Siyasetvanên Kurd bi kurdî naaxivin. Kêmasiyeke din jî ewe ku kurdî di ramana roja iroyên de naye afirandin. Bi kurdî raman nayê afirandin. Dema axaftin bi tirkî be raman jî bi tirkî ye. Dema raman bi tirkî be axaftin jî bi tirkî ye. Lê gava ku bi kurdî tê axaftin ew raman hemû li hêleke din dimine. Divê ew ramana pewist ku em 100 sal in jê bêpar mane, di kurdî de bê avakirin
PENa Kurd konferansa bi navê “Ji bo bicîkirina benden Manifestoya Gîronayê” pêk anî.
Dr. Dîlawer Zeraq ku di bernameyê de gotarekê pêşkêş kir, ji Ajansa Welat re axivî.
Zeraq bi van gotinan îşaret bi pêdivîya pêşvebirina kurdî kir:
“80 sal in qedexerina ziman didome. Li tevahiya cîhanê bi mijara ziman pir zêde tê axaftin. Lê zimanê kurdî qels e. Tiştên pêwist ew e ku windabûna 80 salan, bi carekê nikarî paşve bînin. Divê em xebatek berfireh bikin. Di zemîneke xurt de divê em pêş bikevin. Kurdî 100 sal in ji gelek tiştan bêpar maye. Heger heyineke zaninî di kurdî de çênebe we hingê bi kurdî bi raman çênabê”
Zeraq di bersiveke xwe ye din de wiha rexne li sîyaseta kurd ku bi tirkî diaxive, kir:
“Bandora aştiyê li ser ziman zêde ye. Lê di aliyê siyasetê de kêmasî hene. Siyasetvanên Kurd bi kurdî naaxivin. Kêmasiyeke din jî ew e ku kurdî di ramana roja iroyên de naye afirandin. Bi kurdî raman nayê afirandin. Dema axaftin bi tirkî be raman jî bi tirkî ye. Dema raman bi tirkî be axaftin jî bi tirkî ye. Lê gava ku bi kurdî tê axaftin ew raman hemû li hêleke din dimine. Divê ew ramana pewist ku em 100 sal in jê bêpar mane, di kurdî de bê avakirin. Ku aştî pêş bikeve dê bandora erênî li ser pêşketina ziman bike. Zanîna cihanî divê em bi Kurdî hîn bibin.”
Foto: Dîlawer Zeraq