Dr. Dilawer Zeraq
Em dikarin bêjin; dekolînîkirin, ne jinavêrakirina çanda serdestan e; berevajîya wê, digel hebûna çanda serdestan û çanda neteweyên dîtir, veavakirina xwebûn û hebûna resen e. Her wiha, hem li ser hişberîya zimanî, ruhî, çandî û zanînî hem jî li ser veavakirina çand, nirx û kevneşopîyên xwe yên heyî ye ku gelek caran, çi bi awayên xwe yên berê çi bi awayên xwe yên modernkirî, hêmanên folklorîk jî tê de cî digirin.
Kurte
Asîmîlasyon; digel kartêkên xwe yên guherîner yên cur bi cur ku bi gelemperî encama lixwenebanbûnê (alienation) bi xwe re çêdike, di ser qonaxên duzimanîbûnê re berê kesên ku asîmîlasyon li wan diqewime, dide ber bi yekzimanîbûnê ve ku ev qonax di çarçoveya lixwenebanbûnê de asta herî jor e.
Her wiha, hem di qonax û demajoya asîmîlasyonê hem jî di qonaxa lixwenebanbûnê de, rêbazên serederîkirina bi asîmîlasyonê re hene; ev rêbaz, hemû jî di têgiha decolonisationê (dekolonîkirin) de dihewin ku mirov dikare wê bi kurmancî wekî “xweşûştina/xwepakkirina ji pêkanînên kolonyalîst” bi nav bike.
Digel ku gelek rêbaz û şêweyên dekolonîkirinê hene jî; ev rêbazên dekolonîkirinê, li gorî şêwe û rêbazên asîmîlasyonê diguherin. Em ê jî, di vê pêşkêşiyê de, behsa rêbazên dekolonîkirinê ya ji bo Kurdan bikin ku em wan wekî; 1) Qonaxa şiyarbûna li lixwenebanbûna xwe, 2) Qonaxa vegera li Xwebûn û Hebûna xwe, 3) Qonaxa avakirina Xwebûn û Hebûna xwe bi nav dikin.
Destpêk
Netewedewlet ji bo peyitandina heyîna xwe û danqebûlkirina rewabûna (meşrûbûna) xwe hewcetî bi hin hêmanên dîyarker yên dewletbûnê dibîne. Yek ji wan hêmanan, belkî jî girîngtirê wan, ziman e. Gava di deqbenda (konteksta) netewe-dewletê de tê gotin, ziman; bes yekzimanî tê famkirin ku ew jî zimanê netewedewletê ye û li ser piranîya etnîsîteyekê an jî bi rêya qanûna ku ji alî etnîsîteya serdest ve hatiye danîn, tê qebûlkirin. Pêwîstîya bi axaftin û nivîsîna bi zimanekî, çendî ku bi awayekî guherbar derdikeve pêşberî me jî, dîyardeyeke xweserî netewe-dewletê ye ku wekî dîrokî pir nû ye. Loma jî, zimanê etnîsîteyên hindikanî yên ku di nav netewedewletê de cî didin xwe, bi piranî ne li ser qanûnê ne û ji ber vê yekê jî, serdest meşrûbûna wan jî dixin ber gengeşeyê.
Ji ber ku di hemû waran de pêwîstîya netewedewletê bi ‘hevyek’î û ‘ahengî’yê heye, “Netewedewlet, di nav sînorên xwe de, li xwe û li hebûna xwe ferz dike ku zanava neteweyî û zanava polîtîk hevaheng û lihevguncandî bin. Û zimanê hindikanîyan bi kelepûr û paşdemayînê ve tê biyekkirin û wisa tê pênasekirin” (Durgun, 2014: 130). Netewedewlet, bi qanûndanînê, zimanê etnîsîteya piranîyê wekî zimanê netewe-dewletê qebûl dike; û ew ziman di heman demê de dibe zimanê fermî jî; statuyek bo wî ava dibe û di ser vê statu û fermîbûnê re jî meşrûbûna wê ji gengeşeyê tê birandin. Ji ber ku, “Netewedewlet polînkirina fermî hildiberîne” (Bourdieu, 2016; 205) qanûnîbûn statuteyeke polînkirî bo zimanê fermî çêdike û di warê meşrûbûnê de pêşî li wî zimanî vedike. Û ev yek jî rê û pêşî li asîmîlekirinê vedike û asîmîlsekirinê jî -di çav netewedewletê de- rewa dike.
Asîmîlasyon û Naveroka Wê ya Bicîanînê
Asîmîlasyon, wekî pêkanînên dorfireh yên dasepandinê, ew demajo ye ku tiştek/heyînek bi hin rê û rêbazên zorlêkirinê/zordestîlêkirinê, dikeve ber çerxa guherandin û veguherandinê û dibe tiştekî/heyîneke din. Belê asîmîlasyon, demajoyek e; demajoya pêkanîneke mêtingerîyê ye ku wekî berhem û pêkanîna kuşpenetîyeke qerase, ji alî serdestîyên mêtinger ve tê bicîanîn û li ser mirovan tê sepandin. Ji ber hindê jî, tevî ku bi gotina Albert Memmi, “bicîhatina asîmîlasyonê ne pêkan e” jî (Mbembe, 2021: 142), bicîanînên asîmîlasyonê û kartêkên wê, tu carî bi dawî nabin û asîmîlasyon; heta mirina mirovekî asîmîlasyon lê hatî/tê qewimandin, her tim -û heta mirinê- li dar e. Ji alîyê din ve, asîmîlasyon; di warê pêkanîna xwe de, bi temamî destkarîyeke derveyîn e ku ziman navgîneke kartêker û sereke ye ji bo gihîştina armancê.
Belê asîmîlasyon bi dawî nabe û ne vîrusek e ku bi antîvîrusekê û bi çalakîyeke dijber ji navê were windakirin. Asîmîlasyon, amraz û rêbaza çêkirina ruhekî nû ye; ruhekî ku ji kakilê xwe dûr ketiye, ruhekî ku rengê kakilê wî bûye rengekî din, ruhekî ku ji kakilê xwe şerm dike, ruhekî ku li kakilê xwe neban e.
Asîmîlasyon; çêkirin/avakirina “ruhekî nexweş” e û ji destpêka bicîanîna wê û şûnde, rasterast berê xwe dide ruhê zimanî, çandî, hişî.
Her wiha, ji alîyekî din ve, John M. Berry asîmîlasyonê dixe nav armancên hevçandbûnê û dibêje,
“Gava asîmîlasyon, ji bo gelekî etnîk ku bi dilê xwe dikeve nav wê çerxê pêk bê, modêla ‘Mencela Helînê (Melting Pot)’ li dar e. Lê belê gava bo asîmîlasyonê zor û kotekî li wî gelê etnîk were kirin, modêla ‘Beroşa Pestê (Pressure Cooker)’ li dar e ku gava zêde pest lê bê kirin dibetîya teqînê pir zêde dibe” (Berry, 2006: 75).
Berry, li ser vê yekê namîne û gaveke din jî pê de diçe, dîyar dike û dibêje, “Ji bo ku asîmîlasyon bi her awayî pêk were, divê hem asîmîlasyona çandî hem jî asîmîlasyona avanîyî (structual) pêk were” (Berry, 2006: 75). Li gorî her du helûmercên ku Berry ji bo asîmîlasyona temambûyî datîne, em dikarin bêjin:
- Asîmîlasyona çandî; helîn û windabûna di warê ziman û hêmanên çandî de ye ku êdî mirovê ku ji etnîsîteya bindest e û dûçarî asîmîlasyonê dibe, bi temamî ji çand û zimanê xwe dûr dikeve, jîyana wî mirovî ya rojane jî ne bi zimanê xwe yê dayikê û jêderkî ye û loma jî nikare jîyana xwe bi rêya ziman û çanda xwe ya resen jî pêk bîne.
