Bikaranîna zimanê biyanî bandorê li kurdî dike

Li başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li ser bikaranîna navên tirkî yên li nava pirtûkên dibistanan zêdetir dibe.

Derbarê mijarê de mamostayên zanîngeh, berpirsên perwerde û nivîskarên Başûr ji Rojnewsê re axivîn.

Li başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li ser bikaranîna navên tirkî yên li nava pirtûkên dibistanên seretayî berfireh dibin.

Bi taybetî, Hikumeta Herêma Kurdistanê di vê mijarê de gelek xemsar e.

Derbarê mijarê de mamostayên zanîngeh, berpirsên perwerde û nivîskarên Başûr ji Rojnewsê re axivîn.

Mamostayê Zanîngehê Prof. Hogir Şêx Mehmûd derbarê mijarê de got; “Bikaranîna van peyvan bi koka zimanê kurdî re ne li hev e. Yek ji dijminê esasî paşxistina zimane. Piştî raperînê yek ji xalên derketin pêş paşguhkirina resentiya zimanê kurdî ye.”

Ziman ne xem e ji bo nûneran

Hogir Şêx Mehmûd da zanîn, her netewe berî her tiştî zimanê xwe esas digirin û wiha axivî:

Prof. Hogir Şêx Mehmûd

“Ji ber ku dîroka xwe bi wî zimanî fêrî nifşên nû dike. Nave peyvên biyanî bên bikaranîn ku qet pêwîstî pê nebe. Ev tê wê wateyê bi destê xwe ziyan dayîna zimanê xwe.”

“Ev yek encama wê ye û nîşan dide, kaz iman çiqas xema kesên pêşeng û nûnerên civakê ne. Eger ku di xema wan de ziman hebe, nabe ku peyvên biyanî bixin nava pirtûkên perwerdehiyê.”

Mamoste Şêx Mehmûd got, gotînên xwe wiha domand:

“Bikaranîna van peyvan bi koka zimanê Kurdî re yek nagire. Gelo Wezareta Perwerde lijneyek zimanzan heye ji bo kontrolkirina van pirtûkan?”

Rêzefîlm û zimanê bîyanî

Berpirsekî perwerdehiyê Rizgar Xidir jî nerazîbûn nîşanî bikaranîna zimanê biyanî ya li nava zimanê kurdî da û wiha axivî:

“Bi taybetî di vê demê de bikaranîna zimanê biyanî bandorê li ziman û çanda kurdî dike. Bikaranîna rêzefîlmên biyanî û zimanê biyanî bandoreke mezin li ser malbatan kirîye. Divê helwestên cidî li beramberî vê bên nîşandan.”

Rizgar Xidir nerazîbûn xwe bi van gotinan nîşan da:

Rizgar Xidir

“Ev kesên ku wiha li nava waneyên dersê navên biyanî bikar anî ne divê hay ji vê kiryara xwe hebin. Ji ber ku ev perwerdehî ji bo zarokên kurd hatiye danîn, ne ji bo zarokên tirk an ereb. Ev nav ji bo zarokên kurd biyanî ne. Daxwaz ji hikûmet û berpirsên perwerdehiyê dikin ku dubare bernameyên xwe li ber çavan re derbas bikin ku ji bo çanda xwe biparêzin. Em bi ziman û çanda xwe hene.”

Helbestvan û nivîskar Mihemed Kesas jî diyar kir ku yek ji xalên herî esasî yê neteweyan zimane û got:

Kurdî hat paşguhkirin

“Yek ji dijminê esasî paşxistina zimane. Piştî raperînê yek ji xalên derketin pêş paşguhkirina resentiya zimanê kurdî ye. Ev yek jî bandoreke li ser nifşên nû  dike. Ji ber ku hestên neteweyî kêm dibe.”

Kesas bal kişand ser êrişên li ser ziman û ev nirxandin kir:

Mihemed Kesas

“Di demekê de ku ewqas êriş li ser ziman tê kirin, bikaranîna peyv û navên biyanî yên li nava dibistanan nîşan dide ku kesên li ser vî karî disekinin ne xwedî zanîn û pisporîya ziman in. Mixabin di guherîna bernameyên dersê de, şaşîyên mezin tê kirin. Em dibînin gelek peyv û navên tirkî, erebî û farisî di nava bernameyên dersê de hene. Ku em nikaribin zimanê xwe ji van peyvan xilas bikin wê serê nifşên nû jî tevlîhev bibe. Ev jî dibe sedem ku heskirina zarokan a ji bo ziman û neteweya wan kêm bibe.”

Foto: Hewlêr/Wikipedia 

Ev nûçe di Rojnewsê de hatîye weşandin. Nûçe ji alîyê Infowelat ve hatîye kurtkirin û sererastkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Dadgeha Gelan Tirkîyeyê sûcdar dît

Dadgeha Gelan li Brukselê biryar da: Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Sûriyeyê yên bêyî …