Macron ji bo germkirina têkiliyên bi Washingtonê re li Qesra Spî bû mêvanê Donald Trump.
Trump û Macron bi hev re henekan kirin û dîmeneke dostanîyeke dûvedirêj pêşkêşî cîhanê kirin.
Lêbelê Macron digel jîrbûn, karizma û tecrûbeya xwe ya bi salan destvala ji Amerîkayê vegerîya.
Ewrûpa ji bo dostanîya xwe ya bi rêveberîya Trump re bidomîne, di nava hewldanan de ye.
Serokê Fransayê Emanuel Macron dixwaze di vê mijarê de rêberîyê bike.
Macron ji bo vê meseleyê berê xwe da Washingtonê û li Qesra Spî bû mêvanê Donald Trump.
Her du lîder ewil, di Ofîsa Oval a Trump de li kêleka hev rûniştin û bersivên pirsên rojnamemavan dan.
Trump û Macron di dema axaftinên xwe de bi hev re henekan kirin û dîmeneke dostanîyeke dûvedirêj pêşkêşî cîhanê kirin.
Tevî vê jî, cudahîyên her du alîyan a li ser meseleya Ukraynayê careke din derket pêş.
Trump di meseleya alîkarîya Ewrpayê ya ji bo Ukraynayê wiha axivî:
“Ez ji bo we rastîyê bêjim, Ewrûpa bi deyn pereyan da Ukraynayê. Ew ê pereyên xwe bigirin.”
Li ser van gotinan, Macron bi germahî bi destên Trump girt û bi van gotinan îhtiraz kir:
“Na, a rast, me pere da. Me ji % 60ê hemû mesrefan da. Eynî wekî Amerîkayê pereyê me dan deyn, garantî û bexş bûn.”
Trump di dema daxuyanîya fermî ya ji bo çapemenîyê jî sekna xwe ya hercarî domand.
Trump got, ew û Putin hurmeteke mezin nîşanî hev didin û Rûsya dixwaze şer bi dawî bike.”
Herwiha, Trump tevî ku rewş ne wiha ye jî îdîa kir Macron di gelek mijarên giring de wekî wî difikire.
Macron di axaftina xwe de nexwest dubendîya bi Trump re derxe pêş lû tevî vê jî bi israr got, di meseleya Ukraynayê de Rûsya “êrişkar” e.
Macron paşê di hevpeyvîna di Fox Newsê de derbarê îhtimala aştîya Ukraynayê de gotinên xweşbîn kirin.
Macron got, “din ava hefteyên bê de agirbest dikare bê ragihandin.”
Foto: Hevdîtina Donald Trump û Emanuel Macron
Analîz
Serdana Macron a Washingtonê di dema şik û gumanên li ser tifaqa Transatlantîkê de mezin bûn pêk hat. Macron bi vê serdana xwe xwest rasterast pozîsyona Amerîka û Ewrûpayê di meseleya Ukraynayê de nêzîkî hev bike. Macron bû lîderê yekemîn ê ewrûpî ya çû serdana Trump. Serokê Amerîkayê Macron bi germahî pêşwazî kir û ev jî ji bo lîderê fransî bû sebeba prestîjê. Tevî gotinên xweş, jest û dilgermîyê jî careke din derket holê ku Trump di meseleya Ukrayna-Rûsyayê de paş ve ga navêje. Trump lîderê otoriter ê Rûsyayê Putin wekî kesekî aştîxwaz pêş kir û di berdêla alîkarîya ji bo Ukraynayê de peymana çavkanîyên binerdê yên Ukraynayê parast. Macron jî bi zimanê xwe yê diplomatik, sekna Yekitîya Ewrûpayê ya di meseleya di meseleya kak î li Ukraynayê êrişkare û alîkarîya Yekitîya Ewrûpayê ya ji Ukraynayê de paş ve gav navêt. Lêbelê di encam de dikare bê gotin, wekî di medyaya cîhanê de hat pênasekirin hevdîtîna Trump-Macron “şanoyeke polîtîk” bû. Macron digel jîrbûn, karizma û tecrûbeya xwe ya bi salan jî destvala ji Amerîkayê vegerîya.