- Asîmîlasyona avanîyî; amaje bi windabûna jêbûnê (xwemalîyê, aîdbûnê) dike ku mirovê ji neteweya/etnîsîteya bindest, bi her du modêlan jî dikeve ber çerxa asîmîlasyonê û winda dibe. Digel vê yekê jî, asîmîlasyon; wê gava ku berê xwe dide guherandin û veguherandina hişê takekesê bindest, di heman demê de, wekî pêkanîneke modernîst, zimanê bindestan berbend dike û bi vî awayî jî, zanîn û agahîya bindestan ya heta wê çaxê çêbûyî, wekî zanîna/agahîya nekêrhatî û paşdemayî bi nav û pênase dike û zanîn û agahîyên neteweya bindestkirî di dema xwe ya borî, di dema berîya destpêkirina asîmîlasyonê de asê dihêle. Loma jî, êdî ne rêyek ne keysek ne jî derfetek çêdibe da ku zimanê bindestkirî agahîya xwe ya ku heta wê çaxê bi awayekî asayî geşe daye xwe, berdewam bike û geşe bidiyê. Her wisa, wê gava ku zanîn û agahîya dinyayê li ser jîyana mirovan, roj bi roj, nûtir û zêdetir dibe, zanîn û agahîya zimanê bindestkirî her di şûna xwe de dimîne. Û mirovê bindestkirî, jê û bi şûn de, êdî bi awayekî bivênevê, ji bo berdewamkirina jîyanê ya li gorî roja îroyîn û ji bo bipêşveçûna di jîyanê de, hewceyî wê zanîn û agahîyê ye ku bi zimanê serdestan li dar e û tê berbelavkirin.
Rêbazên Serederîkirina Bi Asîmîlasyonê Re
Heke em bên ser filitîna ji pêkanînên asîmîlasyonî ku yek ji pêkanînên çarçovefireh yên mêtingerîyê ye, em dikarin bêjin filitîna ji asîmîlasyonê; ne bi temamî bi rêbaza neyînkirinê ne jî bi temamî bi rêbaza qebûlkirinê û serîdanînê ye. Rê û rêbaza ji filitîna pêkanînên asîmîlasyonê, dekolonîkirin e (decolonization) ku tê wateya xwepaqijkirina/xweşûştina ji kartêkên zimanî, çandî, hişî û jîyanî yên pêkanînên asîmîlatîf.
Di vê demajoyê de, ji bo her beşa civakê ku di asteke ji hev cuda de asîmîle bûne, rêbazên cihêreng yên dekolînkirinê tên meşandin. Ji ber ku ji bo zarokan, xebatên li ser zimanê dayikê, hem ji hêla rêbazan ve hem jî ji hêla pedagojîk ve, ji yên mezinan (salmezinan) cudatir e, em dikarin rewşên mezinên (salmezinên) civaka Kurdan di sê astan de bi cî bikin: (Min divê ev bêjim; her çend hin caran ez bêjim, takekes jî, pêşnîyaz û rêbazên ku ez ê raber û derpêş bikim, li ser hîma civakîbûnê ye ku divê xebatên di vî warî de bi komalî werin kirin.)
- Ew ên ku bi temamî li xwe neban bûne û asta asîmîlebûna wan gihîştiye xwenasnekirineke herî jor û digel vê jî, haya wan ji rewşa wan heye.
- Ew ên ku li xwe şîyar bûne lê di navbera xwenaskirin û lixwenebanbûnê de asê mane û hewcetî bi lixwevegerînê dibînin û di vê yekê de bi dil û daxwaz in.
