Gerîlayên Kolombîyayê şerê hev dikin

Du hêzên gerîla li Kolombîyayê bi hev re şer kirin.

80 kes hatin kuştin û 5,000 kes terka erdên xwe kir.

Kolombîyaya bi hêvîya aştîyê derbasî sala nû bû, dîsa li nava hev ket.

Di pevçûnên li bakurêrojhilatê welêt 80 kes jiyana xwe ji dest dan.

Alîyê herî balkêş ev e, vê carê du rêxistinên gerîla FARC û ELNê bi hev ketin.

Hêza Çekdar û Şoreşger a Kolombiyayê (FARC) û Artêşa Rizgarîya Neteweyî (ELN) li herêma Catatumboyê doza serdestîyê dikin.

Komeke endamên FARCê ku piştî peymana aştîyê careke din dest bi şerê çekdarî kiribûn, dixwazin herêmê bi dest bixin.

Armanc kontrola Catatumbo ye

Catatumbo herêmeke li ser sînorê Venezûelayê ye yek ji navenda hilberîna kokaînê ye.

Loma jî ELN naxwaze endamên FARCê li herêmê bihewîne.

Hat ragihandin, ji ber pevçûnan li derdora 5,000 sivîl terka herêmê kirine.

Hikumeta Kolombîyayê ji piştî FARCê, bi mebesta çekberdanê bi ELNê re muzakereyan dikir.

Hêvî ev bû, bi hevdîtinên di 2022an ê vir ve dihat meşandin, aştîya nîvcomayî ya Kolombîyayê bê temamkirin.

Petro soza aştîyê dabû

Mixabin hefteya borî hikumetê serokê Kolombîyayê Gustavo Petro dawî li hevdîtinan anî.

Petro kuştina endamên çeteyeke narkotîkê wekî sebeba biryara xwe nîşan da.

Serokê Kolombîyayê soz dabû, ew ê di dema xwe de dawî li alozîya bi ELNê re bîne.

ELN bi şervanên xwe yên ku hejmara wan di navbera 3-4 hezarî de ye rêxistina sereke ya gerîla ya Kolombîyayê ye.

7 herêmên Kolombîyayê jîi alîyê vê rêxistinê ve tê kontrolkirin.

Catatumbo ku herêmeke stratejike, yek ji keleyên ELNê tê naskirin.

Infowelat

——————————————-

Foto: Komeke sivîl terka herêma şer dikin/X

Li Kolombiyayê agirbest hate ragihandin

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …