Mexmûr rastî êrişa hewayî hat

Kampa penaberan Mexmûr duh rastî êrişa hewayî hat.

Di êrişê de sê jinên li malê birîndar bûn.

Kampa penaberan Mexmûr duh rastî êrişa hewayî hat.

Droneke  biçek a dewleta Tirk 17:00’an de bombe li xanîyekî li kampê barand.

Di êrişê de sê jinên li malê birîndar bûn.

Şandeyeke Iraqê di dema êrişê de li Mexmûrê ji bo nasname, kartên erzaq û serjimêriyê xebatê dikirin.

Niştecîhên li Mexmûrê ji bo protestokirina êrişê di heman rojê de çalakîyekê li dar xistin.

Meşa li ber avahîya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir, heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dewam kir.

Piştî meşê daxuyaniyek ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Kampa Mexmûrê Fîlîz Bûdak ve hat dayîn.

Fîlîz Bûdak wiha axivî:

“Îro li derdora demjimêr 17:00’an de mala dayikên aştiyê ya ku bi salane di nava vî şerî de nûnertiya aştiyê dikirin ji aliyê balafirên bêmirov û biçek yê dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Her êrîşa ku li ser wargeha me pêk tê, bi armanca belavkirin û çavtirsandina xelkê wargehê ye. Bi hezaran sedeman rêzdikin. Gotin ‘HPG li vir e’ di sala 2023’an de bi awayek fermî ji vir xwe vekişand. Hikûmeta Iraq û Tirkiye jî vêya dizanin.”

————————————————–

Foto: Dîmeneke piştî êrişa li dijî Mexmûrê/ANF

Infowelat

Vekişîna ji Qereçoxê bi kêrî kê hat?

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Puerto Rico referandûma statuyê li dar dixe

Di referandûmê de wê sê pirs bên kirin: tevlîbûna Amerîkayê wekî eyaleta 51., serxwebûn an …