- Ew ên ku hê derbasî wî alîyê xeta/sînorê lixwenebanbûnê nebûne, yanê hê kartêkên asîmîlasyonê ew nebirine qonaxa lixwenebanbûnê û ew takekes pêwîstî/hewcetî bi xweveavakirin û xwenûkirinê dibînin.
Her wiha, ji ber ku rêbaz û pêkanînên asîmîlasyonê li hemû derên dinyayê ne mîna hev in, rêbazên serederîkirina pê re jî ne mîna hev in. Loma jî, em dikarin ji bo Kurdan, ji bo serederîkirina bi asîmîlasyonê re, sê ser-qonaxan derpêş bikin ku her qonax, li gorî rewş, ast û taybetîyên asîmîlebûnê, di nava xwe de çend bin-qonaxan dihewînin. Ez van ser-qonaxan, wekî sêmendeke (trilogy) ku ji hev nabin û ji alî ‘dem-bicîhatin-geşedanê’ ve berdewamên hev in, wiha bi nav dikim; “lixweşîyarbûn-vegera li xwebûn û hebûnê-avakirina xwebûn û hebûnê.”
- Qonaxa şîyarbûna li xwe û li nebanbûna xwe; Ev qonax, bi awayekî psîkolojîk dest pê dike û di heman demê de, qonaxa destpêkî ye ku kesê li ber çerxa asîmîlasyonê ketî, hay ji lixwenebanbûna xwe dibe. Her wiha, ji ber ku pêkanînên asîmîlasyonê, bi neyînkirin û mandelkirina serdestîya mêtinger dest pê dike, heyînek heye li rastê ku ji hêla civaka mezin û gerdûnê ve nayê nasîn. Ew heyîneke wisa ye ku hebûn(îy)a wê, li paş perdeya “gelemperîkirina xilt (sexte)” hatiye veşartin û li paş wê perdeyê, bi pêkanînên asîmîlasyonê li xwe neban bûye.
Ev rewşa lixwenebanbûnê, ji ber kartêka guherîner û veguherîner ya asîmîlasyonê çêdibe û li mirovan diqewime. Di heman demê de, ji ber ku “tekane rêya sazkirina zanaveke parçekî, tewandina serê hemû zanavên dîtir e” (McGowan, 2017: 189-190) serdestî û desthilatdarîya asîmîleker û mêtinger, li ser navê gelemperîbûnê û berfirehtirbûnê, zanaveke parçekî (partial) li ser bindestan û marastîyan (exploited) dadisepîne û roja îro, li Tirkîyeyê, ew zanav; zanava Tirkbûnê ye. Loma jî, lixweşîyarbûn, piştî qonaxeke asîmîlebûnê û bi taybetî di asta hiş û hişberîyê de, bi şîyarbûna li dinyayê, yanê bi şîyarbûna li gelemperîya rastîn, çêdibe û ji wir jî berê xwe dide parçekîbûnê; û ew parçekîbûn, zanav û naveroka Kurdbûnê ye ku ji ber kartêka asîmîlasyonê ku lê bûye, êdî ne di rewşeke saf û xwerû de ye. Ji ber wê yekê jî, gava takekes û mirovê Kurd, di qonaxa lêşîyarbûn/lêşîyarkirinê de berê xwe dide parçekîbûna (partiality) li ser Kurdbûnê, bêhemdî xwe û bi awayekî netercîhkirî, êdî asîmîlebûyî û Tirkbûyî ye. Yanê, çand, ziman û zanîna ku bi Tirkî lê hatiye sepandin/ferzkirin, tê de cîgirtî ye. Ji ber vê yekê jî, digel ku di warê serederîkirina bi asîmîlasyonê re gava pêşî ye jî, gava qonaxa lêşîyarbûnê ya herî dijwar e.
