Serokê Reform UKyê Nigel Farage

Reform UK dixwaze zimanên herêmî di hilbijartinan de qedexe bike

Partîya populîst a Brîtanyayê, Reform UK, pêşnîyazeke qanûnî ya nû pêşkêş kir ku bikaranîna zimanên wekî îrlandî, galîkî (galîkîya Skotlandê) û kornî li ser belavokên hilbijartinê qedexe dike. Li gorî nûçeya taybet a ku ji alîyê malpera www.bylinetimes.com ve hatîye weşandin, namzed û partîyên sîyasî yên ku van zimananbi kar bînin, dibe ku bi cezayê girtîgehê re rûbirû bibin.

Pêşnûmeqanûna ku ji alîyê cîgirê serokê Reform UK Richard Tice ve hatîye amadekirin û ji alîyê hemû parlamenterên partîyê ve hatîye îmzekirin, daxwaz dike ku hemû materyalên propagandaya hilbijartinê tenê bi zimanên îngilîzî an jî galî (gymraeg) be. Bylinetimesê di gotara xwe de radigihîne, eger namzedek an partîyek belavokên xwe bi zimanên wekî îrlandî, galîkîya Skotlandê yan jî kornî çap bike, ev ê wekî sûcekû were hesibandin. Cezayê vî sûcî heta 6 mehan girtîgeh û cezayê pereyan e.

Binpêkirina Peymana Îna Bi Xêr

Ev pêşnîyaz li gelek herêmên KralîyetaYekbûyî (UK) bû sedema nerazîbûneke tund. Sîyasetmedar û parêzvanên mafên zimanan balê dikişînin ser wê yekê ku ev daxwaz rasterast Peymana Îna Bi Xêr (Good Friday Agreement) binpê dike. Ev peymana dîrokî ku ji bo aştîya Bakurê Îrlandayê hatîye îmzekirin, parastin û geşkirina zimanê îrlandî mîsoger dike. Qedexekirina propagandaya bi vî zimanî dikare li Bakurê Îrlandayê bibe sedema krîzên nû yên sîyasî li herêmê.

Partîya Neteweyî ya Skotlandê (SNP) û partîya herêmî ya Cornwallê (Mebyon Kernow) ev daxwaz wekî “hişmendîyeke nîjadperest û asîmîlasyonkar” pênase kirin. Nûnerên van partîyan dîyar dikin ku sînordarkirina zimanên herêma wan û cezakirina namzedan, derbeyeke mezin e li hember azadîya sîyasî û pirengîya çandî ya li Brîtanyayê.

Rewşa zimanên kêmar li Brîtanyayê 

Zimanê îrlandî li Bakurê Îrlandayê di bin parastina hiqûqî ya Peymana Îna Bi Xêr (1998) û “Qanûna Ziman û Nasnameyê” ya 2022yan de xwedî statuyeke fermî ye. Li gorî serjimara dawî nêzîkî 12 % ji şênîyan (228,000 kes) hinekî bi vî zimanî dizanin û her ku diçe tora perwerdehîyê ya bi zimanê îrlandî (Gaelscoileanna) geş dibe. Li alîyê din, galîkîya Skotlandê bi saya Qanûna Zimanê Galîkî ya 2005an wekî zimanekî fermî yê Skotlandê tê qebûlkirin. Her çend tenê nêzîkî 1.1 % ji nifûsa Skotlandê (dora 57,000 kes) pê biaxife jî, li herêmên wekî Highlands perwerdehîya bi vî zimanî ji pêşdibistanê heta lîseyê bi awayekî çalak tê kirin.

Zimanê kornî yê ku li herêma Cornwallê tê axaftin, piştî ku di sedsala 18an de wekî zimanê zikmakî ji holê rabû, bi saya hewldanên dilxwazan dîsa hate vejandin û niha li dora 3,000 û 4,000 kes dikarin heta astekê bi vî zimanî biaxifin. Ev ziman di sala 2002yan de ji alîyê Brîtanyayê ve hat naskirin û îro di hin dibistanên seretayî de wekî dersên bijarte tê dayîn. Her sê ziman jî ligel hewildanên wan ên herêmî û astên cuda yên perwerdehîyê, di bin sîwana “Peymana Ewrûpî ya ji bo Zimanên Herêmî an Kêmaran” de di asta navneteweyî de xwedî parastineke hiqûqî ya fermî ne.

Di heman rojê de di Berwarnewsê de hatîye weşandin. 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Başûrê Sûdanê 15 saliya serxwebûna xwe pîroz dike

Başûrê Sûdanê di 9ê tîrmeha 2011an de, piştî şerê bi salan û referandûmeke dîrokî, bû …