Mirov parçe parçe rizgar dibe

Samî Hêzil

Helwesta hin saziyên ku piştgiriyê nadin xebata ji bo dersên bijarî jî tê nîqaşkirin. Ev sazî li gor prensîba mafê perwerdehiyê yê bi zimanê dayîkê tevdigerin, lewre jî ew daxwaza mafê gaspkirî yê perwerdehîyê bi tevahî dikin û qîma xwe bi tavîzên biçûk naynin. Ew helwest wekî prensîbeke dadwerî û exlaqî tiştekî rewa û fêmbar e, lê belê wekî stratejî û sekneke pratîk tu fonksiyona wê tune ye.

Her sal di van her du mehên zivistanê de, bi rojeva dersên bijarî nîqaşên derbarê statuya zimanê kurdî û mafê perwerdehiyê zêde dibin. Gelek kes û saziyên xemxurên zimanê kurdî ji bo bijartina dersan dikevin nav liv û tevgerê û ev xebat tev hêjayî pesndayînê ne. Lêbelê dema em li çarçoveya giştî, li angaştên daxwazkeran û destpêşxeriyên sivîl û pîlansaziya wan xebatên navborî dinihêrin, tev nîşan didin ku kurd hîn jî di çarçoveyeke teorîk de xwedî polîtîkayeke ziman a hevpar û zelal nîn in. Her wisa, ji bilî hewldanên dilxwazan, ew xebat bi pratîkeke xurt û rêxistî jî nameşin. Derbarê nebûna polîtîkayeke ziman a hevpar de, çi di asta teorîk de û çi jî di asta çalakî û rêxistinê de, divê her kes û her alî rewşa xwe li ber çav derbas bike. Me kurdan bi giştî, partîyên sîyasî yên xwedî helwestên cihê, sazî û însîyatîfên sivîl û hwd nêrînên xwe li ser bingekehe berfireh a lêkolînên sosyo-lînguîstîk û pedagojîk ava nekirine. Lewma li şûna daneyên lêkolînan, angaştên reaksîyoner bêtir di rojevê de cih digirin.

Helwesta hin saziyên ku piştgiriyê nadin xebata ji bo dersên bijarî jî tê nîqaşkirin. Ev sazî li gor prensîba mafê perwerdehiyê yê bi zimanê dayîkê tevdigerin, lewre jî ew daxwaza mafê gaspkirî yê perwerdehîyê bi tevahî dikin û qîma xwe bi tavîzên biçûk naynin. Ew helwest wekî prensîbeke dadwerî û exlaqî tiştekî rewa û fêmbar e, lê belê wekî stratejî û sekneke pratîk tu fonksiyona wê tune ye. Helwesteke wiha di pratîkê de saziyeke çalak di rewşeke pasîf de digire û heta dixe pozisyoneke dijber. Li gor nêrîna min hewce nake ku hêzên siyasî yên kurdan di mijara zimanê kurdî de biryarên girêdêr bistînin. Ya baş ew e ku helwesta xwe ya derbarê mijarê de diyar bikin, lê belê wekî erê an jî na girseyan mecbûrî tiştekî nekin baştir e. Bila gel, heta takekes bi xwe biryarekê bidin ku ev jî pêwîstiyeke demokrasiya navxweyî ye. Her kurdek, her sazî, dezgeh û partî bi ser navê kurdan xwedî maf e ku zimanê kurdî li gor angaştên xwe biparêze, tu daxwaz divê rêya yeke din negire û tu alî divê alîyekî din di vê mijarê de tawanbar neke. Kurdî bingeha hemû kurdan e û mafê tu kesî tune ku wê bike angaşta populîzma siyasî.

Rewşa statuya zimanê me dişibe kesekî ku bedena wî/ê hatiye zeftkirin. Ev mirov ji bo xilasbûnê dibe bibêje ku divê ez temamê bedena xwe xilas bikim, an jî dikare bibêje ka ez pêşiyê tiliya xwe, pê re destê xwe, piştre milê xwe û hwd rizgar bikim. Ji hêla prensîbê ve xilaskirina hemî gewdeyê ya esasî ye, lê belê di pratîkê de mirov piranî xwe parçe bi parçe rizgar dike.

Nivîs cara ewil di dosyeya li ser meseleya Dersa Kurdî ya Infowelat hatiye weşandin.

——————————–

Samî Hêzil

Samî Hêzil nivîskar û wergêrekî ji bakurê Kurdistanê ye. Lîsansa wî li ser Ziman û Wêjeya Îngilîzî ye û di Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de xebata master û doktorayê pêk anî ye. Hêzil di qadên ziman, wêje û çanda Kurdî de dinîvîse û ji zimanê Îngilîzî berhemên edebî û zanistî werdigerîne.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …