Çînê derb li çanda Tîbetê xist: Dibistana 17 salan hat girtin

Hikumeta Çînê Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Hungkar Dorje ku 17 sal in perwerdehiya çand, huner û zimanê tîbetî dida, girt. Ev girtin di çarçoveya polîtîkaya nû ya Çînê ya “Tenê bi Mandarînî (çînî) Perwerde” de pêk hat. Ev jî li Tîbetê bû sedema berteke mezin a gel.

Di çarçoveya asîmîlasyona çandî ya berfireh de, hikumeta Çînê di 24ê hezîrana 2026an de bi darê zorê Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Hungkar Dorje girt. Ev dibistan li Herêma Xweser a Tîbetê ya Gologê (parêzgeha Qinghai ya îro) cih digirt û ji sala 2008an vir ve navendeke giring a parastina nasnameya tîbetî bû.

Li gorî daxuyaniya Kampanyaya Navneteweyî ya ji bo Tîbetê (ICT), sedema girtina dibistanê ev e ku zimanê sereke yê perwerdehiyê tîbetî bû. Ev yek li dijî polîtîkaya nû ya perwerdehiyê ya Pekînê ye. Polîtîkaya nûfermanê dide ku li hemû herêman divê tenê zimanê mandarînî (çînî) wekî zimanê fermî yê perwerdehiyê were bikaranîn.

Avakarê dibistanê, rêberê olî yê tîbetî Tulku Hungkar Dorje, ji ber xebatên xwe yên çandî her dem di bin zexta de bû. Ew di adara 2025an de, dema ku di bin çavdêriya hêzên Çînê de li Vîetnamê bû, bi şêwazekî biguman jiyana xwe ji dest da. Berîya mirina xwe, wî destûrekê ji rayedaran girtibû da ku dibistan heta mezunbûna xwendekarên heyî vekirî bimîne. Lê ev muhlet di hezîrana vê salê de bi dawî bû û dibistan bi temamî hat qedexekirin.

Ev dibistan ji bo perwerdehiya dermanên kevneşopî yên Tîbetê, nexşerêya hunerî ya Thangka û pîşeyên nûjen ên mîna Teknîka Agahdariyê (IT) navendek bêhempa bû û nêzîkî hezar xwendekarî (di nav de rahîb û rahîbe jî hebûn) tê de dixwendin. Piştî girtinê, xelkê herêmê li ser torên civakî xemgîniya xwe nîşan da, lê sansura sîber a Çînê hemû parvekirin û wêneyên dibistanê bi lez sansûr dike û jê dibe.

Polîtîkayên Asîmîlasyonê

Cîyê Tîbetê di nexşeya Çînê de

Çîn ji sala 1951an vir ve, dema ku bi Tîbetê dagir kir û pêvajoya ku jê re digot “Rizgariya Aştiyane” da destpêkirin. Pekînê bi vê polîtîkayê projeyeke sîstematîk a asîmîlasyonê dimeşîne.

Hilweşandina olî û şandî: Di dema “Şoreşa Çandî” ya Çînê de (1966–1976), bi hezaran manastirên tîbetî hatin rûxandin û pirtûkên pîroz hatin şewitandin. Rêberê ruhanî Dalay Lama neçar ma ku bireve sirgûnê (Hindistanê).

Kuştina ziman (“Linguicide”): Çîn di salên dawî de sîstema “Dibistanên Şevînî yên kolonyal” ava kir. Zarokên tîbetî yên temenbiçûk ji malbatên wan tên qutkirin û dişînin van dibistanên dewletê da ku ji çand û zimanê xwe dûr bikevin û wekî hemwelatiyên “Çînî yên dilsoz” mezin bibin.

Girtina dibistanên taybet: Girtina dibistana Hungkar Dorje ne wekî bûyerek bi tenê ye. Di Tîrmeha 2024an de jî dibistana navdar a Jigme Gyaltsen piştî 30 salan hat girtin. Dewleta Çînê her sazîya ku dixwaze nasnameya herêmî biparêze wekî “tehdîda li ser yekrêzîya neteweyî” dibîne û her tiştî dixe bin kontrola Partiya Komunîst a Çînê.

Foto: Xwendekarên Tibetî bi damezrînerê Dibistana Navîn a Pîşeyî ya Hungkar Dorje Tulku Hungkar Dorje re ku di Adara 2025an de mir/ Savetibet.org 

Nûçe di heman rojê de di Berwarnewsê de hatîye weşandin 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jenosîda ermenîyan 111 sal berê pêk hat

Dewleta Osmanî di 1915an de biryara qirkirin û sirgûna ermenîyan da. Di vê komkujîyê de …