A.Rahman Çelîk
Komara Kibrisê êdî wê bikaribe ji Amerîkayê çekan bikire.
Joe Biden fermananemeyeke pêşîya firotina çekan vedike weşand.
Tirkîye reaksîyon nîşanda da û bi xurtkirina hebûna xwe ya li Kibrisa dagir kîrîye, gef li xwar.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) firotina çekan a ji bo Komara Kibrisê pesend kir.
Serokê Amerîkayê Joe Biden fermanameyeke ku destûrê dide firotina çekan ji Komara Kibrisê re belav kir.
Li gorî vê, Komara Kibrisê êdî wê bikaribe çekan ji Amerîkayê bikire.
Herwiha, bi heman biryarê Kibris dikare alavên din ên leşkeri ji Amerîkayê bikire.
Amerîkayê di sala 2020an de ambargoya ku bi dehên salan li ser Kibrisê xistibû merîyetê betal kiribû.
Vê gava nû ya Amerîkayê wekî xurtkirina hevalbendîya bi Komara Kibrisê hat ravekirin.Joe Biden destnîşan kir, “bidestxistina alav û xizmetên parastinê wê ewlekariya Amerîkayê xurt bike û aştiya cîhanê teşwîq bike.”
Tirkîye nerihet bû
Lêbelê fermanameya Amerîkayê acizî da Tirkîyeyê.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê li ser vê babetê daxuyanîyekê da.
Wezaretê biryara Amerîkayê wekî xeteyeke mezin pênase kir û destnîşan kir ku li beramberî vê biryarê ew ê jî Kibrisa di bin kontrola xwe de xurt bikin.
Wisa xuya ye ku biryara Amerîkayê hesabên dewleta tirk ên li ser Rojhilatê Deryaya Navîn xera dikin.
Hesabên Tirkîyeyê
Dewleta Tirk ji çendekê ye dixwaze kontrola xwe ya li Deryaya Navîn (Deryaya Spî) û Deryaya Egeyê berfireh bike.
Bi vê boneye, bi rêveberiya Libyayê re peymanên hevkariyê hatibûn îmzekirin.
Hewldanên dewleta tirk rageşiya bi Yûnanistanê re jî bilind kiribû.
Ji ber sedema bertek û nerazîbûnan, planê xwe yên li Deryaya Navîn dabû sekinandin.
Piştî destwerdana rêvberiya Sûriyê, planên dewleta tirk dîsa ket dewrê.
Enqere bi hevkariya HTŞê plan dike ku hebûna xwe li Deryaya Navîn xurt bike.
Rêveberiya Qibrisê dema şerê Îsraîl û Hamasê hevkarî kiribû, derfet dabû ku alîkariya însanî bigihîje Xezayê û kesên biyanî bikaribin ji herêmên şer bên derxistin.