Gavên ku dê di qonaxa lêşîyarbûnê de bên avêtin, “ber bi gelemeperîbûnê ve ne ku gelemperîbûn di heman demê de, hem di tevahîyê de kêm e hem jî bingeha zanava parçekî ya bivênevê ye.” (McGowan, 2017: 38) Loma jî, ji vê gav û qonaxê û şûnde, takekes, di heman demê de, berê xwe dide melezîyeke/pirrehîyeke gelemperî ku bi “kêmbûna di tevahîyê de” ve tê girêdan û têkoşîna takekesan û komên xelkê/gelan ya ku ji vê û şûnde dest pê dike, “Di têkoşîna li dijî mêtingerîyê de, têkoşîna naskirina azadîyê û wekhevîyê ye ku mêtingerîyê ew nexuyayî kiriye.” (McGowan, 2017: 34)
Di warê rê û rêbaza filitîna ji lixwenebanbûnê, rêya ku Jose Ortega Gasset dide ber me; rêya herî kêrdar e ku li ser hiş û hişmendîyê ava bûye. Wiha dibêje Gasset;
“Di dîroka mirovahîyê de, ji bo takekes sê qonax hene ku bi awayekî zêde û geremolî, her tim dubare dibe; 1) di qonaxa pêşî de, takekes hest pê dike ku ji xwebûna xwe dûr ketiye, di tiştên derdora xwe de kûr çûye lê nebûye yekî an jî yeke ji wan jî; ev qonaxa dîkebûnê (other) ye, 2) di pey vê qonaxê re, takekes bi hewldaneke xurt dikişe nav kozika xwe û li ser tiştên li dorhêla xwe û li ser serdestîya xwe ya li ser wan, fikiran bi xwe re çêdike; ev yek bikûrdeçûna di xwebûnê de ye, 3) di qonaxa dawî de, takekes car din li dinyayê xuya dike û dest bi liv û tevgerê dike; ev jî çalakî, jîyana çalak, yanî praksis (praxis) e” (Gasset, 1995: 38).
Her çend, kes û takekes, bi awayekî ferdî li xwe û li nebanbûna xwe şîyar dibin jî, demajoya ku ew tê de dibihurin, ne bi awayekî yekrengî ye. Ji ber hindê jî, di vê demajoyê de, hin xebatên lêşîyarkirinê dikarin werin kirin ku bi awayekî takekesî, girseyî û polîtîk bi cî tên.
Di vê qonaxê de tê pêşnîyazkirin;
- Di qonaxa şîyarbûna li xwe û li nebanbûna xwe de, di warê hişmendîya zimanî û lêşîyarkirinê de xebatên kargehan dikarin bên kirin.
- Ji bo lêşîyarbûna gel ya di warê Kurdî de çêbibe, dikare komikên kurdîaxêv yên aktîvîst, -bi taybetî hem kesên cilûbergên gelêrî li wan hem jî yên modernbûyî li wan-, di nava gel de bi awayekî çalak bixebitin.
- Ji bo lêşîyarbûn û bawerîya gel ya di warê zanistê û zanînê de, careke din jî, ji bo Kurdî çêbibe, yanê ji bo ku careke din jî Kurdî geş bibe û bibe nirxdar (revitalization) her awa qalib, gotin û derbiranên dilînî, zanistî, teknîkî, medyayî û teknolojîyê dikarin di nava gel de werin gotin û berbelavkirin û bi gel bidin zanîn û nasîn ku hema têgih, derbiran û îfade dikarin bi Kurdî jî werin gotin.
