Netîce Altûn
Bi hilbijartina van dersan em hem vê mebestê eşkere dikin û vala derdixin, hem jî ‘prestîj’a zimanê xwe di çavên zarokên xwe de bilindtir dikin û terorîzekirina dewletê ya zimanê xwe pûç dikin. Dixwazim bejim ku prestîja ziman her tişt nebe jî ‘pir tişt’ e.
Di serî de ez bêjim, tenê bi polen 5,6,7, û 8an û bi 2 saetan ziman xelas nabe. Ziman, ku ew bi xwe nebe amûrê perwerdeyê jixwe weke hînkirina zimanek biyanî dimîne. Dewletê dema krîtîk a ji bo temenê zarokan jî girtiye ber çavan û biryar daye, bi tenê di dibistana navîn de kurdî hîn bike. Lêbelê bi hilbijartina van dersan em hem vê mebestê eşkere dikin û vala derdixin, hem jî ‘prestîj’a zimanê xwe di çavên zarokên xwe de bilindtir dikin û terorîzekirina dewletê ya zimanê xwe pûç dikin. Dixwazim bejim ku prestîja ziman her tişt nebe jî ‘pir tişt’ e. Zarok, hewce ye li dibistanan, ku heya niha bi salane peyvek kurdî têde qedexe bû kurdî bibihîsin ku pê serbilind bibin.
Ev serbilindî bi saya her kurdê ku ‘ji ber kurdî hebe’ ked daye û ketiye zindanan, şehîd bûye, ji kar, ji zanîngehê û hwd hatiye dûrxistin, pêk hatiye. Êşên ku hatine kişandin helbet heqê wan ev du saet nîn in. Lêbelê bi berdêlên pir giran ev maf hatiye bidestxistin. Her çiqas Tevgera kurdan di serî de ev deskeftî neecibandibe û xwedî lê derneketibe jî, niha ‘ji ber ku ji zimanê xwe dûrketin êdî sînyalên SOS’ê dide, mecbûr e ku tiştek bêje. Em dibêjin “em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin”. Helbet em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Helbet ez jî vê du saetê pir piçûk dibinim. Lê heya ew roj were, tiştên ku em prestîja zimanê xwe zêde bikin hene. Hilbijartina van dersan û axaftina kurdî li her derê çend gavên biçûk in. Divê herkes fam bike ku kesên nikarin di xwe de şoreşek çêbikin û berê xwe biguherînin, nikarin civakê biguherînin. Hewce dike di destpêkê de kesên ku bi sîyaseta kurdan re eleqedar in di xwe de şoreşek çêkin û zimanê xwe biaxivin. Êdî kurdî tenê bi cil û bergên kurdîtîyê rizgar nabe. Her sîyasetmedarek kurd divê bi kurdan re bi zimanê kurdî biaxive. Tirkên ku dixwazin me temsil bikin jî hewce ye bi zimanê me bi me re biaxivin. Ev, daxwazeke normal e û pêkanîna wê mimkûn e. Lê ku em ji xwe (jidil) hez nekin û ziman di ser her tiştî re negirin wê tu kes vê neke.