Partîyên Sosyalîst, Komunîst, Kesk û La France insoumise (Fransa Stû Natewîne an bi navekî din LFI) tifaqekê damezrandin.
Jean Luc Melenchonê xwedî karîzmaya sîyasî dixwaze bibe namzetê serokatîya ya vê tifaqê.
Lêbelê Sosyalîst, Komunîst û Kesk bi namzetîya Melenchon neqayil in.
Encamên hilbijartinên ji bo Parlamentoya Ewrûpayê siyaseta Fransayê ji binî ve dihejîne.
Partîya rasta radîkal RN ya di bin serokatîya Marine Le Penê de ji % 32ê dengan girtin.
Serfirazîya vê partîyê sîyaseta Parisê tevlîhev kir û Emanuel Macron biryara pêşhilbijartinê da.
Li alîyekî din, partîyên çep û kesk jî li hev kom bûn ji bo hilbijartina 30ê hezîranê biryara tifaqekê dan.
Partîyên Sosyalîst, Komunîst, kesk û partîya Jean Luc Melenchon La France insoumise (Fransa Stû Natewîne an bi navekî din LFI) tevlî vê tifaqê bûn.
Tevî ku tifaqa ji bo hilbijartinê ya bi navê Enîya Gel hatibe damezrandin jî, namzetê serokatîyê ya vê hevgirtinê ne dîyar e.
Jean Luc Melenchonê dixwaze bibe namzetê serokatîya Fransayê tifaqê.
Melenchonê heta niha sê caran bûye namzetê serokatîyê, di nava lîderên mixalif de yê herî zêde xwedî karîzmaya sîyasî ye.
Tevî vê jî, partîyên din ji ber sekna radîkal a Melenchon a di meseleyên rojevê de, zêde bi namzetîya wî neqayil in.

Sosyalîst, Komunîst û Kesk radigihînin, ew ê destekê nedin namzetîya Melenchon.
Hilbijêrên çepgir hêvî dikin, tifaq meseleya namzetê li dûv xwe bihêle û bi xurtî dest bi kampanyaya xwe ya ji bo hilbijartina pêşwext bike.
….……………………………………………………..
Foto: Jean Luc Melenchon/ l’Humanite
Infowelat