- Qonaxa Vegera Li Xwebûn û Hebûna Xwe: Di vê qonaxê de, kesê lixweşîyarbûyî, bi hişmendî û bi hayjêbûnekê dest bi vegera li xwe, li xwebûna xwe/jinûveavakirina xwebûna xwe dike; û em dikarin vê qonaxê, wekî gava destpêkî ya dekolonîkirinê bi nav bikin ku di heman demê de destpêka xweşûştina/xwepakkirina ji kartêkên asîmîlasyonê ye jî. Her wiha, ev qonax, piştî demeke hindik û kurt ya “duzimanîbûnê”, gava destpêkî ye ku berpêyî melezbûnê/pirrehîyê tê avêtin. Melezîya/pirrehîya di vê qonaxê de dikeve behsê ne li ser zanaveke nomînalîst e; yanê, ne li ser nav û binavkirina zanaveke tenê ye, berevajîya wê; hemû beşkîbûnan, hemû zanavên ku di qonaxa asîmîlebûnê û di qonaxên lixweşîyarbûn û vegera li xwebûn û hebûnê de bi takekes re çêbûne, di tevahîyê de, -tevahî; zanav û zimanê xwemalî û ya resen e- tîne ber hev û bi taybetîya xwe ya “pirrehîya/melezîya berevajîker” (Bhabha, 2016: 222), kêmanîyên di zanavên beşkî de çêbûyî, li ser gelemperîbûnê û berfirehbûnê, -gelemperîbûn li ser zanav û zimanê resen û xwemalî ye- temam dike.
Di vê qonaxê de tê pêşnîyazkirin;
- Kes û komikên biçûk, di warê perwerdeya hem takekesî hem jî gelemperîyê de, dikarin xebatên kolektîf yên teorîk û pratîk bikin.
- Ji bo ku duzimanîya bi gel û takekesan re çêbûyî, berê xwe bide yekzimanîyeke asofireh, -yekzimanî; li ser zimanê dayikê ye- ku takekes êdî dizanin çima ji yekê zêdetir zimanan dizanin û çima pêwîst e zimanê xwe yê dayikê bi kar bînin û digel wê jî, pêwîst e hem bi awayekî takekesî hem jî bi awayekî girseyî, xebata hişê zimanî (û pê re jî yê çandî û avanîyî) were kirin.
- Qonaxa Avakirina Xwebûn û Hebûna Xwe (qonaxa bicîanîna praksîsê/praxisê, yanê çalakîya jîyanî/jîyana çalak): Di vê qonaxê de, takekes êdî berê xwe dide demajoya xurttirkirin û bihêztirkirina ruh û hişê xwe yê xwebûn û hebûna xwe ya çandî; ruhê xwe yê zimanî û avakirina hişberîya li ser Xwebûn û Hebûnê. Û ji bo vê yekê jî, zimanê ku pê hatiye asîmîlekirin, bi helwesteke “melezîya/pirrehîya berevajîker”, ji bo rabûn û geşkirina xwe ya bi zimanê xwe yê dayikê dikeve nav kirin û hewldanan. Her wiha, di avakirina Xwebûn û Hebûnê de, her wekî Vicki Kirby jî destnîşan dike, “Giring e ka em Xwebûnê çawa ava dikin û di hiş, raman û hebûna me de çawa dibe asayî û dibe tiştekî normal.” (Raguhêzer: Yeğenoğlu, 2003: 71)
Di asayîbûna avakirina Xwebûn û Hebûna Kurdan de, “melezîya/pirrehîya berevajîker”, ji hêlekê ve jî, bi roleke erênî û dîyarker radibe. Ji ber ku di vê qonaxê de, asîmîlasyon û hevkartêkîya çand û zimanan gihîştiye asteke wisa ku êdî em nikarin ji bo wan çand û zimanan behsa “safbûn û xwerûbûn”ê bikin. Helbet, ev rewşa “safnebûn û xwerûnebûnê” ji bo Kurdan jî li dar e û ji ber hindê jî avakirin û asayîkirina Xwebûna wê li ser “melezîya/pirrehîya berevajîker” e.
Homi K. Bhabha, qonaxa “melezîya/pirrehîya berevajîker” wiha pênase dike;
“Melezîya/pirrehîya berevajîker; demajoya berevajîkirina neyînkirina fermî ye. Pirrehî, terabûn û jicîşiqitîna hemû qadên serdestî û jihevcihêkerîyê nîşan dide. Pirrehî, daxwazên narsîstîk û lasayîker yên hêza mêtinger li hejê dixe.” (Bhabha, 2016: 223)
Her wiha, divê em bal pê bidin û bêjin, “pirrehîya/melezîya berevajîker” ku em wê wekî têgih û naverok di ser pênasekirin û ravekirina Homi K. Bhabha re û ji bo serederîkirina Kurdan ya bi asîmîlasyonê re, wekî qonaxa dawî tînin, di heman demê de, xweyî taybetîyeke gerdûnîtîya/gelemperîtîya bêdijber/bêdijmin e jî. Pirrehîya/melezîya berevajîker, zanavên parçekî (partial) dide alî û bi pejirandina arizîbûn û resenbûna hemû zanavên parçekî, berê xwe dide tevahîxwazîyeke wisa ku her yek hebûnek, di heman demê de, hem kêmanîyên xwe dide der û hem jî kêmanîyên hebûna dîtir temam dike. Yanê, zanava “pirrehîya/melezîya berevajîker”, bi pirhêlîbûna xwe ve, hem fermîtî û qaydeyên fermî yên parçekîker bêkartêk dihêle û hem jî heta jê tê, gelek parçekîbûnan di xwe de dihewîne û di gewdeyekê de, dibe xweyî hêman û taybetîyên pirhêlî û pirparçekî.
Di vê qonaxê de, takekes wekî rêbazeke xwepakkirina ji asîmîlasyonê, melezîya/pirrehîya zimanî, ruhî û hişî li xwe dike hêzeke hîmî û ji bo ku xwebûna/hebûna xwe veava bike, hemû zanînên ku di zimanê serdest de li hev kom bûne, ji bo bihêztirkirin û bipêşvebirinê, li ser berjewendîya zimanê xwe yê dayikê bi kar tîne û pê re jî, bi hişê xwe yê zimanî, çandî, ruhî û bi hişberîyeke stewîyayî, wan zanînan dike yên xwe; û zimanê xwe yê dayikê di Xwebûn û Hebûna xwe de bilindtir dike. Bilindbûna dikeve behsê, her tim ji bo xêr û berjewendîya zimanê dayikê ye.
Di ronîdarîya van agahîyan de, em dikarin, qonaxa dawî ya serederîkirina bi asîmîlasyonê re, wekî “Avakirina hişmendî/hişê xwebûnê û hebûnê jî bi nav bikin.” (Zeraq, 2022: 73) Ev qonax di heman demê de, stewîna qonaxa avakirina Xwebûn û Hebûnê ye ku takekes gihîştiye asteke wisa ku di çand û zimanên ji yekê zêdetir de jî, bi qasî ziman û çanda xwe ya dayikê, xweveavakirî ye; û her tişt û zanînên pê re heyî û ji çand û zimanên dîtir bidestxistî ji bo ziman, çand, ruh û hişê zimanê dayikê bi kar tîne. Û zanîna ku di şûna xwe de (bi qasî sedan salan) hatiye hêlan/hiştin, bi vê rêbaza “melezîya/pirrehîya berevajîker”, li gorî û li ser şertûmercên roja îroyîn, bi ruh, hiş û çanda zimanê dayika xwe, car din ava dike.
Encam
Em dikarin bêjin; dekolînîkirin, ne jinavêrakirina çanda serdestan e; berevajîya wê, digel hebûna çanda serdestan û çanda neteweyên dîtir, veavakirina xwebûn û hebûna resen e. Her wiha, hem li ser hişberîya zimanî, ruhî, çandî û zanînî hem jî li ser veavakirina çand, nirx û kevneşopîyên xwe yên heyî ye ku gelek caran, çi bi awayên xwe yên berê çi bi awayên xwe yên modernkirî, hêmanên folklorîk jî tê de cî digirin.
Di demajoya dekolonîkirinê de, mebest;
1) Paşvegirtina zanîna/agahîya resen û xwemalî ye ku ji alî mêtingeran û serdestan ve hatiye birin.
2) Veavakirina zanînên/agahîyên nûtir ya bi hiş û hişmendîyeke nû ye ku ji ya berê berfirehtir û hinek jî jê cihêtir e.
3) Veavakirina ‘xwebûn û hebûn’eke resen û cihêreng e ku bi temamî ji ya berîya asîmîlasyonê ne cudatir e û bi temamî jî ne wekî wê ye. Mebest, veavakirineke nû ye ku asîmîlekirina hatî bicîanîn, berevajî dike û li ser hîmeke nû ya dîtir, di praksîsa jîyana xwe de, xwebûn û hebûna xwe ava dike.
Ji bo destpêkê, melezîya/pirrehîya berevajîker, rêbaza herî guncan e di xebatên dekolonîkirinê de. Û helbet, piştî qonaxekê, yanê piştî ku hişberîya li ser xwebûn û hebûnê hat avakirin; û zanîn û ruhê bi çand û zimanê dayikê di nava gel de rûnişt, ev rêbaz jî tê şemirandin û gava neteweyek xwe digihîne asta neteweyên dîtir, êdî li ser yekrengîya çanda xwe ya bi gelek kartêk û hêmanên dîtir çêbûyî, radibe.
Rê û rêbazên serederîkirina bi asîmîlasyonê re, yên ku me di nivîsarê de derpêş û raber kirin, li ser pergaleke pratîk û bicîanînî ya ‘der-dewletî’ ye û heta ku zimanê Kurdî di warê fermîbûnê de bigihîje statuyekê û bi awayekî qanûnî were nasîn, dikarin bi çalakdarîyeke sivîl û bi aktîfbûna sazî û dezgehên sivîl yên bi hiqûq, ziman û perwerdeyê re eleqedar, werin bicîanîn.
—————————————–
Çavkanî
Bhabha, Homi, K. (2016) Kültürel Konumlanış, (Çev. Tahir Uluç), İstanbul: İnsan Yayınları, birinci baskı
Berry John W., Jean S. Phinney, David L. Sam and Paul Vedder (2006) IMMIGRANT YOUTH IN CULTURAL TRANSITION (Acculturation, Identity, and Adaptation Across National Contexts), Published by Lawrence Erlbaum Associates, New Jersey, first edition
Bourdieu, Pierre (2016) Seçilmiş Metinler, (Çev. Levent Ünsaldı), Ankara: Heretik Yayınları, 3. Baskı
Cyrstal David (2015) Dillerin Katli-Bir Dilin Ölümü Bir Milletin Ölümüdür, (Çev. Gökhan Cansız), İstanbul: Profil Yayıncılık, birinci baskı
Durgun, İ., (2014) Ulus İnşası ve Milliyetçilik, Ankara: Binyıl Yayınevi, birincî baskı
Gasset, Ortega, Y., (1995) İnsan ve “Herkes”, (Çev. Neyire Gül Işık), İstanbul: Metis Yayınları, birinci basım
Mbembe Achille (2021) Sömürgecinin Portresi & Sömürgeleştirilenin Portresi, İstanbul: Telemak Kitap, (çev. Şen Süer), birinci basım
McGowan Tood (2017) Evrensellik ve Kimlik Siyaseti, İstanbul: Axis Yayınları, (çev. Erkan Ünal)
Yeğenoğlu Meyda (2003) “Sömürgeci Fantaziler Oryantalist Söylemde Kültürel ve Cinsel Fark”, İstanbul: Metis Yayınları, birinci basım
Zeraq Dilawer (2022) Rengê Hebûnê, Diyarbakır: Lîs Basın Yayın, çapa yekemîn
Gotar di Komxebata li ser Perwerdeya Bi Zimanê Zikmakî de ku ji alîyê Şaxên Egitim-Senê yên Amedê ve hatîye lidarxistin, hatîye pêşkêşkirin.
——————————————————–