Berxwedana Colemêrgê ya li hemberê kolonyalîzmê

Têkoşîna li dijî kolonyalîzma dewleta tirk li Colemêrgê berdewam dike.

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) hewl dide ji têkoşînê re rêberîyê bike.

Têkoşîna li dijî kolonyalîzma dewleta tirk li Colemêrgê berdewam dike.

Welatîyên bajêr desteserkirina şaredarîyê protesto dikin.

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) hewl dide ji têkoşînê re rêberîyê bike.

Rêveberî û wekîlên DEM Partîyê çend roj in hewldanên xwe yên li bajêr didomînin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir jî tevlî şandeyekê li Colemergê ne.

Koma ji her du partîyan pêk tê, nobeta xwe ya li ber Walîtîya Colemêrgê didomînin.

Polîs ji bo çalakî veneguherin serhildanekê, bilez midaxale dikin û li bajêr tedbîrên berfireh digirin.

Ji ber tirsa serhildanê, hêzeke mezin a leşkerî li Colemêrgê hat bi cî kirin.

Desteserkirina Şaredarîya Colemêrgê

Wezareta Karên Hundir  a Tirkiyeyê bi hincetên “rêvebirina rêxistinê” , “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş binçav kiribû.

Bi vê re jî walîyê bajêr wekî qeyûm di şaredarê kurd de hatibû wezîfedarkirin.

Mehmet Siddik Akiş duh li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat darizandin nêzîkî 20 salan ceza lê hat birîn.

Akiş di hilbijartinên 31ê adarê de namzetê DEM Partîyê yê Colemêrgê bû û bi rêjeya ji % 48.92 hatibû hilbijartin.

Banga ji bo berxwedanê

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê reaksîyon nîşanî biryara desteserkirina Şaredariya Colemêrgê dabû.

Însîyatîf bi van gotinan bang li gelê kurd kiribû:

“Girtina şaredarê Colemêrgê nenaskirina îradeya gelê Colemêrgê ye. Tayînkirina qeyûm li şûna wî tê wateya israra li ser siyaseta mêtingeriyê. Gelê Kurd helwesta xwe ya li hemberî van polîtîkayan di 31’ê Adarê de di dema hilbijartinê de û piştre jî li kolanên Wanê nîşan da. Wê ti carî serî li ber darbeya qeyûm netewîne. Mîna ku li Wanê jî rû da, wê destûrê nede desteserkirina îradeyê, heta ku şaredariya xwe vegerîne wê li ber xwe bide. Di serî de xelkê Colemêrgê em bang li gelê xwe yê li tevahiya Kurdistanê û Ewrûpayê dikin ku xwedî li îradeya xelkê Colemêrgê derkeve, heta ku şaredariya xwe vegerîne li qadan be.”

——————————————-

Foto: Barîkata polîsan a li dora Şaredarîya Colemêrgê/ANF

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …