Partiyên belcîkî li ser reforma 6’emîn a dewletê li hev kirin

Heşt partiyên siyasî yên li Belcîkayê li ser reforma 6’emîn a dewletê li hev kirin.  Di çarçoveya reformê de wê çend hêzên di destê dewleta federal de transferê herêmên welat bên kirin. Piştî ku pakêta reformê ji aliyê parlamentoyê bê qebûlkirin, wê reform di sala 2014’an de bê meşandin.

Ji çend hêzên ku wê transfera wan bên kirin ên girîng alîkariya madî ya ji bo zarokan, azmûnên sertîfîkayên ajotinê, standardên xizmeta li nexweşxaneyan û hin aliyên siyaseta kedê ye. Serokwezîrê Belcîkayê Elio Di Rupo da xuyakirin ku bi riya transferkirina 20 milyar euroyî, wê hêzên nû yên herêman bên fînansekirin. Di Rupo got ku lihevkirina di navbera aliyan de wê di “nava dewleta federal a bêtir modern û herêm û civakên bihêztir de” “jiyaneke bêtir aheng” ji yekeyên bin-dewletan re bine.

Heşt partiyên federalist ku li ser reformê li hev kirin ev in: Sosyalîstên Flaman û Fransîaxêf (SP.A û PS), Kesk (Groen û Ecolo), Lîberal (Open VLD û MR) û Demokratên Xrîstiyan (CD-V û CDH).

belcîka_herem

Serxwebûnxwazên flaman memnûn nebûn

Partiya herî mezin a serxwebûnxwaz a flaman N-VA da xuyakirin ku lihevkirin bi tenê % 90’ê butçeya  ji bo hêzên nû yên ketine destê herêm û civakan transfer dike. Li gorî partiyê, digel ku wergirtina hêzên nû qebûl kiriye jî, hêzên hatine transfer kirin ne şoreşeke mezin e.

Lîderê N-VA’yê û şaredarê Antwerp’ê Bart De Wever jî reformê rexne kir û da zanîn ku eger di destê partiya wî de bûya wê li Belçîkayê reforma 7’emîn pêk nehatana û got ku “Piştî hilbijartinê (a  giştî ya 2014’an) em dixwazin di hemû astan de berpirsiya xwe bigirin destên xwe.” Tê texmînkirin ku wê partiya serxwebûnxwaz N-VA di hilbijartinên li pêş de piraniya dengan werbigire û paşê rêvebiriya partiyê wê zextan li ser dewletê bike ku Belcîka bibe dewleteke konfederal.

Sîstema Belcîkayê

Belcîka yek ji dewleteke kevn ê ewropayê ye (di 1830’an de hatiye damezrandin) û piştî lihevkirina Flaman û Fransîaxêfan di 1993’an de ji sîstema unîter derbasî sîstema federal bûye. Nifûsa Belcîkayê qasî 10 milyon e û ji % 54’ê infuse bi zimanê flamanî, ji % 34 jî bi fransî diaxive.

Dewlet, li gorî krîterên zimanî di navbera her du komên etnîk de li sê herêman hatiye parvekirin: Flander(herêma flamanîaxêf), Walonya (herêma fransîaxêf) û Bruksel. Herêma ji aliyê aboriyê herî pêşketî Flander e ku alîkariya herî mezin a aboriyê dide dewleta federal. Walonya ku di şoreşa sanayiyê de yek ji herêmên pêşeng ê ewropayê bû, piştî guherîna forma hilberîna sanayiya giran girîngî û zengîniya xwe winda kir. Bruksel ku paytexta Belcîkayê ye herêma sêyemîn e û li vir flamanîaxêf û fransîaxêf bi hev re dijîn.

Li Belcîkayê piştî dewleta federal, hêza duyemîn a biryargirtinê hêrêm in. Herêmên welat xwedî parlamento û hikumetên xwe ne û ji bilî çend hêzên girîng ên wekî rêvebiriya artêşê, polîtîkaya pereyan, têkiliyên bi derve re  hwd. bi giranî hêz û besatî di destê herêman de ne.

Ji xeynî herêman, Belçîka di navbera du civakan de hatiye parvekirin: Civaka flamanîaxêf û Civaka fransîaxêf. Her du civak xwedî parlamentoyên xwe ne û biryarên zimanî û çandî yên her du koman ji aliyê parlamentoyên civakan tên girtin.

Komeke biçûk a almanîaxêf jî di nava herêma Walonyayê, li ser sînorê bi Almanyayê re dijîn. Koma almanîaxêf xwedî sîstemeke taybet a xwerêvebirinê ye û ji % 1’ê nifûsa welat pêk tine.

Çavkanî: www.nationalia.cat

www.deredactie.be

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …