ji partiya wan kes rabûye dijî van kirinan derketiye? Na. Baş e, Aborî ev aniye ziman yan na? Dîsa na. Wê çaxê me çi ji nûçeya wan fêm kir?

Baş e Aborî qet bibîrxistinek kiriye? Na. Mesela di sala 2016’an de Amed Spor dê ligel Sivas Belediyeyê bilîsta û li nava bajarê Sêwasê otel nedan Amed Sporê ku li wir bimînin, roja din herin maçê. Amed Spor ji mecbûrî 35 kîlometre dûrî bajêr li cihek bi cih bû, roja maçê bi hezar zehmetiyan raste rast çû stadê.

Li Enqereyê êrîşê reveberên Amed Sporê, ew birîndar kirin. Dîsa di van salên dawî de her hefte ji bo Amed Sporê biryara “qedexeya deplasmanê” didin. Rojek Eker, yan jî ji partiya wan kes rabûye dijî van kirinan derketiye? Na. Baş e, Aborî ev aniye ziman yan na? Dîsa na. Wê çaxê me çi ji nûçeya wan fêm kir?

Serokê Hêzên Çekdar-Barzanî-Rûdaw

Nûçeya me ya dawî ji Rûdawê ye ku nû derket. Bi xêra vê nûçeyê ez carek din li notên xwe vegeriyam. Wisa dest pê dike nûçe, “Di merasima mezûnkirina du tumenên girêdayî Wezareta Pêşmergeyan de Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axivî, “Ji bo sazîbûna Herêma Kurdistanê xurtir qewîn bibe û demokrasiya wê xurtir bibe emê hêzên Pêşmergeyan bikin hêzek yekbûyî ya neteweyî.” (4)

Çi gotinên xweşik, ne. Lê em vê dizanin, DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) ev çend sal in ji her du partiyan (PDK – YNK) re dibêje pêşmergeyan bikin yek lê tiştek tune ye. Herî dawî DYA’yê ew tehdîd kirin, got, hûn hêzên xwe nekin yek emê butçeya alîkariyê bi ser we de bibirin. Hê jî nekirine “yek”, hêzek yekbûyî saz nekirine. Dê kengê bikin? Em nizanin ji ber ku di nûçeyê de agahiyeke wisa nîn e.

Ji meraqa yekirinê wêdetir, meseleya me ya niha, madem “Hêzên Çekdar ê Kurdistanê” heye ku ji vê em hemû Herêma Kurdistanê fêm dikin, û ew jî serokê wan e, wê çaxê pirs di serê me de dertên holê: Dema ji Kerkûkê reviyan jî, dema ji Şengalê reviyan jî ev Hêzên Çekdar hebûn û serokê wan hebû. Wê çaxê divê me hesab ji serokê wan bipirsana ne? Yanê ne tenê partiyek, axir ê hemû Kurdistanê ye. Nûçe ji me re dibêji yê hemû Herêma Kurdistanê ye û em jî dipirsin, çima li van bajar û navçeyên navborî vekişiyan û sûc xistin stûyê partiyek tenê? Nûçe pirsek wisa dike? Na. Nûçe tiştek wisa dipirse? Na. Di rojeva çapemeniya me de tiştek wisa heye? Na. Ma ew qas “na” jî serê me diêşînin.

Encam

Li hemû dinyayê bi agahiyên rast, zelal, bi agahiyên ku bersiva pirsên di serê mirovan de zelal dibin weşan têne kirin. Welatên ku çapemeniya wan pêşketî be, pirsên rast bike, agahiyên rast bide ber xwendevan/guhdar/temaşevanên xwe ew welat pêşdikevin. Lê li welatên ku çapemeniya wan ne tu çapemenî be?

Em van pirsan jî bikim: Çapemeniya me çima wisa dike? Bi rastî dizane çi dike, yan nizane, ji nezaniya xwe dike? Mesela Rûdawê nûçeya Meral Akşener neda dê çi biqewimiya? Hîç! Dê kesî biçûya bigota “Çima we nûçeya Akşener neda?” Na!. Wê çaxê çima?

Mînak Aborî ew nûçe ji malpereke din negirta û belav nekira dê çi yê wê kêm ba? Qet!

Yan jî Botan Timesê ew nûçe belav nekira, ma dê ji wezaretê lê bigeriyana û bigota we çima belav kiriye? Na.

Welhasil halê çapemeniya me ev e. De êdî wê halê me çi be, ez nizanim.

——————-

Ev gotara ji aliyê Cemil Oguz ve hatiye nivîsandin,  di Diyarnameyê de hatiye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca …