“Galaksiya Piştevanên Hamasê”

Li gorî Enstîtuya Fransî ya Meseleyên Navneteweyî û Stratejîk (IRIS), Qeter mehane 30 milyon dolar dişîne ji Hamasê re.

“Îsmaîl Haniye par di hevpeyvîneke bi El Cezîreyê re eşkere kir, Îran 70 milyon dolar pere da Hamasê.”

France 24 li ser welatên destekê didin Hamasê gotarek bi sernivîsa “Qeter, Îran, Tirkiye û ji wan wêdetir: Galaksiya Piştevanên Hamasê” weşand.

Tevna televîzyonên nûçeyên cîhanê yê Fransayê, Qeter, Îran û Tirkiyeyê wekî sê welatên destekê didin Hamasê nîşan da.

Gotara derbarê mijarê de ya ji aliyê Jean-Luc Mouner ve hat nivîsandin, di malpera Îngilîzî ya France 14’ê de hat weşandin.

Mouner diyar kir, di rojên dawî de Cezayir, Îran, Sûdan û Tunis bi eşkereyî desteka xwe ya ji bo Hamasê ragihandin.

Li gorî nivîskar,  desteka esasî ya ji bo vê rêxistinê ji aliyê Qeter, Îran û Tirkiyeyê ve tê dayîn û ev piştgirî bi formên aborî, leşkerî û îdeoojîk pêk tê.

Desteka fînansê û polîtîk a Qeterê

“Têkiliyên Qeter û Hamasê ne tenê aborî ye lê polîtîk in jî. Şefê Hamasê Îsmaîl Hanîye ji 2012’an û vir ve li Dohayê ye û ofîsa polîtîk a vê tevgera îslamî li paytexta Qeterê ye.

Nivîskar dide zanîn, li gorî Enstîtuya Fransî ya Meseleyên Navneteweyî û Stratejîk (IRIS), Qeter mehane 30 milyon dolar dişîne ji Hamasê re.

Hin agahiyên derbarê hevkariya Qeterê de wiha di gotarê de cî digirin:

“Dayina pereyan li ser navê heqdestên karmendên li Xezayê pêk tê û em pir baş pê dizanin karmend endamên Hamasê ne.”

“Têkiliyên Qeter û Hamasê ne tenê aborî ye lê polîtîk in jî. Şefê Hamasê Îsmaîl Hanîye ji 2012’an û vir ve li Dohayê ye û ofîsa polîtîk a vê tevgera îslamî li paytexta Qeterê ye.

Îran û “Eniya Berxwedanê”

Nivîskar dibêje, “Îran bi riya Hamas, Cîhada Îslamî ya Filistînê û Hîzbulaha Libnanê ‘Eniya Berxwedanê’ ya li dijî Îsraîlê ava dike.

Hin tespîtên derbarê Îranê de wiha ne:

“Asta duyemîn a desteka Îranê li ber çavan pêk nayê: Ev ji desteka fînansî û lojîstîk a Pasdaranên Îranê pêk tê.”

“Haniye par di hevpeyvîneke bi El Cezîreyê re eşkere kir, Îran 70 milyon dolar pere da vê koma Filistînî. Li gorî weşaneke 2020’an a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Tehran salane 100 milyon dolar pere dide komên çekdar ên Filistînê.”

Tirkiye û desteka polîtîk

“Tirkiye di salên dawî de xalîçeyên sor li bin lingên Hamasê raxist. Haniyeyê ku bi awayekî dilxwazî li sirgûnê di navbera Qeter û Tirkiyeyê de dijî, gelek caran serdana Enqereyê dike.”

Têkiliyên Tirkiye-Hamasê di gotarê de bi kurtahî cî digire û tê ragihandin, Tirkiyeyê ‘desteka retorîkê’ dide Hamasê.

Ji bo Tirkiyeyê wiha tê nivîsandin:

“Dema bi Qeter û Îranê re bê hevrûkirin, desteka Tirkiyeyê ji ya fînansî û leşkerî bêtir “polîtîk e”.

“Cigîrê serokê Enstîtuya Fransî ya Meseleyên Navneteweyî û Stratejîk dibêje, ‘Tirkiye di salên dawî de xalîçeyên sor li bin lingên Hamasê raxist. Haniyeyê ku bi awayekî dilxwazî li sirgûnê di navbera Qeter û Tirkiyeyê de dijî, gelek caran serdana Enqereyê dike.”

“Piştî êrişa 7’ê Cotmehê, Enqere hewl da di navbera Îsraî-Filistînê de navbeynkariyê bike. Erdogan ewil banga li Îsraîl û Hamasê kir ‘destekê bidin aştirê’ û paşê ‘rêbazên şermê’ yên Îsraîlê ku parçeyeke bersiva leşkerî ya li dijî Şerîda Xezayê bû, şermezar kir.”

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …