Belçîka 40 ji % alîkariya sosyal dide penaberan

 Belçîka 40 ji % alîkariya sosyal dide koçber û penaberên ji derveyî Ewrûpayê hatine.

1.315.300 ji dewletê alîkariyê werdigirin û 123.000 ji vê hejmarê kesên ji derveyî Ewrûpayê ne.

Lêkolînek dawî derxist holê, Belçîka parçeyeke mezin a alîkariya sosyal dide penaberan.

Ev lêkolîn ji aliyê Zanîngeha Gentê ve ya li herêma Flander hate kirin.

Profesor Stijn Baert ku pêşengiya vê lêkolînê kiriye, derbarê wê de ji malpera Flaman Doorbrakê re axivî.

Baert da zanîn, Belçîka 40 ji % alîkariya sosyal dide koçberên ji derveyî Ewrûpayê hatine.

Baert diyar kir, çar ji her deh ji koçberên temenê wan di navbera 25 û 64 salî de naxebitin an li kar nagerin.

Kesên di nava koçberan de ji bo dîtina kar di nava hewldanan de ne bi tenê 11,5 ji % ne.

Lêkolîn nîşan dide, 44 ji % koçberên li Belçîkayê bi rêk û pêk dixebitin.

Encameke din a bi lêkolînê derket holê derbarê hejmara kesên kar nakin û alîkariya sosyal ji dewletê werdigirin de ye.

Ev hejmar ji Belçîkayê 1.315.300’e û 123.000 ji vê, kesên ji derveyî Ewrûpayê hatine.

Ferqa di navbera herêman de

Herêma Flander 41 ji % alîkariya sosyal dide koçberan û bi rêjeyê rewşa herî baş li vê herêmê ye.

Walonya 51 ji % hemû alîkariya sosyal dide koçberên ji derveyî Ewrûpayê.

Di meseleya alîkariya sosyal de rewş li her sê herêmên Belçîkayê cuda ye. Herî zêde li Walonyayê penaber alîkariyê digirin. (Harîte: Wikimedia Commons)

Rêjeya koçberên ji Belçîkayê alîkariya sosyal werdigirin li her sê herêmên welêt ji hev cihê ye.

Herêma Flander 41 ji % alîkariya sosyal dide koçberan û bi rêjeyê rewşa herî baş li vê herêmê ye.

Li Brukselê 43 ji % alîkariya sosyal diçe ji koçberên ji derveyî Ewrûpayê hatine.

Di vê meseleyê de rêjeya alîkariya ji bo koçberan li Walonyayê hîn bilindtir e.

Walonya 51 ji % hemû alîkariya sosyal dide koçberên ji derveyî Ewrûpayê.

Pêşniyazên ji bo çareseriyê

Profesor Stijn Baert diyar dike, di mijara alîkariya sosyal a ji bo koçberan de Belçîka di pêşiya hemû welatên Yekitiya Ewrûpayê de ye.

Baert di wê baweriyê de ye, ev mesele encax bi riya guherîna polîtîkaya koçberiyê çareser bibe.

Akademîsyenê Flaman ji bo vê jî Denmarkê mînak nîşan dide û wiha diaxive:

Piraniya koçberan ji bo xebat û xwendina zanîngehê diçin Denmarkê lê kesên tên Belçîkayê piranî penaberên ji welatê xwe direvin an dixwazin li vir bi malbatên xwe re bijîn.

Alîkariya sosyal a Belçîkayê

Dema serîlêdana ji bo alîkariya sosyal bê qebûlkirin, serîlêder her meh ji Navenda Gelemperî ya ji Refaha Civakî OCMW pereyeke diyarkirî bi riya hesabê xwe yê bankeyê werdigire.

Welatiyên Belçîkayê an koçber û penaberên xwedî mafê îkametê dikarin daxwaza wergirtina alîkariya sosyal bikin.

Ji bo vê, divê kesên serîlêder ne xwedî derfetên debarê bin an meaşê wan ê mehane têra debara wan neke.

Dema serîlêdana ji bo alîkariya sosyal bê qebûlkirin, serîlêder her meh ji Navenda Gelemperî ya ji Refaha Civakî OCMW (bi Fransî CPAS) pereyeke diyarkirî bi riya hesabê xwe yê bankeyê werdigire. Kategoriyên vê alîkariyê wiha ne:

Kategorî 1: Kesê bi yekî din re dijî                       809,42 euro

Kategorî 2: Kesê bi tena serê xwe dijî                 1.214,13 euro

Kategirî 3:  Kesên bi malbatî dijîn                       1.640,83 euro

—————–

Berg: Logoya OCMW (Jêder: Sosyal.net) 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Li Valenciayê banga ji bo parastina ziman

 Çalakiya Çandî ya Welatê Valenciayê (ACPV) bi daxuyaniyekê banga parastina ziman kir. Di daxuyanîyê  de …