Orban: Polîtîkayên Ewrûpayê bêkêr in

 

Lîderê Hûngaryayê Vîctor Orban di meseleya Ûkraynayê de Ewrûpayê bi şerxwazî û bêkêriyê tometbar kir

Orban ji bo çareseriya meseleyê îşaret muzakereyên di navbera Washington û Moskowê de pêşniyaz kir

Lîderê rastgir ê Hûngaryayê Victor Orban vê carê bi daxuyaniyên derbarê krîza li Ûkraynayê kete rojeva cîhanê.

Victor Orban. Serokwezîrê Hûngaryayê ji 2010’an heta niha li ser kar e.

Orban di serdana xwe ya kêmara hûngar a li Romanyayê de, li ser meseleya Ûkraynayê axaftinekê kir.

Lîderê Hûngaryayê qala ambargoyên li hemberê Rûsyayê kir û got, tedbîrên aboriyê bi kêrî tiştekî nayên.

Herwiha Orban got, şerê li Ûkraynayê encax bi riya muzakereyên di navbera Wasîngton û Moskowê de dikare bi dawî bibe.

“Ewrûpa bandora xwe winda kir”

Serokwezîrê Hûngaryayê li ser helwesta global a di krîza dawî de jî axivî û ev gotinên balkêş kirin:

“Hêzên cîhanê yên wekî Çîn, Hîndistan, Brazîl, Afrîkaya Başûr, welatên Ereb û Afrîka vî şerî naxwazin. Piraniya welatan naxwazin tevlî şer bibin.”

Orban li ser polîtîkaya Ewrûpayê ya krîza dawî de jî sekinî û Yekitiya Ewrûpa bi meşandina polîtîkayeke bêkêr tometbar kir.

Orban got, ew bi xemgînî dikare bibêje, Ewrûpa bi stratejiya xwe ya heyî, giraniya xwe winda kiriye û lewma jî êdî nikare di vê meseleyê de bibe hêzeke xwedî bandor.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …