Liz Truss îstifa kir

Di dawiyê de Liz Trussa bi tevahî bêçare ma, têkçûnê qebûl kir û îstifaya xwe ragihand.

Li Brîtanyayê de meqama serokwezîriyê bi îstifaya Boris Johnson  di meha tîrmehê de vala mabû.

Bêîstikrariya di siyaseta Brîtanyayê de bi îstîfayeke din derket asta herî bilind.

Serokwezîr Liz Truss ji ber zextên dawî yên li parlemenê û sektora fînansê, îstifa kir.

Bi vê encamê cara ewil lîderek brîtanî di nava 6 şeş hefteyan de dest ji karê xwe berda.

Riya diçe îstifaya Truss bi nakokiyên siyasî yên di nava Partiya Muhefazakar de dest  pê kir.

Komên ji lîderiya Truss nerazîbûn aloziya di nava partiyê de kûr kirin.

Derbeya duyemîna li hember Truss ji ber plana wê ya aboriyê pêk hat.

Trussê çend roj berê plana xwe ya aboriyê ya ji 50 milyar dolarî eşkere kir.

Ev destek wê ji bo kêmkirina baca welatiyan bihatana dayîn.

Lê piştî eşkerekirina pakêta aboriyê nirxê pereyê brîtanî pound kêm bû û Bankeya Îngilîz midaxale kir.

Ev jî parlemenê û Partiya Muhafazakar a Trussê xiste nava hereketê û serokwezîr di nava dorpêçeke siyasî de ma.

Di dawiyê de Liz Trussa bi tevahî bêçare ma, têkçûnê qebûl kir û îstifaya xwe ragihand.

Li Brîtanyayê de meqama serokwezîriyê bi îstifaya Boris Johnson a di meha tîrmehê de vala mabû.

Piştî pêşbirka siyasî ya Partiya Muhefezekar de Wezîra Karên Derve Liz Truss namzeyên din li dûv xwe hişti bû û bûbû serokwezîra Brîtanyayê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …