Sîstema cîhanê ji bo avhewayê li hev kir

Welatên cîhanê li COP 28an hedefên xwe yên ji bo guherîna avhwayê diyar kirin.

Beşdarên konferansa cara ewil ji bo pêdiviya kêmkirina bikaranîna sotemeniyên fosîl li hev kirin.

Ji bo tezmînkirina zirarên ku guherîna avhewayê dide welatên xizan û civakên xwecî, hedefên zelal nehatin diyarkirin.

Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP28 bi dawî bû.

Welatên cîhanê yên tevlî vê bernameyê bûn, di meseleya guherîna avhewayê de hedefên xwe diyar kirin.

Beşdarên konferansa, li Dubaîyê cara ewil ji bo pêdiviya kêmkirina bikaranîna sotemeniyên fosîl li hev kirin.

Ev yek wekî serfiraziya herî mezin a vê bernameya cîhanî tê qebûlkirin.

Ji ber ku di serî de Yekitiya Mîrektiya Ereb û welatên din ên xwediyê çavkaniyên enerjiyê, nedixwestin ev yek di nava hedefên konferansê de cî bigire.

Welatên bi sotemeniyên fosîl (petrol, gaz, komir) debara xwe dikin an ji bo aboriya xwe pêdiviyê pê dibînin, naxwazin hilberîna van berheman bê sînorkirin.

Bi giranî, bi mixalefeta Ewrûpa û Amerîkayê di konferansê de pêşî li vê daxwazê hat girtin.

Herçiqas konferans ji vî alî ve serfiraz be jî, ji bo fînansekirina welatên xizan rewş cuda bû.

Ji bo tezmînkirina zirarên ku guherîna avhewayê dide welatên xizan û civakên xwecî, hedefên zelal nehatin diyarkirin.

Welatên dewlemend ji bo fona tezmînkirina zirarê terxankirina pereyên pêwîst qebûl nekirin.

Bankeya Cîhanê ragihandibû, divê fona navborî herî kêm 700 milyon dolar be.

Lê welatên dewlemend heta niha bi tenê soza alîkariya 300 milyon dolarê vê fonê dan.

Aktîvîstên avhewayê diyar dikin, ji bo planeke têkûz a parastina avhewayê pêdivî bi sedan milyar dolarî heye.

Di peymanê de rêbaza alternatîf a li hemberê bikaranîna sotemeniyên fosîl enerjiya paqij wekî alternatîf hat nîşandan.

Lê ev yek jî bi awatekî xurt û bi detay di peymanê de cî negirt.

Kêmasiya beşdariya sivîl 

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî  got, ji ber kontrola hişk a li ser beşdarên sivîl, Yekitiya Mîrektiya Ereb sûcdar kir.

Li alîyekî din, civaka sivîl a navneteweyî ji ber kêmasiya mekanîzmayên beşdariya qada sivîl rexneyên tund li konferansa avhewayê kirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi daxuyaniyekê balê kişand ser vê mijarê û ji ber kontrola hişk a li ser beşdarên sivîl, Yekitiya Mîrektiya Ereb sûcdar kir.

Rêxistinê got, beşdarên sivîl bi tirsa wê rastî girtin û lêpirsînê werin, bi awayekî azad mafên xwe yên protestoyê bi kar neanîn.

Infowelat

Foto: Konferansa Guherîna Avhewayê COP28 /Foto: Unfccc.int

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …